EFRÎN – TSK û OSO, di bombebarana îro ya li ser navenda Efrînê de herî kêm 20 sivîl kuştin.
Şerê Tirkiye yê li ser Efrînê de roja 56'an de berdewam dike. TSK û OSO bi hemû çekên giran ji hewayî û bejayî Efrînê bombe dike. Her çend Serokê AKP'e Tayyip Erdogan bêje sivîl nayên kuştin jî di rojên dawî de bi dehan sivîl hatin kuştin. Duh 13 sivîl hatin kuştin û bi dehan sivîl birîndar bûn. Îro jî di topbarana TSK û OSO de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Nûçegîhanê ANF'ê Ersîn Çaksû diyar kir ku wî 13 cenaze dîtiye. Ji şeva din heta niha zêdeyî 16 cenaz û 20 welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrînê. Kesên di êrîşa top, bombe û balafirên şer de jiyana xwe ji dest dan û navê wan diyar bû wiha ne: Fadil Yusuf (46), Azad Bozo, Sabri Midewer (64), Ehmed Exlas (32), Şewket Henan (30), Qidret Bexlawa (70).
Ji 28 sivîlên birîndar ku rewşa piraniya wan giran e, yên navê wan eşkere bûn ev in:
Arif Bekir Sido 54,
Ferhat Muhammed 25,
Faik Xelil 21,
Meryem Muhammed (8 mehî)
Seyran Ayet (24)
Fatma Osman (55)
Hamide Reşo (60)
Abdurrahman Reşo (80)
Zekeriya Ahmed (60)
Silva Osman (2)
Reni Xelef (15)
Rema Xelef (15)
Arife Ibrahim (31)
Abdulvehap xelef (60)
Husseyin Xelef (35)
Umul Heci Xelef (55)
Muna Habeş (39)
Serwan Nehsen (8)
Muhammed Reşid Hemdus (42)
Zekeriya Amurî (40)
Hozan Alîko (29)
Xelil Muhammed Xelo (52)
Muhammed Hesen Ibl Abdo (35)
Emine Ibrahim (25)
Gulistan Hemduş (7)
Yara Hemduş (19)
Welid Muhammed Muhammed (63)
Ronahi Ismet (17)
Şiwan Menan Osman (32)
Di topbaran û bombekirina balafirên şer a 56 rojan de zêdetiriî 250 sivîl hatin kuştin.
Di dîmenên ku hatin belavkirin de jî herî kêm 6 cenaze di topbaranê de perçe bûbûn.