MÊRDÎN - Yek ji şahidên Newroza Nisêbînê ya 1992’yan ku 16 kes tê de hatin kuştin Cemal Uçar, diyar kir ku piştî 26 salan heman êrîş li ser Efrînê berdewam dikin û got: “Divê gelê kurd dakevin qadan û peyama 'em hene' bidin AKP û MHP’ê. Em ê mîna salên 92'yan Newrozê pîroz bikin.”
Gava Newroz tê gotin, destpêkê navçeya Nisêba Mêrdînê tê bira mirov. Bi taybetî Newroza 1992’yan qet nayê jibîr kirin. Ji ber ku Newroza 21’ê Adara 1992’yan a li Taxa Yenşehîrê ya navçeyê bê bûyer diqede, Wêzîrê Karên Dervê yê wê serdemê Îsmet Sezgîn gelê Nisêbînê spas kiribû.
GEL KUŞTINÊN LI CÎZIRÊ QEBÛL NEKIRIN
Lê rojek piştî wê, ji ber ku li navçeya Cizîra Şirnexê di pîrozbahiyan de gelek kes hatin kuştin, leşker û polîsan bi maşîneyên zirxî êrîşî gel kirin, bi sedhezaran Nisêbînê rojek piştî wê derketin kolanan û kuştina mirovan şermezar kirin. Di her deqeya ku girse mezintir dibû de, polîsan li ser Pira Çag Çag’ê girtin û her du aliyên pirî bi panzêran dorpêç kirin. Her ku anonsên “Belav bibin, nexwe emê wê biperçiqînin” ji panzêran bilind dibûn, girseyê bêtire bertek nîşan dida û li ser pirê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsên girêdayî wezareta berî rojekê “Spasiyê” gel kiribû, bi panzêran êrîşî gel kirin û bi çekên otomatîk gule li gel reşandin.
HERÎ KÊM 16 KESAN JIYAN XWE JI DEST DAN
Bûyerên wê rojê heya serê sibê berdewam kirin û li navçeyê qadexeya derketina derve hat îlankirin. Li gorî daneyaên fermî 16 kesan di bûrên wê rojê de jiyana xwe ji dest dan û 106 jî birîndar bûn. Li gorî şahidan jî wê rojê 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û heya niha faîlên wê demê nehatine darizandin. Yek ji şahidên Newroza bi xwîn a 1992’yan Cemal Uçar, bûyerên wê rojê vegotin û bal kişand ser pîrozbahiyên Newroza 21’ê Adarê ya bi şîara “Newroz berxwedane, li dijî faşîzmê bihara gelane” dê pêk werin.
‘LI DIJÎ ANONSA ‘BELAV BIBIN’ BERZ KIRINA DIRÛŞMAN
Uçar ê di wê demê de 23 salî bû, diyar kir ku Nisêbîniyan bi Newroza xwe li dijî bûyerên Cizîrê bêdeng neman û wiha axivî: “Di saetên sibê de li taxên Abdulkadîr Paşa, Dîcle û Firat gelek kes li ber Konaxa Hikûmetê kom bûn. Panzêrên li ber wan rawestiyan anonsên “Belav bibin, ên belav nebin dê bên kuştin” dikirin. Gel bi berzkirina dirûşman bersiv didan anonsan. Li ser vê yekê panzêr bi ser gel de hatin. Dinava girseyê de gelek ciwan, pîr û kal hebûn. Lê ligel vê yekê jî gule li gel reşandin.”
‘PANZÊRAN ÊRÎŞÎ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ KIRIN’
Uçar, anî ziman ku girseya ew jî dinavê de bû, li ser “Pira Şehîdan” dest bi şermezarkirina kirin û wiha got: “Panzêrek ji paşve û yek din jî ji pêşve bi ser gel de hatin. Girseyê jî li ser Pira Şehîdan dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Di wê navberê de panzêran ajot ser gel û xwişka min Selma a 14 salî jî dinava girseyê debû. Xwişka min yek ji 2 kesên dibin panzêrande mane. Dûre bi birîndar ji bûyerê xelas bû û êdî kesê hev ne didît.”
‘ME XWE DI PIŞT KEVIRAN DE VEŞART’
Uçar, da zanîn ku ew ji talokeya mirinê xelas bû û wiha bilêv kir: “Polîsan bi çekan êrîşî komeke mirovên 40 kesî kirin. Wê demê me xwe da pişt kevirin û wihan xwe parast. Gole li me direşandin. Li derdora pire bi dehan mirov hatin kuştin. Girseya ku dixwest ji bo kesên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dayîn li goristanê tenê Fatîhayekê bixwînin, ne nazin ka çima rastî êrîşan tên.”
‘MÎNA PÎROZBAHIYÊN 92…’
Uçar, destnîşan kir ku ew tu carî bûyerên sala 92’yan ji ber nake û wiha pê de çû: “Pîrozbahiyên îsal pir girîngin. Piştî 26 salan heman êrîş li ser Efrînê berdewam dikin. Ji ber vê em dixwazin bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin. Hikûmet dijminantiya gelê kurd dike. Li ser qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê re 2 sal derbas bûn. Piştî du salan em ê cara yekemîn Newrozê pîroz bikin. Em hemû gelê kurd vedixwînin Newrozê. Gelê Nisêbînê, ligel hemû êrîş û zordestiyan di sala 92’an de li Nisêbînê daketin qadan û Newroza xwe pîroz kirin. Em bi hêvîne ku dê îsal jî gelê me wisan dakevin qadên
'LI SER ME FERMAN HEYE, EM BIBIN YEK'
Cemal Uçar, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku yekîtiya kurdan tuneye, îro êrîşî Efrînê dikin. Îro li ser me fermanek mezin heye. Divê hemû kurdên çar parçeyan bibin yek. Êdî bese, em yekîtiya xwe ava bikin. Divê hemû fikir û ramanên kurdan di yekîtiya neteweyî re derbas bibin.”
MA / Sonya Bayik