ŞIRNEX - Piştî tank, helikopter û balafirên şer ên Şirnexê, li Silopiyê jî niha li ser deriyên polên dibistanek navîn wêneyên polîs, leşker û cerdevanên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dayîn hatin daliqandin.
Li gundê Wehsert ê navçeya Sîlopiya Şirnexê wêneyên polîs, leşker û cerdevanên di pevçûnên cûda hatin kuştin bi deriyên polên dibistaneke navîn ve hatin kirin. Hat diyar kirin ku mamosteyên dibistanê wenê bi deriyên polan ve kirin û di gelek torên civakîn de jî par vekirine. Li ser wêneyan kurte çîroka polîs, leşker, cerdevan û “Şehît namirin, welat parçe nabe” hatine nivîsan û ala tirk jî di wêneyan de cih digire. Bi taybetî mamosteyên endamên Egîtim Bîr Senê ku nêzî hikûmetê ye, dikevin nava hewldanên wiha.
Berê mamosteyên gundê Mendiker a Şirnexê jî, wêneyên wiha yên tak, helikopter û balafirên şer bi deriyên polên dibistanê ve kiribûn.