DERSIM – Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Çalişkan, destnîşan kir ku tişta ku niha kurd pê re rû bi rû ne, ne kêmî komkujiya 38’an a Dersimê ne û ji ber vê yekê li dijî şer Newroz di wesfa serîhildanê de ye.
Wê li Dersimê îsal Newroz di 21’ê Adarê de li Qada Seyîd Riza bê pîrozkirin. Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Çalişkan der barê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê de agahî dan.
‘NEWROZ AGIRÊ AZADIYÊ YE’
Çalişkan destnşan kir ku Newroz ji bo gelên bindest pir girîng e û her wiha ji bo civata elewî jî xwedî wateyeke cuda ye. Çalişkan got: “Newroz cejna ku pêşwaziya biharê dike. Agirê ku li dijî zalim û zilimkaran tê vêxistin. Agirê ku Kawayê Hesinkar pêxist, di 12’ê Îlonê de bi Mazlûm Dogan domandiye. Agirê azadiyê heta roja îro hatiye.” Çalişkan bi lêv kir ku di salên 90’î de li herêmê pîrozkirina Newrozê qedexe bû, lê belê dîsa jî di serî de Cizîr li gelek deveran bi hezaran kes ligel hemû talûkeyan jî Newroz pîroz kiriye. Çalişkan got: “Gelê kurd bi vê ferasetê her sal Newrozê pîroz dike. Pîrozbahiyên Newrozê ku çalakiyên çend kesan dest pê kir, niah gihaştiye bi milyonan. Bi milyonan mirov diherikin qadan.”
‘WÊ LI DIJÎ ŞER BIBE SERÎHILDAN’
Çalişkan destnîşan kir ku di Rewşa Awarte de Newroz tê pîrozkirin û got: “Ji ber vê girîngiya Newroza 2018’an zêde ye. Hem li derve hem li hundur zext û zoriyên giran li ser kurdan e. Wê gelê kurd di Newroza îsal de berxwedaneke mezin bidin nîşandan. Wê Newroza îsal li gor a salên din hîn coşdartir be. Her wiha wê li dijî zilimkaran, kesên di şer de sûc dikin bersiveke mezin be û bibe serîhildan.”
‘NEWROZ SERÎHILDAN E, EM QADAN TIJE BIKIN’
Çalişkan, got ew ê bi girseyeke xurt û berxwedaniyeke mezin Newrozê pîroz bikin û got: “Çimkî çewisandinên ku niha gelê kurd bi wan re rû bi rû ne ne kêmî yên 1938’an ên Dersimê ne. Her tim Newroz ji bo me serîhildan e. Îsal jî em ê li hemberî zilmê serîhildana xwe li qadan biqîrin. Ji bo rawestandina şer, faşîzm, çewisandin û zilmê… Êrîşên li ser gelê kurd tenê ne ji aliyê Tirkiyeyê ve, ji aliyê hêzên emperyalîst ve jî tên kirin. Em ê li dijî vê yekê derkevin.”