STENBOL – Endama Platforma Maf û Edaletê Nûrten Ertûgrûl anî ziman ku li Efrînê gelê sivîl bi qetliyamê re rû bi rû ye û got: “Fêdeya nêvenga aloziyî li tu kesî tune ye. Mirov ne ji bo şer, ji bo aramiyê deng dan. Divê demildest dev ji vê polîtîkaya xelet bê berdan.”
Endama Platforma Maf û Edaletê Nûrten Ertûgrûl, êrîşên li ser Efrînê û îtifaqa AKP-MHP’ê nirxandin.
Erûgrûl, diyar kir ku di hemû lêkolînên hatine kirin de tê xuyakirin ku MHP bendavê derbas nake û got: “Ev qanûna îtifaqê qanûna ku MHP’ê têxe Meclîsê û bi vegotina netewperestî îktîdarê pêk bîne. Jixwe ev plan berê gav bi gav hatin sepaandin. Di referandûmê de hejmara 550 parlementerî derxistin 600 parlementerî. Wê 50-60 parlemeneter li partiyên ku di nav îtifaqê de ne, lê bendavê derbas nakin bên belavkirin. Wê bi ji sedî 50+1’ê hewl bidin bi zorê hilbijartinê bistînin. Em bi pêvajoyeke ku qanûnîkirina neqanûniyê ber bi hilbijartinê ve diçin.”
Ertûgrûl, destnîşan kir ku di pêvajoyeke aloziyî de hilbijartin nepêkan e û got: “Hilbijartin di demên aram de pêk tên û mirov bi rexnekirina îktîdar û pêşengê wê dest pê dike. Di Rewşa Awarte de mirov nikare polîtîkaya derve, aborî, tenduristiyê û polîtîkayên jinan rexne bike. Her wiha pêşengê partiya ku hûn ê rexne bikin serokomarê vî welatî ye. Veguhastina sindoqan, înîsiyatîfa serokên sindoqan û gelek madeyên din nîşan dide ku dê hilbijartin di şert û mercên newekhev de pêk bê.” Her wiha Ertûgrûl destnîşan kir ku divê li hemberî îtîfaqa AKP-MHP’ê hemû saziyên civaka sivîl û partiyên muxalif li dor heman nirxan bibin yek û tev bigerin.
‘DEV JI POLÎTÎKAYA XWE YA ŞAŞ BERDIN’
Ertûgrûl, destnîşan kir ku li Efrînê gelê sivîl bi qetliyamê re rû bi rû ye. Ertûgrûl got di heman demê de îktîdar vê yekê wekî malzemeya hilbijartinê bi kar tîne û bertek nîşan da. Ertûgrûl domand: “Em aktivîstên ku doza mafan dikin, dixwazin hemû pirsgirêk bi awayekî aştiyane bên çareserkirin. Tu tişt ji jiyana mirovan ne çêtir e. Em di nêvengeke şidetê ku ji 7’ê Hezîranê ve dest pê kiriye de ne. Fêdeya nêvenga aloziyî li tu kesî tune ye. Em bînin bîra xwe, di hilbijartina 1’ê Mijdarê de gotin ‘400 parlementerî bidin bila aramî bê.’ Mirov ne ji bo şer, ji bo aramiyê deng dan. Divê demildest dev ji vê polîtîkaya xelet bê berdan.”
MA / Necla Demir