* Li Mêrsînê, A.Ç.’ya 5 salî yê dema di xew de bû polîsan avêt ser mala wan û çek spartinê û tableta wê ya xerabe desteser kirin, her ku di tekevîzyon û kuçeyan de çav li polîsan dikeve wekî wê rojê ditirse. Dayik Faîka Çoban, diyar kir ku keça wê ji bo polîsan dibêje “Dizên bi rûpoş.”
* Endamê Desteya Serokatiyê ya ODP’ê Alper Taş, destnîşan kir ku bi ketina nav Efrînê dê ewlehiya Tirkiyeyê pêk neyê, berevajî vê yekê dê Tirkiye têkeve nav pevçûneke mezin.
* Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat- Başûrê Rojhilat (DGD) Abdûlhakîm Daş, anî ziman ku Tirkiye di şexsê Efrînê de li dijî hemû kurdan şer dike û got: “Divê partiyên siyasî yên kurd demildest bên cem hevdu û yekîtiya netewî pêk bînin. Eger Efrîn biçe wê Kurdistan jî biçe.”
* Endama Platforma Maf û Edaletê Nûrten Ertûgrûl anî ziman ku li Efrînê gelê sivîl bi qetliyamê re rû bi rû ye û got: “Fêdeya nêvenga aloziyî li tu kesî tune ye. Mirov ne ji bo şer, ji bo aramiyê deng dan. Divê demildest dev ji vê polîtîkaya xelet bê berdan.”
* Tevî hemû rûxandin û şerê li Sûrê jî, jinên ku tu carî bêhêvî neman niha amadekariyên Newrozê dikin. Zînê Candan destnîşan kir ku ew ê li dijî zilma zaliman li qadan bin û got: “Erdogan Sûrê serobino kir, herkesî bê mal hişt. Dibêje qey qelê kurd qediyaye. Hîn jî em li ser piya ne.”
* Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Çalişkan, destnîşan kir ku tişta ku niha kurd pê re rû bi rû ne, ne kêmî komkujiya 38’an a Dersimê ne û ji ber vê yekê li dijî şer Newroz di wesfa serîhildanê de ye.
* Kedkarên cemaweriyê yên li Îzmîrê yên li dijî KHK’ê 54 hefte ne çalakiyan li dar dixin, diyar kirin ku ew ji bo Newrozê amade ne.
* Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, diyar kirin ku Newroza îsal dê bibe bihara kurdan û ji bo beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê bang li herkesî kirin.
* Li terziyên Mêrsînê beriya Newrozê daxwaza ji bo kiras û fîstanan jî zêde bû. Terzîvan Gurbet Gergîn got: “Ji bo jinan cilên gelerî reng û remza Newrozê ne.”
* Beriya Serokomar Tayyip Erdogan bê Amedê, welatiyên Amedê bang li Erdogan kirin û xwest dawî li dagirkeriya Efrînê bînin.
* 10'emîn danişîna Doza sereke ya Stenbolê ya “KCK"ê ku 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)
* 8 akademisyenên ku gotin "Em nabin şirîkê vî sûcî dê li 33'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dê bê dîtin. (09.00)
* 71'emîn Danişîna doza Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sırrı Sureyya Onder, dê bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Silivrî ya Salona Sporê ya Alibeyê bê dîtin. (10.00)
* 7’emîn danişîna doza Rojnameya Cumhuriyetê dê li Kampusa Silivrî bê dîtin (10.00)
* Rêwxistinên DBP'a Wanê û rêxistinên HDP'ê yên Amed û Rihayê dê komkujiya Halepçe bi daxuyaniyê şermezar bikin. (10.30-13:30)
* Baroya Amadê dê di hefteya 118'an de li pêş Mînareya Çarling a Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî lê hat kuştin, daxuyaniyê bidin çapemenmiyê. (13.30)
* Xebatên Newrozê yên Amed û Îzmir ku di 21'ê Adarê de bên pîrozkirin, dê li tax û gundan berdewam bikin. (11.00-17.00)