Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin

  • rojane
  • 09:03 14 Tebax 2022
  • |

WAN - Welatiyê Wanê destnîşan kirin ku di encama polîtîkayên şer ên desthilatê de krîza aborî kûr bûye û bi lêv kirin ku êdî nikarin nan û avê jî bikirin. 

 
Polîtîkayên şer ên desthilata AKP’ê û MHP’ê her ku diçe li Tirkiyeyê krîza aboriyê kûrtir dikin. Li gorî daneyên Lijneya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK); enflasyona meha Tîrmehê bû ji sedî 79.6. Enflasyona ku li gorî meha Tîrmehê ya sala par 7 qat zêde bûye, gel bêzar kiriye. Welatiyên hatin Bazara Pêncşemê ku li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê tê avakirin, krîza aboriyê ya giran ku dijîn vegotin. 
‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
 
Omer Bûcak (71) ê teqawît, diyar kir ku mûçeyê teqawîtbûnê ku digire têr nake û heta nava mehê mûçe dihele û diçe. Bûcak, bi lêv kir ku ji bo fêkî û zebze bistîne hatiye bazarê lê her tişt gelek biha ye û wiha got: “Min li bihayan nêrî ez niha tenê dikarim zebeş bistînim. Rojên derbasbûyî min kîloya penîr pirs kir 60 lîre bû, niha min pirs kir dibêjin 100 lîre ye. Em ketine rewşeke wisa ku nikarin tiştekî bistînin û ji bo pere nîne em nikarin derkevin derve jî. Em li malê birçî ne û weke di hefsê de ne. Kar nîne, pere nîne; binerin mirov ji bazaran dest vala dizivirin.” Dema ku Bûcak got “em nikarin debara xwe bikin” welatiyekî din jî got “em ê bi nan û avê bijîn”. Li dijî vê Bûcak bi gotina “Êdî mirov nikarin nan û avê jî bikirin. Dema pere nebe dê nan û avê çawa bikirî?” bertek nişan da. 
 
‘MIROV NIKARIN DU NANAN BIBIN MALA XWE’
 
Ayşe Ûtûş jî diyar kir ku ji bazarê ji bilî kîloyeke fasûlî nikarî tiştekî din bistîne û wiha axivî: “Ji ber biha zêde ne ez ê êvarî werim û hewl bidim fêkî û zebzeyan bi bihayekî erzan bigirim. Rewşa me ya aboriyê nebaş e, li mala me kesên nexweş hene lê em nikarin ji bazarê tiştekî bistînin û bibin. Ne tenê ez temamî gel perîşan e. Ez hatim ku bacan, petat û zebzeyên din bistînim lê min tenê karî fasûlî bikirim. Yekane berpirsê zeman Erdogan û desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Mirov êdî nikarin du nanan bibin mala xwe. Roja din nan li malê tune bû. Pereyê ku em pê bistînin jî tune bû. Ez çûm mala xizmên xwe ar anî û karî nan bipêjim. Gel bi rastî jî gelek perîşan e. Keça min 5 roj in nexweş e pereye ku keça xwe pê bibim nexweşxaneyê nikarin peyda bikin.”
 
‘MIN BIAVÊJIN HEFSÊ JÎ RASTÎ EV E'
 
Îsa Alici (78), bi lêv kir ku 10 sal in karê bazarvaniyê dike û demên dawî de nan û zik dixebitin û anî ziman ku li dijî hemû zemên hatin kirin desthilat û siyasetmedar bêdeng in. Alici, da zanîn ku beriya 10 salan ku dest bi bazarvaniyê kir, rewşa wan baş bû lê niha rewşa kesekî baş nîne û ev tişt gotin: “Kîloya bacanên herî xerab jî bûye 10 lîre. Berhemên din jî wisa ne, berê mirovan bi torbeyan distandin, niha nikarin kîloyek fêkî an zebze bistînin.” Alici, li ser gotina welatiyekê ya “Mamo neaxive wê te biavêjin hefsê” wiha got: “Çi dikin bila bikin. Biavêjin hefsê jî rastî ev e; mirov nikarin debara xwe bikin. Em ê heta mirinê jî rastiyan bibêjin.”
 
ÇARESERÎ: DI PIRSGIRÊKA KURD DE RÊYA AŞTIYANE YE
 
Welatiyê bi navê Muslup Kaplan jî bal kişand ser polîtîkayên zext û qûtifandinê yên desthilatê û da zanîn ku welatî ji ber vê yekê nikarin biaxivin û got: “Berê te bi 100 lîreyan 5 kîlo şekir û rûn digirt û pere jî ji ber diman. Niha bi hezar lîreyan em nikarin heman tiştan bistînin. Hezar lîre bûyer 100 lîre. Gotin me petrol dît lê lîtreya mazotê bû 30 lîre. Gotin ‘wesayît hilberandin’ lê bihayê erebeyan di asta herî jor de ye. Welat niha qediya ye. Sedemê vê yê bingehîn kesên bi rê ve dibinin.”
Arîf Kaya jî diyar kir ku niha bêkar e, rewşa wî ya aboriyê xerab e û got: “Desthilat nikare welat bi rê ve bibe û gel xizan dike. Em hatin bazarê lê destvala diçin. Çareseriya vê pirsgirêkê jî çareseriya pirsgirêka kurd e û aştî ye.”
 
‘PIRSGIRÊK BI VÊ DESTHILATDARIYÊ NAYÊ ÇARESERKIRIN’ 
 
Jina bi navê Zahîde jî destnîşan kir ku her bihayê her berhemî 2-3 qat zêde bûye û diyar kir ku 2 kîloyên biber û bacan reşan girt di destê wê de tene 5 lîre man. Esnaf Mûshap Balkiz ê li bazarê şimik difirotin jî diyar kir ku hejmara berhemên ku beriya niha difirotin daketiye nîvî û bi lêv kir ku aborî hatiye asta ku nikarin bijîn. Yek ji esnafê bazarvan Yûsûf Akay jî wiha got: “Berhemekî ku em îro dikirin roja din em bi heman bihayî nabînin. Rojekê berê me kiloya biber bi 10 lîre wergirt lê îro bûye 11 lîre. Biha sabît nasekinin. Mirov tên bazarê lê tiştê dixwazin nikarin bistînin. Yekane çareseriya vê pirsgirêkê jî guhertina desthilatê ye.”
 
‘SEDEMA KRÎZÊ ŞER E’ 
 
Ersîn Sonmez jî bi lêv kir ku ji beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê mezûn bûye, bêkar e û diyar kir ku krîza aboriyê ya heyî ji ber polîtîkayên şer ên desthilatê kûr bûye. Sonmez, da zanîn ku rêya derketina ji krîzê demokratîkbûyîne û anî ziman ku divê desthilat demildest were guhertin. Sarya Tuncer jî anî ziman ku li mala lê dimînin nêzî 15 kes hene û wiha axivî: “Gel perîşan bû, dewlemend dewlemendtir, feqîr jî feqîrtir bû. Ez bi 350 lîreyan hatim bazarê hema bêje ez ê dest vala vegerim. Sedemê vê krîza aboriyê jî şerê heyî ye. Pereyên ku ji bo xizmeta gel xerc bikin, ji şer re xerc dikin.”
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

26/12/2022
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin