STENBOL - Parêzerên Ocalan bi armanca bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 739’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dozgeriyê dîsa serlêdana parêzeran red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç, Ebru Gunay û Sînan Zîncîr bi armanca sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve ev bû 739 car parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Dozger, dîsa serlêdana parêzeran red kir.
Serlêdana daxwaza parêzeran ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” 739 care tên redkirin.