MÊRDÎN – Qeymeqam û di heman demê de qeyûmê Şaredariya Dêrikê Hakan Kafkas bi hinceta bernameya şaredariyê heye û pêwîstî bi bernameya duyem tune ye destûr neda pîrozbahiya Newrozê.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Dêrika Mêrdînê bi boneya pîrozbahiya 18’ê adarê dê li dar bixe serî li Qeymeqamiya Dêrikê da. Qeymeqamiyê destûr neda pîrozbahiya Newrozê. Biryara bi îmzeya Qeymeqam û di heman demê de qeyûmê Şaredariya Dêrikê Hakan Kafkas hat dayîn de pêwîstî bi pîrozbahiyê nedît. Qeymeqam bi hinceta Şaredariya Dêrikê ji bo bernameyekê serî li wan daye pêwîstî bi destûrdayînê neda û got: “Bi bernameyek duyemîn hewcehî nehat dîtin.”