EFRÎN - Buroya Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê, diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya birîndaran ekîbên tenduristiyê pêre nagihêjin û got: “Aqûbeta 300 gundiyê Maratê yên Efrînê nayê zanîn.”
Buroya Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê derbarê êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê berdewam dikin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ekîbên tenduristiyê yên nexweşxaneya Avirîna Efrînê pê re naghêjin birîndaran derman bikin.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li gorî çalakvanan ji hundirê Efrînê, navenda bajarê Efrînê duh bi şev heta saet 02:00 şevê berdewam kirin. TSK û komên hevkarên wê bi dijwarî navenda Efrînê bombebaran û topbaran kirin û nêzî 100 fuzeyan avêtin Efrînê. Di encama wê de bi dehan sivîl ku piraniya wan jin û zarokin birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Gelek malên sivîlan zirar dîtin.
AQÛBETA 300 GUNDIYAN NAYÊN ZANÎN
Gundê Marata yê ku 5 km dikeve rojavayî Efrînê û hejmara niştecihên wê piştî pêla koçberiyê derdora 300 kesan ma. Piştî TSK’ê gund dagir kir hemû şêniyên gund di dibistanekê de kom kirin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.”
Mûdîrê nexwşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed di daxuyaniyê de axivî û got: “Ji ber topbaran û bombebaranê hejmara zêde ya birîndar û qurbaniyan kadroyên nexweşxaneyê pêre naghêjin ku wan derman bikin.”
Hêjaye gotinê ku nexwşxaneya Avrîn tekane nexwaşxaneye li Efrînê dixebite.