Hevdîtina dayik û law: Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû maç bikim

  • rojane
  • 09:03 12 Tebax 2022
  • |
img

RIHA - Dayika girtiyê nexweş Cebraîl Vûral ê 28 sal in girtî ye, Nofa Vûral a 70 salî û ji ber pandemiyê piştî 3 salan çû hevdîtina lawê xwe û wiha got: “Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû rûyê wî maç bikim.”

Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 605 jê giran herî kêm hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş ên bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) nayên berdan, li girtîgehan terkî mirinê tên kirin. Yek ji van girtiyên nexweş jî Cebraîl Vûral ê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin e. Vûral ê gelek nexweşiyên wî yên kronîk ên weke prostat, astim, ji pişta xwe, fitika stû û KOAH’ê hene, di sala 1994’an de dema 20 salî bû hate girtin û cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn. Vûral ê 28 sal in li girtîgehên cuda tê ragirtin, ji ber teqînek beriya bê girtin qewimiye di kezeb, guh û qirika wî de pirsgirêk hene. 
 
Di sala 1998’an de teşhîsa destpêka tuberkulozê danîn ser lê tedawiya wî nehate kirin. Vûral ê bi derfetên xwe sax bû di sala 2010’an du caran endoskopî bû. Vûral ê teşhîsa erozîf gastrît, werimînê danîn ser di gulana 2011’an de ji ber îltîhaba kezebê xwîn ji kezeba wî hat. Piştî xwîn jê hat hêj baş nebûyî, di 26’ê tîrmeha 2011’an de ji Girtîgeha Tîpa M a Midyadê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tokate hate kirin û ji bilî mûayeneyên wî yên rûtîn tedawiya wî nehate kirin. ATK’ê derbarê Vûral ê di 2’yê nîsana 2016’an de serî li ATK’ê da de rapora “Dikare di girtîgehê de tena serê xwe bimîne, ji ewlehiya civakê bixetere ye û pîr nebûye” amade kir û biryar da ku neyê berdan. 
 
3 SAL ŞÛNVE HEVDÎTINA RÛBIRÛ 
 
Vûral di 3’yê tebaxê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Dayika Vûral, Nofa Vûral (70) ku li navçeya Wêranşara Rihayê dijî, ji ber şewba vîrûsa koronayê ku ev 3 sal in rûbirû lawê xwe nedîtiye û dengê wî di telefonê de xerab dihat, di 4’ê tebaxê de berê xwe da Tokatê. Nofa Vûral li gel keça xwe Esma Vûral li girtîgehê bi Cebraîl Vûral re hevdîtina rûbirû kirin. Malbatê qala hevdîtina piştî 3 salan kir. 
 
Nofa Vûral, bi lêv kir ku tevî kurê wî nexweş jî bû 20 salî hate girtin û wiha got: “28 sal in bi nexweşiya xwe ve girtî ye. Kurê min 12 sal in li Girtîgeha Tokatê tê ragirtin. Em dikarin bi otobusê bi 12 saetan rê biçin û nû biçin cem wî û dikarin saetekê hevdîtinê bikin. Hefteya borî em bi telefonê pê re axivîn, dengê wî gelek nexweş dihat. Min got ez bimirim jî ez ê biçim kurê xwe bibînim. Ez bi keça xwe re ketim rê. Lê belê ji ber rê dirêj bû di otobusê de lingên min werimîn. Min nekarî bimeşim. Ez tirkî nizanim heke keça min bi min re nebûya min nedikarî biçim. Em roja înê di saetên serê sibê de gihiştin girtîgehê û dema em pêya bûn jî tu kes li wan dera nebû. Kuçikên kolanan êrişî me kirin. Wesayîtek hebû li wir, kesên di wesayîtê de em girtin hundir û heta saetan hevdîtinê em di wesayîtê de man.”
 
‘BILA SEWQÎ GIRTÎGEHEKE NÊZ BÊ KIRIN’
 
Vûral, bi bîr xist ku herî dawî bi kurê xwe re beriya 3 salan rûbirû hevdîtin kir û wiha berdewam kir: “Dema min niha dît zeîf bibû. Me tenê saetekê hev dît. Hestiyên wî wisa diyar bibûn ku mirov dikarî bihejmêre. Ew qas zeîf bibû ku min nikarî rûyê wî maç bikim. Çavên wî weke çalê lê hatibûn. Dema min ew dît ez giriyam. Tenê min karî jê re bêjim tu çawa yî û giriyam. Gelek nexweş bû. Ji ber nexweşiyên xwe nikare pêlavê bike pê xwe, tenê dikare şimikê bike pê xwe.”
 
Vûral, bang kir ku hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û got: “Cezayê wî kêm maye. Em dixwazin sewqî girtîgeheke nêzî me bikin, an jî wî berdin em ê derman bikin. Temenê min 70 ye, ez nikarim evqas rê biçim, nexweşiyên min jî hene. Ez dixwazim hemû girtiyên nexweş bên berdan. Bila rayedar ji vê yekê re çareseriyekê bibînin.”
 
‘DAYIKA MIN DI RÊ DE JI SER HIŞÊ XWE ÇÛYE’
 
Esma Vûral (33) a kekê wê dema hatiye girtin 5 salî bû jî da zanîn ku tenê dikare rojên hevdîtinana kekê xwe bibîne. Vûral, diyar kir ku 3 sal in nikarin biçin hevdîtinê û wiha axivî: “Hem ji ber serdema şewbê bû hem jî ji ber dûr bû 3 sal bûn min nedikarî biçim kekê xwe bibînim. Ji ber dengê kekê min di telefonê de xerab hat dayika min bi şertê ku bimire jî xwest wî bibîne. Mine w bi otobusê bir. Dayika min di rê de gelek nebaş bû. Serê wê diêşa, bêhal bû, ji ser hişê xwe çû. Ji bo saeteka hevdîtinê mirin girt li ber çavan. Kekê min gelek zeîf bibû, hestiyên wî xuya dikirin. Dema min ew dît hem xemgîn bûm hem jî tirsiyam. Dayika min ji xwe dema ew dît tenê girî. Kekê min got nexweş e û divê bi awayekî hûrgilî bê tedawîkirin lê tedawiya wî nayê kirin.”
 
BERIYA KU BIMIRE DIXWAZE PÊ RE WEXT DERBAS BIKE 
 
Vûral, daxuyaniyên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ên têkildarî girtiyên nexweş hin sererastkirin bên çêkirin bi bîr xist û got: “Daxwaza me ew e ku her kes jê sûdê bigire. Divê hemû kesên nexweş jê sûdê bigirin. Kekê min 28 sal in girtî ye. Li wir rizî. Heke ne pêkan be ku li girtîgehê derman bikin bila berdin em ê li malê derman bikin. Ev qas girtina wan têre nake? Bila di nava girtiyan de cihekariyê nekin. Bila hemû rêxistinên mafên mirovan li ser vê bisekinin. Bila girtiyên nexweş li girtîgehê jiyana xwe ji dest nedin. Dayika min 70 salî ye berî ku bimire dixwaze kurê wê li cem wê be. Kekê min jî beriya ku bimire dixwaze bi dayika min re wext derbas bike. Yekane daxwaza me ew e ku berî dayik an kekê min bimire bi hev re wext derbas bikin.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 
 
 

Sernavên din

26/12/2022
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin