EFRÎN - Şerê TSK û OSO li ser Efrînê di roja 55'an de berdewam dike. Balafirên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), Efrîn disa bombe kir. Di bombekirinê de 3 zarok û 2 jin bi giştî 5 sivîlên din jiyana xwe ji dest dan.
Şerê Tirkiye yê hewayî û bejayî li ser Efrînê di roja 55'an de berdewam dike. TSK'ê bi balafirên şer dîsa navenda Efrînê bombe kir. Di bombekirinê de 3 jê zarok, 2 jin bi giştî 5 sivîlên din jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan, i ber êrîş hewayî ya danê nîvro 5 sivîlên din jiyana xwe ji dest dan. 3 zarok û 2 jin bi giştî 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek sivîl jî birîndar bûn. Duh 7 welatî serê sibê 1 welatî û piştî nîvro 5 welatî bi giştî 13 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Di nava 13 welatiyên jiyana xwe ji dest dan jê 7 zarok in. Nêzî 20 welatî jî birîndar bûn.
Li navenda bajarê Efrînê ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn, bi komkujiyên mezin re rû bi rû ne.