Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Di wêneyên peykê yên herêma Bestayê de xuya dibe ku qada daristanê hatiye tunekirin û bi hezaran dar hatine birîn. Xwediyên erd, derheqê birîna daran de doz vekir û gotin: “Bi qanûnên xwe nakin. Hiqûqa li vir cuda ye. Dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin.”

 
Qirkirina daran ku di sala 2019’an de li Şirnexê bi hinceta çêkirina rêyên ber bi kalekol û baregehên leşkerî ve dihate kirin, hêj bênavber didome. Piştî Çiyayê Cûdî, cerdevanan li Herêma Bestayê jî bi hinceta “ewlehiyê” bi dehhezaran dar birîn. Bi hinceta “Herêma ewlekariyê ya taybet” qedexeye ku welatî bikevin gundên Cinîwer, Xerbigê Bestin, Navyan, Bêlûzer, Şerevan û Rîsorê û qadên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya û Girê Derîncê lê belê qirkirina daran a li van herêman bênavber didome. 
 
 
WENEYÊN QIRKIRINÊ 
 
Rojane di navbera 1000 û hezar û 200 tonên daran li van herêmên navborî tên birîn û piştre jî bi traktoran vediguhêzin navenda bajêr. Darên ku li kamyon û TIR’an tên barkirin, ji bo firotinê ber bi bajarên din ve tên şandin. Heke hemû lêçûn aydê cerdevanan bin, wê demê tona daran bi hezar û 750 TL’an difiroşin. Ji bo pêşîlêgirtina vê qirkirinê gelek hewldanên hiqûqî çêbûn lê belê heta niha jî tu encamek jê derneketiye. Bi wêneyên peykê yên Google Earth'ê re jî careke din aşkera bû bê ka li Şirnexê qirkirineke daran a çawa hatiye kirin. Wêneyên hinek herêman di sala 2020’an de û hinek jî di sala 2021’an de hatine kişandin. Di wêneyan de xuya dibe ku bi hezaran dar hatine birîn. Wisa tê texmînkirin ku gelemperiya qadên din ên daristanan ku di wêneyên peykê yên sala 2021’an de xuya dikin, di sala 2022’yan de hatine tunekirin.
 
Di du wêneyên ku 8’ê cotmeha 2020’an û 17’ê cotmeha 2021’an de li herêmeke li bakurê rojhilatê Girtîgeha Şirnexê hatine kişandin de xuya dibe ku qadeke berfireh a daristanê bi tevahî hatiye tunekirin. 
 
 
Di du wêneyên 18’ê hezîrana 2020’an û 17’ê cotmeha 2021’an de li qadeke cuda ya heman herêmê hatine kişandin de jî heman rewş xuya dike. Qada ku berê di wêneyan de bi tevahî kesk xuya dikir, di nava salekê de êdî reng guherandiye. 
 
 
Di wêneyên herêmên Besta yên cuda de jî qirkirina hatiye kirin bi aşkerayî derdikeve holê. Birîna bi sedan daran, di wêneyên 21’ê tebaxa 2019’an û 17’ê cotmeha 2021’an de xuya dikin.
 
 
TEKLÎF RED KIR
 
Xelkê herêmê yên erdê wan li qadên navborî heye û li dijî birîna daran derdikevin, têkildarî pêvajoya destpêkirina qirkirina daran û ya piştre ji ajansa me re axivîn. Ji welatiyên herêma Bestayê Zekî Îrmez da zanîn ku çendek sal berê ji bo birîna daran teklîf li wan hatibû kirin lê belê wan ev teklîf red kiriye. Bi domdarî Îrmez wiha qala wê pêvajoyê kir. “Me jê re got ku dê darên xwe nebirin. Jixwe her sal dişewitandin. Ev 2-3 sal bûn hinek sekinî bûn. Di sala 2018’an de li Cûdî dest bi birîna daran kiribûn. Ev 2 sal in jî berê xwe dane Herêma Bestayê. Ji 2020-2021’an heta niha jî li deverên Baçuk, Xaykano, Çemê Mezin û Zirviyê daran dibirin. Niha jî berê xwe dan hêla Şax û Cinîwerê.” 
 
 
'QIRKIRINEKE MEZIN TÊ KIRIN’
 
Bi domdarî Îrmez diyar kir ku wan ji bo pêşîlêgirtina birîna daran daxwazname dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser vê yekê jî berê me dan Rihayê. Em çûn Rihayê û me daxwaznameyên xwe dan. Em dîsa şandin Şirnexê. Me bi Midûrê Bajar re hevdîtin kir. Ji me re got; ‘Ev rewş ne bi destê me ye. Vê yekê bi sedema ewlekariyê dikin.’ Îhaleyên wan formalîte ne. Tevekan jî cerdevan dibirin. Me nexwest destûrê bidin. Lê ji me re gotin; ‘hûn destûrê bidin jî nedin jî em ê bibirin.’ Ne bi qanûnên xwe dikin û ne jî li gorî şertên di îhaleyê de tevdigerin. Li gorî îhaleyê tê gotin ku dê 10 ton dar bên birîn lê ev talan dikin. Qirkirineke mezin dikin. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ dibirin lê ranteke mezin tê de heye.” 
 
'ELEQEYA XWE BI PIRSGIRÊKA KURD HEYE’
 
Di berdewamê de Îrmez bi lêv kir ku wan pereyê ji wan re hatiye teklîfkirin qebûl nekirine û ev tişt anî ziman: “Dar birîbûn. Me pereyê wê nexwestibû lê dîsa jî ji hesabên me re hatine şandin. Em wî pereyî nakişînin. Rewşa li Herêma Federal a Kurdistanê jî mîna ya herêma me ye. Vê mijarê eleqeya xwe pirsgirêka kurd re heye. Dema dibêjin ‘em ji ber ewlehiyê dikin’, hemû rêxistinên civaka sivîl û saziyên fermî xwe bêdeng dikin. Kesek dengê xwe nake. Tu eleqeya kiryarên wan bi qanûnan re nîne. Di demên berê de jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ gund valakirin û gelek mirov qetilkirin... Tu dixwazî ji hêla qanûnê ve destwerdanê bikî lê dadgeh jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ xwe têkil nake. Qanûn, nakevin meriyetê.”
 
'HIQÛQA LI ŞIRNEXÊ CUDA YE’
 
Îrmez, birîna daran weke ‘komkujî’ pênase kir û wiha bertek nîşan da: “Hebûna hemû zindiyan gelek girîng e. Çawa ku dema li Mugla, Aydin an jî li daristanên Îzmîrê şewat derdikeve dewlet hemû derfetên xwe seferber dike, divê li vê derê jî xwedî heman hewldanan be. Lê belê dewlet bi hinceta ‘ewlehiyê’ bi destê xwe vî karî dike. Ev jî nîşan dide ku hiqûqa li vê derê cuda ye. Lê hewceye hiqûq li hemû cihan heman hiqûq be. Divê dawiyê li birîna daran bînin. Derfeta me ya pêşîlêgirtinê heye. Bila gelê me jî serî li rêyên qanûnî bide. Hewceye çalakiyên demokratîk bên kirin. 5 sal berê li dijî çêkirina santrala termîkê çalakiyên girîng hatin kirin. Divê heman çalakî bên lidarxistin. Ji ber ku dar bo her kesî ne. Pêşeroja zarokên me ne. Di dema xwe de bi hezaran sewal li vir hatin xwedîkirin. Heke dar bên birîn êdî kesek nema dikare sewalkariyê bike. Her çend ku ‘ciwankirinê’ weke hincet nîşan bidin jî, darên ciwan jî tên birîn.” 
 
 
QIRKIRIN XIST ROJEVA DARAZÊ
 
Welatiyê bi navê Bahattîn Alkiş jî li ser qirkirina darên wî yên li qada ser sînorê Şirnex û Perwarî ya Sêrtê li dadgehê doz vekir. Alkiş, da zanîn ku gundê wan li herêma Basyanê ye û wiha got: “Nêzî 110 hezar donimên erdê me hene. Gundê me dan valakirin û em jî neçar man ku koç bikin. Niha jî darên me dibirin. Ev nêzî du mehan e dibirin. Dema me ev yek bihîstî, me serî li Midûriyeta Daristanan a Şirnexê, Midûriyata Daristanan a Herêmê ya Rihayê, cendirmeyan, walîtî û Midûriyeta Daristanan a Sêrtê da û îtîraz kir. Me jê re got ku herêma navborî ya me ye û darên li herêmê bêyî agahiya me tên birîn. Me îtîraz kir û jê re got ku dê birîna daran qebûl nekin.” 
 
 
LI SER SERLÊDANÊ QIRKIRIN DAN SEKINANDIN
 
Di berdewamê de Alkiş got ku piştî serlêdana wan birîna daran hatiye sekinandin û wiha derbirî: “Li wê derê 160 tonên daran hatine birîn. Heta niha jî tu bersiv nedane serlêdanên me. Tenê haya me ji wê heye ku piştî serlêdana me birîna daran dane sekinandin. Veguhestina darên hatine birîn jî dane sekinandin. Ji bo ku yên hatine birîn ji wê derê veguhêzin, bi me re hevdîtinan dikin. Lê em qebûl nakin. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ dixwazin kalekolan çêbikin. Qala çêkirina rêya Wanê dikin. Dixwazin ji bo qereqolan bibirin. Em teqez naxwazin darên me bên birîn û xwezaya me bê talankirin. Em beşdarî çalakiyên li dijî vê hatine kirin jî bûn.” 
 
 
'DIXWAZIN HERÊMÊ JI MIROVAN XALÎ BIKIN’
 
Alkiş bal kişand ser ‘talan, rant û qirkirina’ bi birîna daran tê kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin ev talankirina xwezayê bê sekinandin. Li herêmê operasyon heye lewma nikarin biçin herêmê. Dibêjin qada ewlekariyê, qada şer e. Dadgeh jî nikare biçe. Herêm ji darbiran re vekirî ye lê ji dadgeran re qedexe ye. Ji bo ku herêmê ji mirovan xalî bikin van daran dibirin. Dixwazin bêdar bihêlin.”
 
MA / Azad Altay - Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin