ŞIRNEX - Dayîka Aştiyê Nahîde Ormanli ya 55 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 5 meh girtîbû, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hat berdan.
Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Nahîde Ormanli (55) ya navçeya Sîlopiya Şirnexê, di sala 2011’an de bi hinceta tevlînûna çalakiyên cûr be cûr, bi îdîaya “Ligel ne endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kirin” 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ormanli ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 5 meh girtîbû, di girtîgehê de tansiyona wê tim bilind dibû û nexweşiya wê ya şeker rû da. Ormanli ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji girtîgehê hat berdan.