DÊRSÎM - Aktivîsta mafê jinan Nadire Yoslun a li Elmanya jiyana xwe ji dest da li bajarê wê Dêrsimê bi merasîmekê hat definkirin. Birayê Yoslun Ferhat Tunç, diyar kir ku bedena wê li Elmanya bû, lê aqil û dilê wê li Dêrsim, Rovaja û Efrînê bû.”
Aktivîsta mafê jinan û xweşka hunermend Ferhat Tunc Nadîre Yolsun a li bajarê Frankfurta Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê li bajarê wê Dêrsimê hat defin kirin. Yolsun di 8’ê Adarê de li mala xwe kriza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Merasîma cenazeyê li cemxaneya Navenda bajêr pêk hat. Malbata Yolsun, hunermend Ferhat Tunç, Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, Serokê Baroya Dêrsimê Bariş Yildirim, gelek nûnerên saziyên sivîl û jin beşdarî merasîmê bûn.
‘KEDA WÊ MEZIN BÛ’
Parlamenter Alîcan Onlu di merasîmê de axivî û got: “Serê jinan saxbe. Yolsun pir zû çavên xwe ji jiyanê girt. Yoslun kedek mezin ji bo gelê Dêrsim û xwezaya wê da.”
‘AQIL Û DILÊ WÊ LI EFRÎNÊ BÛ’
Dûre Dayîk Menşure Dogan û hunermend Ferhat Tunç axivîn. Tunç diyar kir ku li hemberî mirinê tu faydeya gotinê nîne û wiha bilêv kir: “Xwişka min li Elmanya bû, lê aql û dilê wê li Dêrsim, Rojava û Efrîhê bû. Şoreşger û kedkar xwişka min. Em bi têkoşîna wê serbilindin. Emê te tu carî ji bîr nekin.” (
Piştre cenazeyê Yolsun li goristina Tulîk a girêdayî gundê Paxe Havîg hat definkirin.