Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome

  • rojane
  • 13:28 10 Tebax 2022
  • |
img

AMED - Dadgehê biryar da ku rewşa 16 rojnamegerên kurd ên girtî bidome ku di 16’ê hezîranê de li Amedê hatibûn girtin. 

 
Di 16’ê hezîranê de li Amedê 16 rojnamegerên kurd hatibûn girtin. 5’emîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Amedê ku mehane rewşa girtî dinirxîne, cara duyemîn biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome. Parêzer Resûl Temûr xwest ku miwekîlên wî bi awayekî negirtî bên darizandin, di dema binçavkirinê de li gel ku biryara bisînorkirinê nebû jî nekarîne xwe bigihînin dosyayan, ji îtîrazan tu encam bidest nexistine û got ku nîşannedana tu delîlan a ji bo venihêrîna parastinê jî li dijî “rêgeza wekheviya çekan e.” Bi domdarî Temûr anî ziman ku bi bisînorkirinê re derfetên wan çênebûn ku delîlên di dosyayê de lêkolîn bikin û li ser bixebitin bê ka ev delîl li gorî hiqûqê ne yan na. Temûr, diyar kir ku vê rewşê jî kir ku nekarin li dijî tewanan delîlên dijber pêşkeş bikin û bi vê yekê re jî mafê daxwaza komkirina delîlên dijber ji holê rakiriye. Bi domdarî Temûr, destnîşan kir ev rewş li dijî “Mafê darizandina adilane” ya di Xala 36’emîn a Makeqanûnê û di Xala 6’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de ye. 
 
‘BIRYAREKE NE LI GORÎ ARMANCA HIQÛQÎ YE’
 
Parêzer Temûr, da zanîn ku 3-4 deqîqe piştî îfadeya li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê ewraqeke ji 6 rûpelan hatiye amadekirin û ev tişt anî ziman: “Xuyaye ku ev ewraq ji berê ve hatiye amadekirin. Tenê piştî îfadeyê hatiye kopîkirin û ev pêvajo qedandine. Yek ji sedema girtinê jî weke ‘Hatiye tespîtkirin ku ji bo rêxistin xwe bigihîne armancên xwe, di bin navê çapemenî û weşanê de xebat meşandine.’ Ev tawan nakeve ber lêpirsînê. Bi vê biryarê re rêgeza şexsîbûna sûc û ceza hatiye têkbirin û biryar bi niyeteke xerab û ji armancên hiqûqê dûr e.”
 
‘BIRYARA GIRTINÊ DÊ VEGUHERE CEZA’
 
Temûr, bi bîr xist ku sedema biryarê jî weke “delîlên xurt hene ku sûc hatiye kirin” hatiye destnîşankirin û wiha pê de çû: “Biryara girtinê li dijî îçtîhadên xala 100’an a Qanûna Mihakemeya Cezayan û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) ye. Li gorî xala 100’emîn a Qanûna Mikakemekirina Ceza, divê ji bo sûc delîlên xurt hebin û heke rewşeke girtî hebe dikare biryara girtinê were dayîn. Biryara girtinê ya ji derveyî vê, dê meqseda xwe derbas bike û tevdîra girtinê veguherîne cezayekî ku ev jî binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Divê rewşa girtinê li gorî rêgazên qanûnan be. Armanca girtinê jî tevdîrek e. Di xalên 19/4 ên Makeqanûnê de gê girtin ku ji bo girtî ne reve û delîlan tune neke, tevdîra girtinê tê dayîn û ji bilî vê, her sedemên din dibe binpêkirina ewlehiya şexs.”
 
DAXWAZA BERDANA ROJNAMEGERAN KIR
 
Di berdewamê de Temûr biryarên binpêkirinê yên DMME û Dadgeha Makeqanûnê yên ji bo biryarên girtinê yên neheq pêşkeşî dadgehê kir û wiha derbirî: “Miwekîlên min ji ber xebatên xwe yên çapemeniyê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatine tawanbarkirin. Bi vê yekê re xebatên wan tên manîpûlekirin. Ev destwerdan di heman demê de li dijî azadiya çapemeniyê ye. Ev yek jî rê li ber binpêkirina xala 13’an a Makeqanûnê û xala 18’emîn a PMME’yê vedike. Pir aşkeraye ku miwekîlên min bi sedemên nerewa û derhiqûqî hatine girtin. Lewma dixwazim di çarçoveya tevdîrên kontrola edlî de bên berdan.”
 
Piştre jî Dadgeha Cezayên Silhê ya Amedê biryara xwe da û got ku bila rewşa girtî ya rojnamegeran bidome. 
 

Sernavên din

28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin