WAN / MÊRSÎN - Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, diyar kir ku weke her salê dê îsal jî li Wanê bi sedhezaran gel biherikin qada Newrozê. Li Mêrsînê jî bi bangawaziyên hatin kirin, gel vexwendin Newroz.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê pîrozbahiya Newrozê ya di 21’ê Adarê de li Wanê pêk bînin, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li darxist. Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabulak û Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan û Okkeş Kawa, nûnerên KCD û Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Umît Dede axivî û wiha got: “Dê bi sedhezaran gel biherikin qada Newrozê. Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarî Newrozê bibin. Ji bo pîrozbahiya Newrozê me serlêdanên pêwîst kirin. Emê di 21’ê Adarê roja Çarşemê saet 10.00’an de Newroza xwe pîroz bikin û em hemû gelê xwe vedixînin Newrozê.” Dê Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Stenbolê Garo Paylan û parlamenterên herêmê beşdarî Newrozê bibin. Koma Çiya û Grup Munzur dê derkevin ser dike.
MÊRSÎN
Komîteya Amadekar a Newroza Mêrsînê jî, derbarê pîrozbahiyên Newrozê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê civîna çapemeniyê li darxist. Mîtînga Mêrsinê dê di 21’ê Adarê li Qada Mîtîngê ya Tirmil pêk bê.
Li ser navê Komîteya Amadekar Hasan Kapikiran, di civînê de axivî û wiha got: “Em di roja Newrozê aştiyê biqirîn. Em li bendêne hemû gelê me bi herike qada Newrozê. Werin em bi hevre li dijî şer û faşîzmê Newroza xwe pîroz bikin û aştiyê biqîrin.”