NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Komîteya Giştî ya Meclîsa Sivîlên Reqqa û endamê Buroya Têkiliyên MSD'ê Umer Eluş vê sibê li mala xwe ya Girê Spî kuştî hat dîtin.
Hevserokê Komîteya Giştî ya Meclîsa Sivîlên Reqqa û endamê Konseya Buroya Têkiliyên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Umer Eluş vê sibê li mala xwe ya Girê Spî kuştî hat dîtin.
Hêzên Asayîşê derbarê bûyerê de lêpîrsîn destpê kirin. Têkildarî bûyerê heya niha Meclîsê daxuyaniyek fermî nedaye. Eluş piştî QSD'ê Reqqa ji DAIŞ'ê rizgar kir, bûbû serokê Hevserokê Meclîsa Sivîlan.