ÎZMÎR – Polîsan li Îzmîrê bi îdiaya “îxbarê” bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin.
Polîsan li gelek naçveyên Îzmîrê serê sibê hemwext bi ser gelek malan de girt. Operasyon bi îdiaya “îxbar” heye pêk hat û rêveber û endamên HDP’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Yên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê.
Kesên hatin binçavkirin ev in: Yakup Îrlan, Kemal Tutar, Jiyan Ozer, Gulîstan Ozer, Şehmuz Ozer, Şukran Ozer, Halîs Saka yê 70 salî nexweşê şeker. Hakan Saka, Serkan Saka, Cesîm Adiguzel ê nexweşê dil û şeker û Cemal Guneş.
Hat zanîn ku gelek kesên navên wan nehatin hînbûn jî di binçavan de ne.