STENBOL – Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di Newroza 1997'an de peyama diyalogê da. Di Newroza 1998’an de diyar kir ku Newroz dîroka azadiyê ye. Di Newroza 2013’an de jî peyama çareseriya demokratîk da. Di Newroza 2015’an de jî serkeftina Kobanê silav kir.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji salên 1990'an heta niha her sal di pîrozbahiya Newrozê de peyamên diyalog, çareserî û aştiya demokratîk û yekîtiya gelan parve kir. Ocalan di Newroza 1997'an de peyama diyaloga demokratîk xwest. Ocalan, di Newroza 1998'an de got: "Em dê di demek pir kurt de, Di çend Newrozên pêş de ez dê we bi serkeftinên hîn mezintir silav bikim." Di Newroza 2001’an de xwet Newroz bi ruhê azadî, aştî, yekîtî, dostanî û xwişk û biratiyê pîroz bikin. Ocalan xwest vîna gel bi coşek mezintir û tevlêbûnek xurttir pêk bê. Ocalan, di Newroza 2013'an de di hizûra milyonan kesan de got "Em pêvajoyek nû û serdemek nû didin destpêkirin." Di Newroza 2014'an de peyama Newrozê şand û wiha got: "Di pêvajoya ku em hatinê de êdî muzakere ferz e. Divê ev muzakere li gorî zagonan bê kirin û fermî be. Di Newroza 2015’an de peyama Newrozê şand û êdî tecrîda li ser wî dest pê kir. Di peyamadawî de wiha got: “Ez Newrozê di şexsê we de bi heviya ku ji hemû mirovahiyê xêr û serkeftinên mezin bi xwe re bîne pîroz dikim û silav dikim."
‘EM GERÎLLA Û LEŞKERAN NEXIN NAVA ÊŞÊN MEZIN'
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 1997'an de peyam ji Rojnameya Demokrasiyê re şand û wiha got: “… Werin em di vê Newrozê de rêya niqaş, biratî, bi fniqaş û fikrên xwe vekin. Em rêya diyalogê vekin û pêvajoyek asayî bidin destpêkirin. Ev şer her roj me dixe nava dijwariyan. Em wê wekî qederekê negirin dest. Em negerillayên xwe û ne jî leşkeran nexin nava jiyanek bi êş. Ez ji dil dibêjim ev şer e. Hem dikuje hem jî tê kuştin. Ger ku ji dil bin û bi rastî bi nêta baş tev digerin, ger ku para xwe ji mirovatî û biratiyê girtibin û ji olê îslamê fam dikin, bila rojên dijwar dest pê bikin em derfetên diyalogê têxin meriyetê... Em ji bo gelê xwe bikin Newroza gelan. Em bikin cejna aştî û çareseriyê..."
'NEWROZ DÎROKA AZADÎBÛNA ME YE'
Ocalan, di newroza 98'an de jî tev li MED TV bû û bi riya televîzyonê ev peyam da: “Newroz ji bo me dîrok e. Dîroka azadîbûna me ye. Em îro vî ruhê azadiyê em mezintir bikin. Di rojek wisa de divê em Ruhê Azadiyê di Newrozê de bêtir geş bikin. Em wê jiyana biçûk û ruhê biçûk ji xwe dûr bixin. Heta niha me ji bo kurdan tiştê baş kir û ji niha û şûnde jî em dê bidomîni. 25 salin me bi şeref şer gihand vir. Em dê di rojên pêş de bi serkeftinên mezin we silav bikin. Ez ji hemû gelê Kurdistanê û dostên wan di vê roja mezin de bi girêdayîna şehîdên Kurdistanê serkeftinê dixwazim cejna we pîroz dikim."
‘ROJ DÊ DI BIHARAN DE BÊTIR GERM BIKE'
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2001'an de bi riya parêzeran peyam ji Newroza Amedê re şand. Ocalan di peyama xwe de wiha got: "Çawa di dîroka mirovahiyê de lêgerîna azadiyê her dem berdewam kiriye, aştî, xwişk û biratiya ku me bi hevre li ser bingehê azadiyê dest pê kiriye jî dê dê bi kedekê pêş bikeve. Divê em êdî ji nijadperestiya teng xwe xelas bikin. Divê Tirkiye ij rewşa şer xwe xelas bike. Ez dixwazim gelê me bi vê hişmendiya yekitiya gelan tev bigere. Ev yek dê hêzê bide pêvajoya demokrasî, aştî û çareseriyê. Zimanê çareseriyê lihevkirin û aştî ye. Divê ji hewldanên ku tundiyê zêde bikin birevin. Roj dê bi biharê ji her dem bêtir germ bike. Gel dê ji her dem bêtir nêzîkî azadiyê bibe. Ez hevî dikim ku Newroz ji gelên Mezopotamya, Anadolu û Rojhilata navîn re aştî, biratiyê bîne. Ez hêvî dikim ku Newroza 2001'an bi ruhê yekîtî, azadî, xwişk û biratî û dostaniyê pîroz bikin."
PEYAMA OCALAN A 2013'AN: JI GELAN RE
Peyama Ocalan a Newroza 2013'an wiha ye: Gelê ku di dolikên Zagroz û yên Torosê de , navbera rûbarên Dîcle û Firatê de, di coxrafya ya Mezopotamya û Anatolyayê de ji şaristaniya gund û bajarvaniyê re dayikî kiriyê, ji civakên herî qedîm yek, ji gelê kurd re silav…!
Ev şaristaniya herî kevnar ya hezar salan, kurdan, bi hevkarî û biratiya civakên derdorên, xwe avakirine û bi wan re di nav aşîtiyê de jiyane. Rûbarên Dîcle û Firatê birakên Sakarya û Merîçê ne. Çiyayên Agirî û Cûdî dostên çiyayên Kaçkar û Ercîyesê ne. Govend û delîlo, xizmên Horon û Zeybekê ne. Her tim, hêzên serdest xwestine ku, bi mudaxalyên derveyîn, ji bo berjewendîyên komikan, bi zext û zorên siyasetên cuda ev civakên xwediyê vê şaristaniya kevnar û qedîm, bikin dijminên hev û du. Ji bo wê jî, hertim hewldane ku îktîdarên heq nenas û hiqûq nenas avabikin.
Emperyalîzma rojava yî, di vê dused salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi midaxalyên xwe yên derveyî, xwestin di nav civakên rojhilata navînde hişmendiya netew dewletî bipêşbixin. Ji bo vê jî, di nav civakan de tixubên sûnî xêz kirin. Di hundirê van tixuban de bi avakirina îktîdarên çewsîner û redkar, xwestin destê civakên heremê yên ereb, fars, tirk û kurdan bikin qirika hev û du.
'Serdema ferasetên mijoker û redka bi dawî bûye'
Serdema ferasetên, mijoker, redkar û çewsîner bi dawî bu ye. Civakên rojhilata navîn û asyaya navîn hişyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji şer û pevçûnên kor û yên korkirinê yên dijberên hev û du re dibêjin bese.
Bi sedhezaran, bi milyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibê û qadan têr û tijî dikin edî biratî dixwazin, çareserî dixwazin. Serhildana min, a ku di destpêkê de wekî take kesî li hember, bê çaretiyê , nezaniyê û xulamtiya ku di nav de ez jê dayik bûme dest pêkir, armanca vê serhildana min, afirandina hişmendiyeke berxwedêr, ya li hember her cureyên çewisandin û afirandina hişmendî û riheke nû bû.
'Ez îro dibînim ku, ev qîrina min gihîştiye astekê'
Şerê me, ne li hember tu etnîsteyekê ye, ne li hember olekê ye, ne li hember mezhebekî ye û ne li hember komekî ye. Şerê me, li hember çewisandinî buye, li hember nezanî bû ye, li hember bê edaletî bû ye, li hember paşvemayinê bûye, li hember her cureyên zext û zordariyan bûye. Em îro edî, ji bo Tirkîyeke nû, ji bo rojhilata navîneke nû, ji bo paşerojeke nû hişyar dibin. Bangewaziya min, jibo ciwanên ku, bi dil û can banga min pêşwazî dikin, peyama min, ji bo dayikên pîroz ên ku peyama min di dilê xwe de bi cih dikin, vegotinên min ji bo dostên ku bi serî û çevên xwe gotinên min dipejîrînin, mirovên ku bi baldarî gohên wan li dengê minê;
'Îro serdemeke nû destpê dike'
Ji serdema berxwedana çekdariyê, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe. Pêvajoya ku, bi giranî ji sîyasî, ji civakî û ji aboriyê pêk tê destpêdike. Feraseta ku, mafên demokrotîk, azadî û wekheviyê esas digre bi pêşdikeve.
Me ji bo vê gelî, bi dehan salên xwe feda kirin. Me berdêlên gelek giranbûha dan. Ev fedekarî û ev tekoşîn tu yek jî ne belesebep bûn. Kurdan kesayetiya xwe ya cewherî û nasnameya xwe ji nûve bidestxistin.
Edî bila çek bê deng bibin. Em hatin wê astê ku hewceye edî fikr û reman û siyaset pêşkeve. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesiband, înkar dikir û li derve dihişt tarû mar bû. Xwîna ku diherîke ji gelê tirk,laz, çerkez, kurd, ji tevahiya morovên vê erdnîgariyê diherike. Ez îro li hember şahediya milyonan, ku gohdariya min dikin, dibêjim ku; edî pêvajoyeke nû destpêdike. Çek na, siyaset dê pêşkeve. Edî em hatine merhaleyeke wuha girîn ku hêmanên meyên çekdar xwe vekşînin derveyê tixubê. Ez bawerdikim, yên ku baweriya xwe bimin aninê û dilê xwe ji min re vekirine, dê hesasiyetê pêvajoyê berçav bigrin û heta dawiyê biparêzin.
'Ev ne dawî, destpêka têkoşîna siyaseta demokratîk e'
Ev, ne dawîneke, destpêkeke nû ye. Ev ne dev ji tekoşînê berdane, destpêkirina tekoşîneke cuda ya nû ye.
Avakirina erdnîgariyên etnîkî û yek netewî, ji armancên modernîteya kapitalîst yên derveyê mirovahiyê ne ku tê wateya înkarkirina eslê me. Ji bo ku tevahiya civakên Anatolyayê û Kurdistanê li gorî dîroka Kurdistan û Anatolyayê, ya qedîm bikaribin bi hevre, wekhev û di nav aşîtiyê de bijîn berpirsiyarî dikeve ser milê herkesî. Bi munasebeta vê Newrozê, ez bangewazî dikim ku, herî kêm bi qasî Kurdan Tirkmen, Ermen, Asûr, Erep û civakên din jî, tîrêjên azadî û wekheviyê wekî azadî û wekhevî ya xwe ya cewherî bibînin.
Rêzdar Gelê Tirkiyê;
Bila gelê Tirkiyê bizanê be ku, heke îro di Anatolyaya qedîm de, dibin navê Tirkiyê de dikarin bijîn, viya deyndarên, hiquqa hevkarî û biratiya kurd û tirk ya hezar salane ku dibin ala biratiya îslamiyetê de pêkhatiye. Dê vê hiqûqê de, fetîh, înkar,red,pişaftina bi zorî û tunekirin tune ye. Polîtîkayên kapitalîsta modern, yên bi zext û zor, pişaftin û tunekirinê yên sed sala dawîn hêza xwe ji gel nedigirt, lê, gel nikaribû xwe jê rizgar jî bike. Ev polîtîkayên dijwar, tenê hewldanên koma ku tevahiya hiqûqa dîrokî û biratiyê înkar dikirin. Di roja me de, ev hewldanên ku hêza xwe ji polîtîkayên dijber hiqûqên dîrokî û biratiyê digirtin bi tevahî teşhîr bûne. Ji bo, bi dawîkirina vê zilmê ez bangewazî dikim, herdû hezên rojhilata navîn yên sereke û sitratejîk mil bidin hevûdu û li gorî dîrok û çanda xwe ya kevnare modernîteya demokratîk avabikin.
Dem ne dema îxtîlaf , şer û pevçûnane, dem dema tifaq, hevkarî û hevûdu helmêzkirin û helalkirinê ye.
Gelê kurd û tirk bi hevkarî şerê azadiyê kirin û li Çanakaleyê di helmêza hevûdu de şehît ketin. Di sala hezar û nehsed û bîstan (1920) de Meclîsa Tirtkiyê Ya Mezîn (TBMM) bi hevre vekirin. Rasteqîniya dîroka me ya hevpar, rastiya duhatiya me ya hevpar jî nîşanê me dide û plansaziya hevpar li ser me ferz dike. Rihê avakirina Meclîsa Tirkiyê ya mezin îro jî serdema nû ronî dike.
'Bila hemû civak di nava modernîteya demokratîk de cih bigirin'
Tevahiya nûnerên civakên bindest, nûnerên çînî û yên çandî yan;
Bangewaziya min ewe ku ; Çînîyên bindest yên yekemîn jin, mezheb, tarîkat û tevahiya civak û komên çandî yên din, nûnerên karkeran, civak û kesên ku derveyê pergalê hatinê hiştin, yekane vebjêrka xelasiyê, di avakirina modernîteya demokratîk de cih bigrin, hişmendî û pergala wê fêrbibin.
Lêger û daxwaza Rojhilata navîn û Asyaya navîn ewe ku li gorî cewherê dîroka xwe, ji xwe re pergaleke hemdem, demokratîk û modern biafirîne. Bi qasî nan û avê şênber pêdivî bi lêger û lêkolîna, modeleke ku herkes karibe tê de azad, wekhev û bi biratî tê de bijî heye. Ji bo avakirina vê modelê jî, dîsa pêşengiya çandên erdnîgariya Mezopotamyayê û Anatolyayê jênegere.
Wekî ku, demek nêzik de di çarcove ya Mîsak-î Mîlî de bi hevkariya tirk û kurdan tekoşîna azadiyê hatibû dayîn, îro jî têkilyeke wekî bermayiya wê, ji wî firehtir,kûrtir û rojane em dijîn.
Li gel tevahiya kêmasî û şaşiyên not (90) salên dawîn, carek din em tevahiya civakên bindest û mexdûr, civakên ku bi felaketên cuda re rû bi rû mane, çînî û çandan digirin rex xwe û hewl didin ku modeleke nû biafirînin. Bangewaziya me ewe ku, ev derdorên ku em qal dikin, tevahî bi rêbaza wekheviyê, azadî û demokratîkbûnê xwe birêxistin bikin.
Li dijberê Mîsak-î Milî kurd perçebûn û îro di komara Iraq û Sûriyê de bi gelek pirsgirêk, şer û pevçûnan re rû bi rû dimînin. Bangewaziya min ewe ku ; Kurd, Tirkmen, Asûrî û Ereb di bin banê "Konferansa Hevkariya Netewî û Aştiyê" de rasteqîniya xwe nîqaş bikin, têbigêjin û xwediyê biryarbin.
Li hember polîtîkayên bihevşerkirinê emê biratiyê avabikin, li hember polîtîkayên ji hev cudakirinê emê yekîtya gelan avabikin.
Yên ku nikaribin rihê demê bixwînin dê herin sergoyê dîrokê. Yên ku li hember herîkina avê berxwe bidin, dê herin terîşê.
Gelên heremê şahediya rojbûna berbangeke nû dikin. Gelên rojhilata navîn, ji şer û pevçûnan, ji hevûdû qutbûn û ji perçebûnan gelek westiyane, lewre edî dixwaze li ser kok û rehên xwe, bi alîkarî û hevkarî bi destê hevûdu bigrin, mil bidin hevûdu û ji nû ve rabin ser piyan.
Ev Newroz ji bo me tevahiyan mîzgînî ye.
Heqîqetên ku di çîrokên Hz. Musa, Hz. Îsa û Hz. Muhammed de cih digirtin, îro bi mizgîniyeke nû dikevin jiyanê. Mirovahî hewl dide ku hundahiyên xwe carek din bidest bixe.
Em tevahiya destkevtiyên şaristaniya hemdem yê rojavayê red nakin. Em ji hêla wê ya ronakbîr, wekhev û demokratîk sûd werdigrin, em ji hêla wê ya erênî û ji ya xwe ya gerdûnî sentezek çêdikin û dikin jiyanê.
Hîma tekoşîna nû, fikir, raman, bîrdozî û siyaseta demokratîke, hemleyeke demokratîkbûnê ya mezin destpêkirine.
Silav ji wan re, yên ku hêz didin vê pêvajoyê, yên ku piştgirî didin çareseriya demokratîk û aşîtiyê,
Silav ji wan re, yên ku ji bo biratî, wekhevî û demokrasiya azad berpirsiyarî digrin ser milên xwe,
BIJÎ NEWROZ, BIJÎ BIRATIYA GELAN
PEYAMA 2014'AN A NEWROZÊ
2014: Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2014'an de diyar kir ku di pêvajoya diyalogê ya heta niha her du aliyan hevdu test kirine û got, “Tevî ku pêvajoyên diyalogê girîng in jî, girêdêriyekê şanî nadin. Nuqteya ku em hatinê, ji bonî sîstematîka muzakereyan çarçoveyeke qanûnî nebe nabe ye."
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:
“Temamên dostên ku dilê wan bi agirê Newrozê û aştî û azadiyê geş dibe, merheba! Ez gelê xwe yê li Mezopotamyaya ku dergûşa şaristaniyan e, agirê Newroza bihişmet veguherand şahiyek hişyarbûn û demokrasiyê silav dikim. Di şexsê we de ez hezkirinên xwe dişînim ji temamên jin û ciwanên welatê xwe re. Ez bangî her kesên ku di dilê xwe de ji aştiyê re ciyek veqetandiye, li dengê me guhdar kiriye dikim. Temamên Tirkiyê, bi ruhê piştgiriya sedsalan bibin yek. Ez cejna gelên bira yên Rojhilata Navîn û Asyayê ku dergûşî ji dîroka şaristaniya dinyayê re kirine jî pîroz dikim.
Ji we tevan re, silavên jidil û can dişînim. Merheba..!
Me agirê şer ê ku şaxên ciwan, can û evîn û ked, tev kiribû arî, dîsa di rojeke wiha de, di Newrozê de tefandibû û ji bona aştiyê meşaleya vejîneke mezin pêxistibû.
Gelê Tirkiyê, yê xoşewîst!
Dîrokê şanî me daye ku rêbertiyeke aştiyê ya bi biryardar neyê pêşandan, ew ê pirsgirêkên dîrokî bi ya xwe bikin û bi gelemperî ew ê bersivên tev bi xwîn û elem û mirin bidin me. Pirsa herî şewat ya li ber me, ku li hêviya bersivê ye, gelo bila darbe her tim xwe dubare bikin, an jî bi demokrasiyeke tam û radîkal em bi riya xwe de bimeşin e. Rewşa rojane ya şênber ku ji Newroza dawin û heta îro em dijîn, tam jî vê riya veqetînê ku dijwarttir dibe şanî me dide. Ya ew ê rejîma komploker û darbeker ya ku, pişta xwe daye modernîteya kapîtalîst, ya van 200 salên dawîn, ji nûvde xwe restore bike û dewam bike, yan jî têkiliyên Kurd û Tirkan ên ku li ser armanca xwe ya dîrokî hatine rûniştandin ew ên di reformên demokratîk ên berfireh de derbas bibin û bi rejîmeke qanûna bingehîna demokratîk makenîzmayên komploker û darbeker parçe bikin û çareseriyê bînin. Temamên riyên navber û demî êdî mîada xwe dagirtine.
ÇARÇOVEYEKE QANÛNÎ JÊNEREV E
A ku heta niha dewam dikir pêvajoyeke diyalogê bû û girîng bû. Di vê pêvajoyê de herdu aliyan jî neytên hev î qenc û rastîn û têrkerî test kirine. Vê testê daye xuyakirin ku ligel helwesta xwegirankirin, ji bingeha qanûnî revîn û dirêjkirina demê ya hikumetê, herdu alî jî di lêgerîna aştiyê de bi biryarin. Lê herwiha ligel ku pêvajoyên diyalogê girîngin jî girêdêriyekê şanî nadin. Ji ber vêna ji bonî aştiyeke mayînde ewlehiya têr û tije dernaxin holê. Nuxteya ku em hatinê, ji bonî sîstematîka muzakereyan çarçoveyeke qanûnî jênerev e.
DEMA ME LI BER XWE DE AN EM NETIRSIYAN, DEMA EM LI HEV BÊN JÎ EMÊ NETIRSIN
Aştî ji şer zortir e, lê aştiyeke her şerî heye. Dema ku me li ber xwe dida em neditirsiyan, dema ku em li hev bên jî em ê netirsin.
Berxwedana me ne li hember gelên bira bû, li hember pergala hegemonîk, înkarker, a ku tune dikir û zilimkar bû. Herwiha aştiya me jî ne ji bonî hikumet û dewletan e, ji bonî gelên ku nirxên vê axê yên kevn û hezar salî dahurandine û amadekarên bêhempa yên mîrata çandî yê dinyayê ew gelên Enedolê, Kurdistan û Mezopotamyayê ye. Hikumet û dewlet divê li gorî vê rastiyê tevbigerin û barê wan pêşxistina cidiyeteke li gori vê rastiyê ye.
DIVÊ LI HEMBERÎ KOMPLOYÊN NAVNETEWEYÎ HIŞYAR BIN
Rêwîtiya me ya mezin a aştiyê ji Osloyê heta Parîsê, ji Geverê heta Licê, ji operasyonên KCKê heta helwesta zalimane ya li ser nexweşên girtî, rasti gelek êrîşan hatiye. Va, ya ku ew ê van lîstokên qirêj tev xerabike, serdestiya Gladyoya Navnetewî hilweşîne û vala derxe ev tevger e; yanî hûn in. Di bêtesîrkirinatemamên pergalên wêristî yên di herêmê de, para mezin a têkoşîna ku me daye heye. Li hember komployên navnetewî, ku bi hezar şêweyî derdikevin pêşiya me, divê em baldar bin, ev peywireke me ya dîrokî ye.
Herwiha uslûb û zimanekî xweş û rast, ligel ku ew ê rêbazên şerê psîkolojîk û nîjadperest vala derxe, ew e bibe karakterê bingehîn ê aştiya me ya mezin.
Ev aştî di serî de li Rojava, li temamê herêmê ancax ew ê bi çareseriyên demokratîk ên qanûnî bê xurtkirin.
Jin, ligel potansiyela azadî û wekheviya mezin, bi lêzêdekirina nirxên exlaqî û bedewî, yên nû, ku ew ê li pêşveçûna demokratîk a civakî zêde bikin, ew ê bibin barhilgirên esasî yên vê aştiyê.
Tevgera me wek tevgereke ciwan destpê kiriye û her tim ciwan maye. Li hember êrîş û provakasyonên li ser vê aştiyê, ew ê dîsa ciwan bibin parastvanên nebez û berxwedêr.
Gelê me yê ku di serî de Ewrûpa, koçberî çar aliyên dinyayê bûne, ew ê bibin dengê me yê ku ji dinyayê re aştiyê û jiyana bi rûmet û azad diqîre.
Temamên rêhevalên me, yên ku li her warên ku hêvî ber bi tunebûnê ve çûye, bi vina xwe ya bêhempa jiyana xwe, tenduristiya xwe û azadiya xwe, bêyî ku çavên xwe bişikînin dane, ew ê bibin sparteka me ya bingehîn.
Ligel gotinên nijadperestîn, dabeşkar û biçûkdîtin û xwîn û nefretê; bi serpêhatiya biratiya hezar salî ew ê gelên Tirkiyeyê bibin bersiva heri xurt.
Bi baweriya welatekî tam demokratîk ku ew ê lê temamê gel û baweriyan, çand û ked xwe azad bibînin, bi hestên xwe yên herî şoreşger we tevan silav dikim.
Bangî her kesên ku li hemberi dem û mirovahiyê xwe berpirsiyar dibînin dikim ku bibin kevirên avahiya aştiya me ya mezin.
PEYAMA NEWROZA 2015'AN WIHA YE:
Peyama Ocalan a Newroza 2015'an wiha ye:
"Ji hemû gelên me re; Ez Newroza hemû gel û dostên me yên li cem aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê sekinîne silav dikim. Qeyrana polîtîkayên neolîberal ên ku kapîtalîzma emperyalîst û hevkarên wê yên herêmî li ser hemû dinyayê ferz kirine, di welat û herêma me de, bi awayeke wêranker tê jiyîn. Cudahiyên olî û nîjadî yên çand û gelên me, di nav vê qeyranê de, bi şerên nasnameyan ên bê merhemet û bê wate tên tunekirin. Ne nirxên me yên dîrokî, ne yên nûjen, ne jî yên wijdanî û siyasî ji vê tabloyê re, tu carî nikare bêdeng û bêhistiyar bimîne. Berovajiyê vê, mudahaleyeke lezgîn, berpirsiyariya me yên yeqîniyên olî, siyasî û exlaqî ye.
Têkoşîna ku me ji bo demokrasî, azadî, biratî û aşitiya birûmet a gelên welatê me, meşand; îro di şêmûgeke dîrokî de ye. Têkoşîna tevgera me ya çil salan a ku bi êşan dagirtî ye weke ku vala neçû, hatiye merhaleyeke wisa ku nikare bi heman awayî bê meşandin. Dîrok û gelên me, ji me, çareseriya demokratik û aştiyeke li gorî ruhê serdemê dixwazin. Li ser vê bingehê, di Qonaxa Dîrokî ya Dolma Bahçeyê de, bi bingeha deklerasyona ji deh xalan pêk tê ya ku ji aliyê me hemûyan ve, bi awayeke fermî hat îlankirin; em bi destpêkirina pêvajoyeke nû re rû bi rû ne.
Bi pêkhatina mutebaqata li ser rêgezan a ku deklerasyon ferz dike; PKK têkoşîna ku teqrîbên çil sal in li dijî Tirkiyeyê meşandin û ji çekê pêk dihat, bi dawî bikin; ji bo stratejî û taktîkên xwe yên siyasî û civakî yên li gorî ruhê serdemê diyar bikin, ez, lidarxistina kongreyekê, pêwîst û dîrokî dibinim. Ez hêvî dikim ku di demeke herî kin de, em xwe bigihînin mutebaqata rêgezî û bi derbasbûna ji komisyona ku bi nûnerên parlamentoyê û ji lijneya şopandinê pêk tê, em ê bi awayeke serkeftî realîzekirina vê kongreyê bijîn. Bi vê kongreya me, êdî serdemeke nû dest pê dike. Di vê serdema nû de, di nav Komara Tirkiyeyê de, bi bingeha welatîtiya makezagonî, wek civakeke demokratîk û xwedî nasnameya demokratîk, em dikevin pêvajoya jiyana bi biratiyê ya di nav aştiyê de.
Bi vî awayî em, ji ser paşxaneya Komara Tirkiyeyê ya 90 salî ku bi pevçûnan tije ye, gav davêjin û ber bi pêşerojeke ku bi aşitiyeke rasteqîn û bi krîterên demokratîk ên gerdûnî hatiye honandin ve dimeşin. Tişta ku li dîroka rasteqîn a Newrozê tê jî, di hizûra we de, silavkirina merhaleyeke wisan e. Lê bele, diyardeyên ku ji bo welatê me û gele me rast in, divê, di heman demê de, ji bo herêma me ya bi pîroziyan tije ye jî, derbasbar be. Rastiya kapîtalîzma emperyalist ya bi giştî dused salên dawî, bi taybetî jî ya sed salî ev e ku li ser bingeha neteweperestiya netewedewletiyê, nasnameyên nijadî û olî, bi awayeke li dijî cewherê xwe, ber bi hindurê xwe ve tewandin û ji hev re kirin dijmin; yanê li gorî politikaya perçe bike û bi rê ve bibe, hebûna xwe bi awayeke bê merhamet heta roja îro anî!
Divê em bizanin ku hêzên emperyalîst ên ku dev ji emelên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bernedane, zordariya wan a herî dawiyê bi şikilê DAIŞ'ê derketiye holê. Ev rêxistina ku wateya hovitiyê jî, bê wate dihêle; bêyî ku bibêje ev, jin û zarok in, di serî de Kurd, Tirkmen, Ereb, Êzîdî û Asûrî-Suryanî, li dijî hemû gel û yeqiniyên herêmê, komkujiyên hovane pêk anîn.
Roj ew roje ku vê dîroka bê merhamet û wêranker bi dawî bikin û derbasî aştî, biratî û demokrasiyê ya ku li gorî paşxaneya me ya rasteqîn bibin. A ku ez rast dibînim û ya ku li gorî baweriya min e, ev e ku netewedewletên ku, neteweperestiya wêranker, tuneker, pevçûner aniye dinyayê, jê bihartina bi siyaseta demokratik, bi nasnameyên demokratik ên vekirî re, neçariya derbasbûna hevpariyekê ye. Ji bo vê yekê, ez bang li netewedewletan dikim ku bila di nav xwe de, bi siyaseta demokratîk, cureyeke nû ya hevpariya demokratîk pêk bînin û dîsa netewedewlet bila di navbera xwe de, mala hevpar a demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.
Bê vê, bi sedema îro, ez bang li xort û jinên ku ji bo azadiyê perwaz didin dikim, ku piraniya civata we ya mehşerî pêk tînin, bila di têkoşîna wekhevî û azadiyê de, di qadên aborî, civakî, siyasî û ewlehiyê yên serdema li ber me de, bi awayekî herî çalak cih bigirin û bi ser bikevin. Derveyî vê, ez silav li berxwedan û serkeftina Kobanê dikim ku hem ji bo herêma me hem jî ji bo dinyaya navneteweyî wateyeke xwe ya mezin heye. Li ser vê bingehê, ez silav li ''Ruhê Eşmeyê'' dikim ku wek remza dîroka nû ya di navbera gelên me de ye. Hemû van tespîtên ku min hewl da ku ez li jor diyar bikim; heke bi hevokekê bibêjim: ev, ji bo wek civak ji nû ve revizyon, restorasyon û ji nû ve avakirina dîrok û rojaneyîtiyê bangeke hêja ye.
Careke din, ez di şexsê vê Newroza dîrokî de, bi daxwaza, ji bo hemû mirovatiyê bibe sedema xêrên mezin, silav dikim. "
MA / Yasin Kobulan