ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, diyar kir ku di sala 1937’an bi îmzeya Sadabat Pakti li Helepçeyê komkujî li ser Kurdan pêk anîn û di salvegera wê de vê carê jî hewl didin li ser Efrînê vê komkujiyê pêk bînin.
Di ser komkujiya Helepçe ya di 16’ê Adara 1988’an de,ji aliyê Saddam Huseyîn ve li Iraqê pêk hat 30 sal derbas bûn. Komkujiya Helepçe mîna lekeye kreş derbasî rûpelên dîrokê bû. Di vê komkujiyê de bombeyên kîmyesalê yên weke gaza Sarîn û Hardal tên nasîn, li herêma Germiyan û Helepçê hatin barandin. Di van bombebaranên kîmyesalê ku behna sêvan li derdorê belav dike de, 5 hezar mirol mirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Piştî balafirên şer paşde vekişiyan, hemû kolanên Helepçeyê bi cenazeyan tije bûn û di rewşa bajarekê wêrankirî debû. Helepçe ku nifusa wê nêzî 75 hezar bû, piştî komkujiyê hema bêje bajêr hat valekirin.
‘ÊN MIRIN KURD BÛN, JI BER VÊ JI NEDÎTÎVE HAT’
Berpirsê komkujiyê her çiqasî Saddam Huseyîn be jî, dûre derket holê ku DYA , Fransa û Elmanya ev çekên kîmyewî dane wî. Çawan ku hemû welatên cîhanê li dijî vê komkujiyê bêdeng man, kuştina bi hezaran kurdan jî ji nedîtî ve hatin. Kurdên ku duh li Helepçeyê li ber çavên cîhanê kuştin, di salvegera komkujiyê de îro jî li Efrînê bi sedhezaran kurd bi komjiyê re rû bi rû ne. Dîsan cîhan bêdenge û çavên xwe girtine.
‘HELEPÇE SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Lezgîn Botan ê Komkujiya Helepçe lêkolîn dike û ji bo ku komkujî weke “Jenosît” bê naskirin pêşniyar name da bû meclîsê. Botan, komkujiyên duh û îro yên li ser gelê kurd nirxand û wiha axivî: “Berî Helepçeyê, di Komkujiya Enfalê ya di 14’ê Nîsana 1986’an de 200 hezar kurd bi saxî defin kirin. Bi destûra dewletên navneteweyî li Helepçeyê, sûcên mirovahiyê kirin û ev komkujî dinava sûcên jenosîde cih digire. Gazên mirov û zindiyan tune dikin hatin bikar anîn. Gava em ji Helepçeyê roja me ya îro mêze dikin, planên qetilkirinên kurdan, li çar parçeyên Kurdistanê berdewam dikin. Hemû dewlet di çarçoveyê konseptekê de van pêkanîna bi rêve dibe.”
‘SADABAT PAKTI DÎSAN DI DEWRÊ DEYE’
Botan, diyar kir ku di 8’ê Tîrmaha 1937’an di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Afganîstanê de peymana Sadebat Paktî hat îmzekirin û got: “Di vê peymanê de madeyên çalakiyên kuştinên sivîlan û koçber kirina kurdan hebûn. Di vê çarçoveyê de Tirkiye li dijî Başûrê Kurdistanê operasyonan pêk tîne, lê êdî tu wateya vê yekê nemaye. Lê Iraq, Îran û Tirkiye li dijî kurdan dinava hevkariyê dene. Ev hevkarî di roja îro de dirêjî heya Efrînê dibe. Li Rojhilata Navîn di çarçoveya peymana Sadabat Pakti de, ev dewletên li ser axa Kurdistanê serdestiya xwe ava kirine, mafê wan hene ku sinorên hev dagirker bikin û cezayên giştî pêk bînin. Îro jî li Efrînê hewl didin paqijiyeke nijadî pêk bînin. Em rêyeke ku dîçe jenosîdê dibînin, heye. Ger hêzên navneteweyî nekevin nava tevgerê, dê mirovahî berteka pêwîst nîşan bide. Bi destên terorîstên selefî yên 50’î hezar kes ji Asya Navîn, Kafkasya û Kirgizistanê kom kirin dê bi rehetî komkujiyan bikin.”
Botan da zanîn ku ne mimkune navçeyek karibe gefan li hevgirtina axa Tirkiyeyê bixwe û wiha bi dawî kir: “Ger mimkun jî be, divê NATO bixwe bikeve dewrê. Lê NATO jî baş dizane, tu gefa Efrînê tuneye. Tirkiye bi çekên NATO û piştgiriya Rûsyayê êrîşî Efrînê dike. NY çawan ku li Yagoslavya û Saray Bosna bêdeng ma, niha jî bêdeng dimîne. Lê gava roja wê hat dê fatureya vê yekê danîn pêş berî Tirkiyeyê. Nexwe ne ku ji ber rastiyê nizanin, bêdengin. Ger jenosîdek li Efrînê pêk were, yên ku qada hewayê ji Tirkiyeyê re vekirin jî mîna wê dê sûcdar bin û hesap bidin. Di serê vê yekê de jî Rûsya tê.”
MA / Berîvan Altan