STENBOL – Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin bersiv da gotinên “Rê li ber axa me ya sed sal berê vedibe” yên Devlet Bahçelî û got: “Axa Efrînê ya kurdan e.”
Tirkiye bi komên OSO’yê re 55 roj in ji hewayê û li bejahiyê êrîşî axa Efrînê dike. Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin êrîşên li ser Efrînê nirxand û bersiv da gotinên “Rê li ber axa me ya sed sal berê vedibe” yên Devlet Bahçelî.
‘EW DER ÇIYAYÊ KURMÊNC E’
Aydin anî ziman ku gotinên Devlet Bahçelî li dijî hiqûqê ne, maf nas nake û li ser navtêdana civakê ne û got: “Di rastiya xwe de gotinên Bahçelî ji zanînê dûr in. Hem îro û hem jî sed sal berê li herêma Efrînê kurd dijîn. Sed sal berê jî wiha bû û niha jî wiha ye. Herêm cihek pir dîrokî ye û bi navê Çiyayê Kurmênc tê nasîn. Diyar e ew der warê kî ye. Devlet Bahçelî behsa serdestiya osmaniyan a sed sal berê ya li wir dike. Halbûkî divê mirova viya bidarizîne. Çunkî ew der ji aliyê padîşahê Osmanli Yavuz Sultan Selîm ve bi darê zorê hatiye sitendin. Di sala 1516’an de di encama şerê li Mercîdabikê hat lidarxistin de Osmaniyan bi darê zorê wir sitend. Ew der di xwezaya xwe de ne parçeyek Osmaniyan bû. Em behsa cihek ku bi darê zorê hatibû sitendin. Ne hewceye mirov gotinên Bahçelî hilde micidbûnê jî. Dixwazin dîroka Efrînê berevajî bikin.”
‘DIXWAZIN BI TIRKPERESTIYÊ KURDAN BÊ WAR BIHÊLIN’
Aydin bibîr xist ku Efrîn cih û warê kurdan e û Efrîn kurdan temsîl dike. Aydin got ku di serdema têkoşîna netewî de jî kurdan xwestiye bi tirkan re li ser siberojekê li wir bijîn. Aydin diyar kir ku kî çi dibêje bila bibêje ew der axa kurdan e. Aydin wiha dewam kir: “Kurdan wek kurdên li Tirkiyeyê xeyala bi tirkan re bijîn ava dikirin. Lê pişt re hebûna kurdan tune hat hesibandın. Ya esil ku kurdan tune dihesibîne zimanê tirkperestiyê ye. Dixwazin ku kurd li tu deverê nebin xwedî cih û wan bê war bihêlin.”
‘JI BO FILÎSTÎNÊ ÇI TÊ XWESTIN DIVÊ JI BO KURDAN JÎ BÊ XWESTIN’
Aydin banga rawestandina şer û kuştina sivîlan kir û got: “Çi dibe bila bibe divê derfetê bidin amûrên aştiyê û rêbaza aştiyê li Efrînê pêk bê. Lê divê raya giştî ya cîhanê û saziyên mafê mirovan jî li hember van kuştinan bêdeng nemîne. Tişta ji bo Filîstin, Bosna, Uygur û gelek deverên din tê xwestin divê ji bo kurdan jî heman tişt bê xwestin. ”
MA / Bîlal Seçkîn