DÎLOK – Seroka EMEP’ê ya Dîlokê Fatma Keskîntîmûr bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê da û got: “Dayikên li Efrînê li dijî şer radiwestin, hêzê didin me. Em li vir, ew jî li wir aştiyê diqîrin.”
Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê di roja 55’an de ne. Seroka EMEP’ê ya Dîlokê Fatma Keskîntîmûr bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê da û bi bîr xist ku îktîdar van êrîşan dike malzemeya siyasetê. Keskîntîmûr anî ziman ku êrîşên tên kirin şerê li Sûriyeyê gur dike û aştiyê bi derengî dixe. Keskîntîmûr got, dayikên ku li Efrînê li dijî şer radiwestin û aştiyê diqîrin hêzê didin wan.
‘WÊ PEVÇÛNA DI NAVBERA GELAN DE ZÊDE BIBE’
Keskîntîmûr, destnîşan kir ku ew li dijî vê yekê ne ku welatek li xaka welatekî din operasyoneke leşkerî pêk bîne. Keskîntîmûr diyar kir ku wê ev êrîş pevçûnên di navbera gelan de zêdetir bike û got: “Ji roja ku operasyon dest pê kiriye heta niha, kirinên AKP’ê pêşbîniyên me piştrast kirin. Çimkî ji wê rojê ve Rewşa Awarte bi kar tîne, kesên li dijî şer dertên û doza aştiyê dikin wekî ‘terorîst’ îlan dike û vê yekê dike malzemeya siyasetê. Gelek hevalên me û gelek welatî ji ber ku doza aştiyê kirin hatin binçavkirin û girtin.”
‘ZAROKÊN FEQÎR Û KEDKARAN DIMIRIN’
Keskîntîmûr, diyar kir ku yên di şer de dimirin zarokên feqîr û kedkaran e û got: “Her çedn ji ber şert û mercên Rewşa Awarte welatî nikaribin fikr û ramanên xwe bînin ziman jî, wekî ku derdoreke berfireh doza şer dike bixuyê jî, lê di asasê xwe de ev yek ne wisa ye. Dema em bi mirovan re diaxivin em bersiva rastîn digirin. Em baş dizanin ku kesên şer dan destpêkirin jî vê yekê rewa nabînin.”
‘JINÊN EFRÎNÎ HÊZÊ DIDIN ME’
Keskîntîmûr destnîşan kir ku Rojava ji bo jinan cihwareke girîng e û got: “Şoreşe li wir wekî şoreşa jinê tê wesifandin. Em bi heyran û hijmetkarî li jinên li li Efrînê li dijî şer aştiyê diqîrin temaşe dikin. Ev îktîdar ji têkoşîna jinan ditirse. Muhafezakarên bi vî rengî, îktîdarên paşverû jixwe zaf ji jinan ditirsin. Dayikên ku li Efrînê li dijî şer radiwestin hêzê didin me. Em li vir, ew jî li wir aştiyê diqîrin. Em ji êkoşîna wan, ew jî ji têkoşîna me hêzê distînin.”