Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin

AMED - Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag bang li ciwanan kir ku beşdarî mitîngên “Çareserî em in” yên Amed û Stenbolê bibin û wiha got: “Dê jin û ciwan selteneta desthilatdariya AKP-MHP’ê hilweşînin.”

 
Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dêrsim Dag li Buroya Şêwirê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Dag, di serî de qurbaniyên Komkujiya Êzidiyan bi bîr anî û wiha got: “Di Fermana 74’an de zêdetirî 6 hezar jin û zarokên êzidî hatin revandin û bi hezaran jê hatin qetilkirin. Ev zîhniyeta dijminatiya jinan dike îro jî li her devera Tirkiyeyê xwe nîşan dide.” 
 
Dêrsim Dag bal kişand ser cezayê disiplînê yê li siyasetmedar Ayla Akat Ata û Ayşe Yagic hatiye birîn ku ji ber silavê hatibû dayîn Aykat û got ku ev mînaka faşîzmê ya AKP’ê ya herî dawî ye. 
‘ÎŞKENCE LI AYSEL TUGLUK TÊ KIRIN’ 
 
Bi domdarî Dag bal kişand ser siyasetmedar Aysel Tugluk û ev tişt anî ziman: “Aysel Tugluk nexweşa demansê ye û parêzerê xwe jî nas nake. Lê di Doza Kobanê de bi darê zorê hewl didin îfadeyê wê bigirin. Ev, rêbaza îşkenceyê ye. Ev îşkence, ji îşkenceyên Esat Oktay a li Zindana Amedê gelek wêdetir e. Yek ji mînakên dijminatiya AKP-MHP’ê ya li dijî jin û kurdan û xala herî dawî ya polîtîkaya êrişê ya li dijî girtiyên siyasî ye. Di serî de Aysel Tugluk, divê hemû girtiyên nexweş di zûtirin demê de bên berdan. Ev yek rêbazeke îşkenceyê ye û îşkence jî sûcê li dijî mirovahiyê ye.” 
 
DURÛTIYA AKP’Ê
 
Piştre jî Dag bal kişand ser “Doza N.Ç.” û da zanîn ku yek ji îstîsmarker Şeyhdavut D. di çalakiya Qeymeqamtiya Dêrikê de weke “Rûspiyên civakê” hatiye nîşandan û wiha domand: “Polîtîkayên şerê taybet a AKP-MHP li dijî jinên kurd û kurdan dimeşîne tenê bi van sînor nîne. Serpel û keya jî di nav de keçeke 13 salî rastî destdirêjiya 28 kesan hat û yek ji bersûcên ‘Doza N.Ç.’ di çalakiyeke qeyûmê AKP’ê de weke rûspiyê civakê hatiye vexwendin. Vê yekê durûtiya AKP’ê raxist ber çavan. Ji hêlekî ve di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de li Kurdistanê li dijî jinên ciwan ên kurd tacîz û destdirêjiyê bi awayekî sîstematîk dimeşînin, li hêla din jî li dijî tacîz, tecawiz û tiryakê nêrînên bersûcê ku ji tacîz û tecawizê tê darizandin guhdarî dike.” 
 
ASTENGIYÊN JI BO TURNÛVAYA CIWANAN TÊN DERXISTIN
 
Bi domdarî Dag bal kişand ser Turnûvaya Kemal Kurkut a bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a HDP’ê tê lidarxistin û wiha derbirî: “AKP-MHP hewl dide xebata Meclisa Ciwanan a AKP-MHP’ê ya li dijî polîtîkaya şerê taybet daye destpêkirin îllegalîze bike. Di çarçoveya kampanyaya me ya bi dirûşma ‘Em bendîbûnê têk bibin, jiyana nû ava bikin’ de li 11 bajaran turnûvaya futbolê hat destpêkirin. Weke kevneşopiyekê em her sal vê turnûvayê li dar dixin. Lê her sal tê îllegalîzekirin, astengiyan derdixînin û zextan dikin. Bi kar anîna navê Kemal Kurkut weke ‘propagandaya rêxistinê’ dinirxînin û îllegalîze dikin. Kujerê Kurkut nehat cezakirin lê Kurkut bi xwe weke ‘terorîst’ tê ragihandin û hewl didin turnûvaya me îllegalîze bikin. Bi hinceta pankarta derheqê komkujiyên Zaxo û Roboskê, li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê 11 hevalên me bi îşkenceyê hatin girtin. Em li vir careke din dibêjin ku ciwan zû yan jî dereng dê hesaba ji berpirsyarên komkujiyên Zaxo û Roboskê bipirse.” 
 
GEF LI KESÊN TEV LI TURNÛVAYÊ BÛNE XWARIN 
 
Di berdewamê de Dag ev tişt anî ziman: Bêhiqûqiyên li dijî turnûvaya me ne tenê bi vê sînor in. Di bin navên agahî û pêşîlêgirtinê de li malbatên kesên beşdarî turnûvayê bûne tê gerîn, vedixwînin emniyetê, li wir gef lê tê xwarin ku xwe ji turnûvayê vekişînin. Îskanên ku li ser BOF hatiye nivîsandin didin ciwanan û jê dixwazin ku tev li turnûvayê nebin. Mebesta wan ne tenê îllegalîzekirina turnûvayê ye, ji bo betalkirinê tişta ku ji dest tê dikin. 
 
EM Ê DEV JI SIYASETA DEMOKRTÎK BERNEDIN
 
Di demekî nêz berê 12 endamên Meclisa Ciwanan a partiya me ji ber xebatên HDP’ê hatin binçavkirin û ji wan 5 jê bi sedema daxuyanî û xebatên partiyên siyasî hatin girtin. Em li vir dîsa bang li AKP-MHP’ê dikin; Weke Meclisa Ciwanan a HDP’ê em ê her roj xwe bêhtir birêxistin bikin û bi ti awayî dest ji siyaseta demokratîk bernedin. 
 
DIVÊ HEVALÊN ME BÊN BERDAN
 
Di serî de endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê, divê hemû hevalên me yên ji ber xebatên HDP’ê hatine girtin werin berdan. Dixwazin ciwanan ji qada siyaseta demokratîk dûr bixin û rê li ber siyaseta li dijî AKP-MHP’ê bigirin. Em jî dê li dijî vê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin û xebatên xwe bidomînin. 
 
ÇARESERÎ EM IN 
 
Ne baweriya desthilatdariyê bi ciwanan heye û ne jî ciwan dê destûrê bidin ku AKP-MHP desthilatdariya xwe bidomînin. Em li hemberî vê tabloya tarî bêçare nînin. Em ê xwe birêxistin bikin û selteneta desthilatdariya AKP-MHP’ê hilweşînin. Em di her firsendê de dibêjin ku li dijî van polîtîkayên AKP-MHP’ê, çareserî em in. 
 
BANGA JI BO MITÎNGAN
 
Dê di 6’ê tebaxê de li Amedê û di 7’ê tebaxê de jî li Qada Kartal a Stenbolê bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re’ mitîng bên lidarxistin. Em dibêjin ku li hemberî kesên pêşerojeke tarî, tacîz, tecawiz, xizanî û birçîtiyê hêjayî ciwan û jinan dibînin, çareserî em in. Em dibêjin; çareserî di têkoşînê de, xwe birêxistin kirin, gel, jin û ciwanan de ye. Banga me li hemû ciwanên ji AKP-MHP’ê aciz re ew e ku sibe û du sibe beşdarî mitîngên me bibin. Banga min ji bo ciwanan ew e ku li dijî desthilatdariya dixwaze we bêpêşeroj û bêhêvî bihêle, xwe bêhtir birêxistin bikin û têkoşîna xwe ya di qada siyaseta demokratîk de mezintir bikin.” 
 

Sernavên din

06/08/2022
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike