AMED – Rojnameger Farûk Balikçi yê Newroza sala 1992’an a Cizîr û Nisêbînê şopand wiha got: “Newroz wê demê di bin otorîteya leşkerî de, niha jî di bin otorîteya sivîl û maşeya darazê de tê pîrozkirin. Ji bo welatî û rojnamegeran tişek ne guheriye.”
Newrozên herî bixwîn a di sala 1992’an de ya li Cizîrê û Nisêbînê bûn. Yek ji şahidê wan Newrozan jî rojnameger Farûk Balikçi ye. Rojnameger Îzzet Keser li ber Balikçî tê kuştin û Balikçi got ku kuştin hempîşeyê wî wan salan rê li ber xetereyê vekiribû. Balikçi anî ziman ku di salên 90’î de dema di bin şertên Rewşa Awarte (OHAL) de rojnamegeriyê dikir zextên otorîteya leşkerî hîs dikirin û niha jî otorîteya siyasî û sivîl li ser gel û rojnamegeran zextan dike. Balikçi got ku niha jî rojnamegerî di bin maşeya darazê de tê kirin.
‘ROJNAMEGER BI METIRSÎ DIXEBITIN’
Balikçi behsa zoriya rojnamegeriya salên 90’î kir û got: “Wê demê ewqas rojanemger nedihatin girtin. Ewqas rojname jî nedihatin girtin. Di roja me de her kêlî rojnameger bi metirsiya dê bên girtin dixebitin. Ji ber vê metirsiyê gelek rojnameger neçarin oto sansûrê pêk bînin. Mînak di vê Newrozê de wêneyek ez bikişînim, dibe ku bibe sedema lêpirsîn û dozê.”
‘DI ENCAMA MUDAXELEYA NEWROZAN DE MIROV HATIN KUŞTIN’
Balikçi da zanîn ku di salên 90’î de li gel hemû kuştin û qedexeyan kurdan Newroz pîroz dikir û wiha domand: “Deweltê bi salan mudaxeleyî pîrozbahiyên Newrozê kir. Ji ber van mudaxeleyan gelek welatiyên kurd jiyana xwe ji dest dan. Dewletê ewil pîrozbahiyan qedexe kir. Dît ku nikare pêşiya vê bigire, vê carê jî destûr da û wê bixwe pîroz kir. Lê Newroz ji salên 2000’an ve bi temamî serbest bû.”
‘NEWROZÊN NISÊBÎN Û CIZÎRÊ NAYÊN JI BÎR KIRIN’
Balikçi destnîşan kir ku newrozên ewil ên girseyî cara yekem li Cizîr û Nisêbînê hatin pîrozkirin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Kêliyê pîrozbahî û êrîşa li dijî wan Newrozan hêj di bîra min de ye. Di pîrozbahiya Newroza li Nisêbînê, tîmên taybet ku tundiyê li zarokekî 9 salî kirin hêj li ber çavê min e. Qet ji bîra min naçe. Li Cizîrê jî gel û rojnameger dan ber guleyan. Li gel ala spî di destê hevalê min rojnameger nûçegihanê rojnameya Sabahê yê wê demê Îzzet Keser de bû jî gule berdanê û ew kuştin.”
MA / Cîhan Olmez-Devran Toptaş