RIHA – Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, bang li gelê Rihayê kir û xwest li dijî dagirkeriya li ser Efrinê gelê Rihayê bi coşek mezin tev li Newrozê bibe.
Komîteya Amadekar ya Newroza Rihayê, starta Newroza ku di 21'ê Adarê de li Rihayê bidin, bi civîna çapemeniyê dan. Komîteya Amadekar têkildarî starta Newroze li avahiya HDP'ê ya Rihayê civina çapemeniyê pêk ankîn. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan û gelek endam û rêvereb.êr HDP'ê amade bûn.
Endama Komîteya amadekar ya Newrozê Hidayet Enmek, diyar kir ku wekî her sal îsal jî amadekariyek baş ji bo Newrozê kirine. Enmek, bang li hemû gelê Rihayê kir û xwest di 21'ê Newrozê de tev li pirozbahiyê bibin. Enmek, anî ziman ku kolan bi kolan digerin û xebatên Newrozê dikin û bang li her kesî kir ku îsal ji her salê bêtir tev li Newrozê bibin.
Enmek, anî ziman ku endamên heyeta komîteya Amadekar yên Newrozê HDP, DBP, EMEP û PSK'ê serlêdana fermî kirine û wiha bi dawî kir: "Êm dê li dijî polîtîkaya înkar û îmhaya li ser kurdan Newroza isal bi ruhê berxwedanê Pîroz bikin. Em dê agirê Newroza îsal li dijî şerê li herêmê bikin agirê aştiyê.
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî xwest her kes li dijî şerê li ser Efrînê tê meşandin bi ruhê berxwedanê û ruhê Newrozê tev li pîrozbahiya Newroza Rihayê bibin. Ocalan, anî ziman ku ew her kesi banga Newroza berxwedan û raperînê dikin.
EM BANG DIKIN EM BI HEVRE RAPERÎNÊ BILINID BIKIN
Ocalan, herî dawî bang li hemû gelê Rihayê kir û xwest her kes bi hevre raperîn û berxwedanê bilind bikin û li dijî dagirkeriya li ser Efrînê ji bo azadiya Efrînê Newrozê geş bikin. Ocalan xwest her kes bi ruhê Efrînê tev li Newroza 21'ê Adarê bibin.