Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê

  • rojane
  • 15:16 30 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Rêveberê ÎHD’ê Ferît Barût da zanîn ku girtiyê nexweş Ahmet Dîzlek ku penceşêra mîde û lenfê pê re heye, xwe bi dîwaran ve digire û wisa tê hevdîtinê. Barût, xwest ku Dîzlek û hemû girtiyên nexweş bên tedawîkirin. 

 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. Komîsyonê çalakiya xwe ya hefteya 540’an li pêşiya avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiyê de gelek parastvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û xizmên girtiyan jî amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatibû vekirin û beşdaran dirûşmên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Mirov bi mafên xwe mirov e” berz kirin. Her wiha di rûniştinê de dovîzên ku wêneyên gelek girtiyên rewşa giran li ser hatin vekirin. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ahmet Dîzlek ku li Girtîgeha Kandirayê tê ragirtin û tevî penceşêrên mîde û lenfê jî nayê tedawîkirin 
 
Metna derheqê Dîzlek de ji hêla Endamê Lijneya Rêveber (YK) ê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Ferît Barût ve hate xwendin. Barût, diyar kir ku girtîgeh veguherîne navendên nexweşiyan û wiha got: “Mirov dikare bibêje ku veguherîne ‘malên mirinê.’ Girtî nayên tedawîkirin, mafên wan tên binpêkirin û terkî mirinê hatine kirin. Yek ji van girtiyên terkî mirinê hatiye kirin jî Ahmet Dîzlek e.” 
 
‘NABIN KONTROLÊ JÎ’
 
Bi domdarî Barût derheqê Dîzlek de ev agahî parve kirin: “Penceşêrên mîde û lenfê pê re hene. Di qurçikên wî de kîst çêbûye. Pir zêde kîlo dane lewma bi zorê xwe li ser pêyan digire. Tevî vê yekê jî tedawî û sexbêra wî tê paşguhkirin û mafê wî yê tedawî û tenduristiyê tê binpêkirin. Ahmet Dîzlek di sala 2016’an de hate girtin û demekî piştre nexweşiyên wî yên mîde dest pê kirin. Bi rêya dermanan heta demekî dirêj tedawiya wî hate vehêlandin û nebirin nexweşxaneyê. Piştî ku birin nexweşxaneyê û tetkîkên wî hatine kirin, bijîşkan got ku bi nexweşiya ulserê ketiye û dîsa şandin girtîgehê. Lê êşa mîdeyê wî roj bi roj zêdetir bû û tevî gelek israran jî nebirin nexweşxaneyê. Êdî êşa mîdeyê wî gihişt astekî wisa ku nema dikariya xwe li ber bigire. Li ser vê yekê jî neçar man ku di sala 2020’an de bibin nexweşxaneyê. Di encama tetkîkan de derket holê ku ulsera di mîdeyê wî de veguheriye penceşêrê û hat gotin ku divê were emeliyatkirin. Lê belê dest ji emeliyatê berdin, Dîzlek bi awayekî rêk û pêk nebirin kontrolê jî. 
 
BIJÎŞK: EZ NIKARIM RÎSKÊ VÊ RÎSKÊ BIGIRIM
 
Hevjîna Dîzlek serî li ÎHD’ê da û agahiyên dawî yên derheqê hevjînê xwe de parve kir. Her cara ku Dîzlek nebaş dibe, ew birina beşa lezgîn a nexweşxaneyê yan jî li polîklînîkê derman kirine. Hevjîna wî çûye nexweşxaneyê û bi bijîşkê ku Dîzlek tedawî kiriye re axivî. Bijîşkî ji hevjîna wî re gotiye; ‘Em vî nexweşî naşopînin. Nikarim rîskê bigirim û wî emeliyat bikim.’ Got ku tevî ku rewşa vî girtî ewqas girane jî bi rêk û pêk nebirine kontrolê. 
 
BI DÎWARAN DIGIRE Û WISA TÊ HEVDÎTINÊ
 
Dîzlek, di sala 2021’an de li ser israra bijîşkan hat emeliyatkirin. Piştî emeliyatê jî nekarî xwarina xwe bi rêk û pêk bixwe. Lewma gelek zeîf bûye. Di tetkîkên hatine kirin de diyar bû ku li ser gurçikên wî kîst çêbûye lê tevî vê yekê jî nehatiye dermankirin. Hevjîna Dîzlek da zanîn ku hevjînê wê gelek zeîf bûye û dema tê hevdîtinê jî bi dîwaran digire û wisa tê. Banga me li hemû peywirdaran ew e ku ji bo Dîzlek û hemû girtiyên nexweş bên tedawîkirin û mafên wan ên tenduristî û jiyanê bê parastin, bi berpirsyariya xwe rabin. Her wiha banga me ji bo raya giştî jî ew e ku bihestiyar tevbigerin.” 
 

Sernavên din

15/12/2022
09:03 Dayika ku di dema qedexeyê de kurê wê û hevjînê wê hatin qetilkirin: Ma ji vê mezintir zilm heye?
09:02 Baro dê ji bo Denîz Poyrazê Nobeda Edaletê bigirin
09:01 ‘Bi qedexeyan dixwazin kurdî bidin jibîrkirin'
09:01 Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN
14/12/2022
23:24 Li ÎHD'a Amedê belgefîlma 'Ji bo Edaletê' hat temaşekirin
20:45 2 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:23 'Em feraseta ku jinan û zarokan tune dihesibîne qebûl nakin'
19:36 Berdana girtî Tûncel careke din hat taloqkirin
18:50 Baroya Şirnexê helwesta ATV’ê ya li dijî zimanê kurdî şermezar kir
18:22 Şaredariya Dersimê: Armanca qutkirina ceyranê astengkirina xizmetê ye
17:12 Cenazeyên ku şewitîne 13 roj in di nexweşxaneyê de tên sekinandin
16:59 HDP: Li Şirnexê tenê tiştek neguheriye tundî û qetlîam!
16:56 Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe
16:48 Di Nobeta Edaletê de bang: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
16:38 Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
16:31 Temel: Heke li cihekî 60 hezar kes miribin, li wê derê ne ‘teror’ lê şer heye
15:45 Piştî 23 salan cenazeyê birayê xwe wergirt
14:57 Binçavkirinên li Mêrsînê hatin protestokirin
14:55 Di doza GOÇÎZDER’ê de parêzeran negirtin hundirê eywanê
14:49 Jinan li dijî tundiyê broşur belav kirin
14:36 Aygul ê ku nûçeya tacîzê çêkiribû hate girtin
14:36 Salvegera qedexeyên Cizîrê: Bila kujer hesab bidin
14:34 Rewşanbîrên navdar têkildarî êrişan ji Ingilistanê re name şandin: Êrişan bidin sekinandin
14:16 Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir
14:16 Ji bo mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang kirin: Werin em vê lîstikê xera bikin
14:14 Li Meclisê berteka li dijî çekên kîmyewî: Dixwazin Dêrsimeke din bi serê kurdan bînin
14:05 Sazî û rêxistinên kurdî: Têkoşîna parastina ziman li her derê bilind bikin
13:50 Di civîna PE’yê de ji bo Rojava daxwaza ‘herêma ji balafiran re qedexe’ hate kirin
13:22 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin û gef li parêzeran hat xwarin
12:43 Doza yek ji damezîrînerên Komeleya Rosayê Gultekîn hate taloqkirin
12:37 Li Îranê serhildana ‘azadiyê’ di roja 89’emîn de ye
12:27 Malbata Şenyaşar: Em çi bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin
11:40 Atlig ku 30 salan girtî bû: Em bi saya israra xwe ya di jiyana azad de li ser pêyan man
11:13 Li Çewlikê 20 kes 2 roj in di bin çavan de ne
10:57 Baroya Amedê ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê da
10:54 Li kolanên Amedê nivîsên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin hatin nivîsîn
10:53 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
10:25 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li dijî tecrîdê wê hewldanên me hebin
10:19 Xetereya li ser Rûbarokê Êlihê mezin dibe!
10:07 CPJ: Tirkiye di nava 5 welatên rojnameger herî zêde lê hatine girtin de ye
10:06 Jinên îranî: Ji bo em koka rejîmê bînin şer dikin
09:41 Li Îranê ji bo çalakvanan li dadgehan şaxên taybet hatin avakirin!
09:05 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:04 Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir
09:04 Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin
09:03 Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat
09:02 Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:49 Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
08:48 Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin
13/12/2022
22:42 Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
19:58 ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir
16:26 Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin
16:25 Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin
16:24 Rojnamevan Gumuş piştî 11 salan hate berdan
15:50 Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan
15:48 Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn
15:39 Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin
15:12 Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin
15:10 Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
15:09 3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin
15:04 Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike
14:50 Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
14:41 Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
14:21 ‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
14:12 Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:02 Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir
13:58 ‘Wezerata Ragihandinê serokatiya dezenformasyonê ye’
13:45 Pirsa çekên kîmyewî: Ji bo şandeyên serbixwe çima derfet nayên çêkirin?
13:14 Ji bo Îmraliya ku 20 mehan zêdetire agahî jê nayên girtin dîsa serlêdan kirin
12:34 Nobeta Edaletê di roja 645’an de didome
11:26 Greva sendîkayan bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hate qedexekirin
11:05 Li Amedê wesayîtekê li 2 xwendekaran da
10:56 Ji bo projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan biryara betalkirinê hat dayîn
10:55 Leşkerê ku ji ber sûcê zayendî ceza lê hatiye birîn li derveyî sînor hat peywirdarkirin!
10:33 Erdal Eren hê jî 17 salî ye: Zîhniyet neguheriye
10:28 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
10:26 ‘Tekane daxwaza gelê Îranê guherandina rejîmê ye’
09:49 Li Girtîgeha Tarsûsê bi dehan binpêkirinên mafan
09:47 Ji ber astengkirina emeliyata girtiyê nexweş, serdana Komîsyona Meclisê hate kirin
09:44 Weşanxaneya Aramê 13 pirtûkên nû çap kir
09:07 Karkerên ku di înşaeta mizgefta qaçax de birîndar bûn pere pêşniyazî wan hatiye kirin
09:06 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Înfaza girtî Tûncel cara 3'yan hat şewitandin
09:03 Li Rihayê girtiyên nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:59 Dewleta tirk li Rojava 16 dibistan bombebaran kir
12/12/2022
23:14 Li Amedê jina ku bi giranî hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir