Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan

  • rojane
  • 12:22 30 Tîrmeh 2022
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan li Amedê aqûbeta Mehmet Yildiz ê di bin çava de hatiye windakirin û li Îzmîrê jî aqûbeta rojnameger Ferhat Tepe pirsîn. Xizmên Windakiriyan li Êlihê jî xwestin ku kujerên rojnameger Çetîn Abayay ê di encama êrişa çekdarî de hatiye qetilkirin bên dîtin. 

 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” di hefteya 703’yan de domandin. Xizmên Windakiriyan çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin rakirin. 
 
Di çalakiye de ewilî Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û bi lêv kir ku li bajarên Kurdistanê hestiyên mirovan dertên. Zeytûn, bi domdarî anî ziman ku tevî her astengiyan jî xizmên windakiriyan çalakiya xwe domand û wiha got: “Ji 24’ê tîrmeha sala 2015’an heta niha şerekî giran heye. Di encama şer de ji hêzên gerîla û yên dewletê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha xweza hat talankirin. Rêya bidawîkirina vî şerî, demokrasî û aştî ye.” 
 
 
SERPÊHATIYA YILDIZ
 
Pişt re jî Endama Komisyona Xizmên Windakiriyan a ÎHD’a Amedê Derya Yildirim serpêhatiya Mehmed Yildiz vegot ku di sala 1992’an de li navçeya Pasûr a Amedê hatibû windakirin. Yildirim, anî ziman ku Mehmed Yildiz zewicî bû û wiha got: “Ji bo debara malbata xwe li Mêrsînê dixebitî. Ji bo serdana malbata xwe vegeriya Pasûrê û di wan deman de hate windakirin. Birayê Yildiz, Kemal Yildiz li Amedê qehwexaneyek dixebitand. Polîs çendek caran çûn qehwexaneyê, nasname jê xwestin û lêgerîn kirin. Li wir navê Mehmet Yildiz pirsîn. Li ser vê yekê jî Kemal Yildiz vedigere malê û birayê xwe agahdar dike. Mehmet Yildiz dema dibihîse polîs li wî digerin, ji Amedê derdikeve.” 
 
Di berdewama axaftina xwe de Yildirim da zanîn ku Mehmet Yildiz di 22’yê tîrmeha sala 1994’an de dema ji Amedê ber bi Pasûrê ve dikeve rê, li ser rêya Hezroyê li gundê Karacakoy rastî noqteya lêgerînê ya cendirmeyan tê û wiha qedand: “Li vir tevî Mehmet Aktar û Mehmed Şîrîn tên binçavkirin. Leşker wan dibin Qereqola  Hezroyê. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Mehmet Yildiz nayên girtin. Malbata Yildiz ji bo dîtina wî her çiqas ketibe nava liv û tevgerê jî, tu encam bi dest nexistin.” 
 
Xizmên Windakiriyan piştre jî çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
‘BILA KUJERÊN ÇETÎN ABAYAY BÊN DÎTIN’ 
 
Xizmên Windakiriyan û ÎHD’a Êlihê di hefteya 539’an a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin rakirin û endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de serpêhatiya Nûnerê Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay hate vegotin ku di 29’ê tîrmeha sala 1992’yan de rastî êrişa çekdarî ya sê kesan hat û jiyana xwe ji dest da. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî serpêhatiya Abayay wiha vegot: “Çetîn Abayay, di destpêka meha gulana sala 1992’yan weke Nûnerê Rojnameya Ozgur Halkê yê Êlihê dixebitî. Gelek caran hate binçavkirin. Di 29’ê tîrmehê saet di 19.30’an de dema vedigeriya mala xwe rastî êrişa çekdarî hat. Êrişkarên ku ji wan du 18-19 salî û yek jî 25 salî bû, xwestin êrişî hevalê li gel wî jî bikin lê çekan wan nexebitî. Abayay, di êrişê de bi giranî birîndar bû û di 30’ê tîrmehê de li Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Amedê jiyana xwe ji dest da.” 
 
LI ÎZMÎRÊ AQÛBETA TEPE HAT PIRSÎN
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” ku du hefteyan carekî li dar dixin, li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê pêk anîn. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî lê derkevin” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatibûn vekirin. Çalakvanan aqûbeta nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe pirsîn ku di 28’ê tîrmeha sala 1993’yan de li Bêdlisê hatibûn binçavkirin û windakirin. 
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê parêzer Zafer Încîn pêvajoya windakirina Tepe ya di bin çavan de bi bîr xist û wiha got: “Em dixwazin ku zirxê parastinê yê li ser şêwirmendê avadaniya tarî ya ku SADAT jê re tê gotin were rakirin. Divê êdî zirxê parastinê yê li ser kesên sûc kirine bê rakirin. Bila kujer bên darizandin.” 
 

Sernavên din

04/08/2022
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’
10:03 Mitînga ‘Çareserî em in’ dê bibe banga ‘Rêya Sêyemîn’
09:01 Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin
09:01 Rewşa girtiyên nexweş: Qanûn nayên pêkanîn
09:01 Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:31 Li Şemzînanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
01/08/2022
23:14 5 ciwanên HDP’î hatin girtin
22:49 SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera xwe pîroz kir
22:17 Li Şemzînanê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat
19:39 ÎBB’ê lewheyên ku tê de cih nedabûn kurdî rakirin
19:14 Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga Stenbolê didomin
19:03 HDP’a ku ji bo mîtîngê seferberî îlan kir, serdanên xwe domandin
18:37 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin: Gund di dorpêçê de ne
17:32 Li 3 gundên Sûrê 3 meh in av nayê
16:34 ‘Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin’
16:19 Serokê AKP’a Dêrsimê vêcarê jî bi cerdevanan re civiya
16:05 Doza Kobanê: Dadgehê îşkence li Tûglûk kir
15:57 Li pêşiya girtîgehê ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin
15:35 Emîne Şenyaşar gazî Erdogan kir: Hûn êdî li benda çi ne?
15:01 Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!
14:38 Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir