Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe

  • rojane
  • 09:03 30 Tîrmeh 2022
  • |

RIHA - Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan ku dixwaze Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava şert û mercên azad de siyasetê bike diyar kir ku sedema krîza aborî ya di rojeva muxalefetê de tecrîd e û lewma divê qala tecrîdê bike.

Ji 25'ê Adara 2021'ê ku telefonê bi xwe Mehmet Ocalan re axivîbû, xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Her wiha serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Ataş ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de jî nayên bersivandin.  Hevdîtinên berê yên bi parêzeran û malbatê re bi hinceta "keştî xerabe ye" û "rewşa hewayê nebaş e" dihatin astengkirin, di salên dawî de bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. 
 
Serlêdana malbatê û parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re di 7'ê Hezîranê de hat kirin, bi hinceta "qedexeya hevdîtinê ya nû" hatibû redkirin. Parêzerên Ocalan û girtiyên din di 16 mehan de 201 serlêdan û malbat jî 70 serlêdan kirine ji bo hevdîtinê. Piraniya serlêdanan nehatin bersivandin û gelek serlêdan jî bi hinceta "cezayê dîsîplînê" hatin redkirin. 
 
Her wiha berteka civakî ya li dijî tecrîda li Îmraliyê jî didome. Di 11-12'ê Hezîranê de bi hezaran kes bi dirûşmeya "Em ber bi Gemlîkê ve dimeşin" li gelek bajaran bertek nîşanî tecrîdê dan û doza azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan ku di heman demê de biraziyê Ocalan e, israra hikûmetê ya di tecrîdê de û daxwazên li dijî tecrîdê nirxandin.
 
 
BÊHIQÛQÎTIYA LI ÎMRALIYÊ
 
Ocalan diyar kir ku ew bi tecrîda girankirî re rû bi rû ne û destnîşan kir ku hemû hiqûqa neteweyî û navneteweyî li Îmraliyê hatiye rawestandin. Ocalan anî ziman ku li Îmraliyê rêbaza "şerê taybet" tê pêkanîn û got: "Li wir qanûnên taybet ên nenivîsandî hene. Ger em rabin binirxînin em ê nikaribin ji nav derkevin. Ev bêhiqîqîtî û dijqanûnî ye. Girava Îmraliyê bi rêbazeke îllegal û derqanûnî tê birêvebirin û îdarekirin. Berê jî tecrîd bi mehan û hefteyan dewam dikir. Lê belê ji sala 2011'an û vir ve veguherî rengekî pir cuda. Ji ber vê yekê em tecrîdê wekî beriya Tîrmeha 2011'an û piştî wê ji hev cuda dikin. Ji ber ku piştî Tîrmeha 2011’an pareêzer nikaribûn hevdîtinê bikin. Tecrîd li derveyî hiqûq û siyaseta Tirkiyeyê ye, tew meriv dikare bibêje di ser hiqûq û polîtîkaya dijminatiyê re ye. Desthilat û dewlet ji bo xespkirina mafên birêz Ocalan bi hêrseke mezin û dijminatiyeke mezin hereket dikin." 
 
MODELA SRÎ LANKAYÊ
 
Ocalan diyar kir ku piştî bidawîbûna pêvajoya diyalogê ya ku di navbera salên 2013-2015'an de ji aliyê Serokkomar Erdogan ve di bin navê "çareseriyê" de hat meşandin, tecrîd derbasî qonaxeke cuda bû û got, piştî vê dîrokê "Plana Çokşikandinê" ya di Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) di Cotmeha 2014'an de biryara wê hat dayîn ketiye meriyetê. 
 
Ocalan mirin, qedexeyên derketina derve û koçberiyên piştî sala 2015'an rûdan û wekî "Modela Srî Lanka" tên wesifandin bibîr xist û got: "Li ser birêz Ocalan ku wekî seraktorê siyasetê û sermuxatabê çareserkirina meseleya kurd tê dîtin û 3 girtiyên din versiyoneke cuda ya Modela Srî Lankayê hat pêkanîn. Modeleke Srî Lankayê ya bi du awayan tê pêkanîn heye. Yek jê li derve, ya din jî li Girtîgeha Îmraliyê. Li wir dest pê kir û li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê belav bû."
 
'TOL TÊ STENDIN'
 
Ocalan wiha got: "Li girtîgehan mirov bi awayekî bi guman dimirin. Polîtîkayên dewletê û tahde bênavber dimeşin. Modela Srî Lankayê, mehek berê piştî ku rêvebiriya wir îflaskirina xwe ragihand hilweşiya. Dibe ku em bibêjin ev ji ber sedemên aborî ye. Niha tevahiya Srîlankayê bi encama komkujiya hat serê gelê Tamîlê re rû bi rû ye. Niha hemû kesên li Srî Lankayê êşa wê dikişîne. Tirkiyeyê jî ev model ji xwe re esas girt, lê hewldana pêkanîna vê modelê bi têkoşîna gelê me û partiya me û berdêlên giranbuha hat pûçkirin. Lewma desthilat tolê ji birêz Ocalan hiltîne."
 
Ocalan bal kişand ser bertekên li hemberî tecrîdö û Meşa Gemlîkê û anî ziman ku piştî bertek zêde bûne derdora desthilatê xwestiye "têgihana pêwendî bi Ocalan re tê danîn" biafirîne. Ocalan got: "Lê belê tecrîdeke mezin li ser birêz Ocalan heye û ev yek dewam dike. Tu agahî jê nayên girtin. Bi salan e parêzer û malbata wî nikarin biçin cem wî. Lê hikûmet û muxalefet hewl didin têgihanekê biafirînin. Rastiyek heye, ew jî desthilat û feraset tecrîdê û meseleya kurdî bi hilbijartinê ve girêdidin. Em dizanin ev tê teşhîrkirin. Tecrîd heye û ev tecrîd bi meseleya kurdî ve eleqedar e. Birêz Ocalan tenê di şexsê xwe de nayê tecrîdkirin. Tevî xwe rastiyek heye ew jî tevger û gelê ku ew pêşengiya wan dike." 
 
'MUXALEFET NEWÊREK E'
 
Ocalan anî ziman ku muxalefeta sereke newêre bibêje "Em dixwazin hiqûq û destûra bingehîn bê pêkanîn ji bo girtiyan û yên li derve." Ocalan destnişan kır ku muxalefet li şûna vê gotinê hewl dide ferasetekê biafirîne û got: "Yê herî zêde li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe dide birêz Ocalan e. Nedîtina vê handîkapeke mezin e. Çima her du alî di girtina deriyên Îmraliyê de israr dikin? Divê hikûmet û muxalefet vê yekê baş zanibin: Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke sotîner e. Ji ber meseleya kurdî bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane, xwîn dirije, mirov dimirin. Ez vê yekê bêyî ferqê têxim navbera wan dibêjim. Her roj êrişê dibin ser Rojavayê, li Zaxoyê sivîl tên kuştin. Lê li hemberî vê yekê rastiyek heye; xwe li korbûn, lalîtî û kerbûnê datînin. Em vê yekê şermezar dikin. Desthilat û muxalefeta ku vê yekê daxilî rojevê nakin nikarin tu tiştî li vî welatî zêde bikin. Ji bo pirsgirêkên vî welatî pêdivî bi polîtîkayên radîkal heye. Meseleya kurdî ne ew meseleye bibe qurbana demagojiyê û hilbijartin." 
 
Ocalan destnîşan kir ku pirsgirêka kurd a bi tecrîdê ve girêdayî di qada navneteweyî de jî tê nîqaşkirin û ji danûstandinên ku ji bo endamtiya NATO'yê ya her du welatan şertê meseleya kurdî û detskeftiyên kurdan hatibû danîn bibîr xist. Ocalan got: "Di hevdîtina bi Joe Biden re rojeva sereke Rojava û kurd bûn. Di hevdîtina li Tahranê de jî rojev Rojava û kurd bûn. Ji bo wan ev rojev hema bibêje vediguherin kabûsekê û bêpolîtîkatiyê." 
 
Ocalan bilêv kir ku Tirkiye bi neçareserkirina meseleya kurdî ji nava welêt ber bi derve ve "mirinê îxrac" dike û bal kişand ser komkujiya li Zaxoyê û got: "We bihîstiye ku hikûmet û muxalefetê derbarê komkujiya Zaxoyê de tiştek gotine? Mixabin negotin. Ji ber ku bi awayê komkujiyê baş dizanin û baş dizanin kê kiriye. Ev yek bi polîtîkaya wan a li ser kurdan ve girêdayî ye. Dixwazin Rojhilata Navîn veguherînin gola xwînê. Ew tecrîda li hundir didome, li derve wekî komkujiyê xwe dide der." 
 
BANG LI MUXALEFETÊ KIR
 
Ocalan anî ziman ku divê partiyên muxalefetê qala tecrîdê bikin û got, çavkaniya pirsgirêkên aborî yên di rojeva muxalefetê de jî neçaresernekirina pirsgirêka kurd e. Ocalan detsnîşan kir ku "Ma sedema herî mezin a nebaşbûna aboriyê ne tecrîda li ser kurdan û Serok Apo ye?" û bal kişand ser newêrekiya muxalefetê. Ocalan got: "Em dixwazin dest ji van polîtîkayên bi pêşengiya AKP-MHP'ê bên berdan, birêz Ocalan di şert û mercên azad de, bi awayekî azad tevlî siyasetê bibe. Di gelê Kurd de rastiya rêbertiyê heye. Çawa dikarin vê yekê înkar bikin? Rêber û rêveberên ku xwedî paradîgmaya çareseriya pirsgirêka kurd in hene. Yek ji van pêşengên herî mezin jî Ocalan e."
 
Ocalan diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de "muxatabê rast", "rêbaza rast" û "şêwaza rast" rêgezên bingehîn in û got: "Divê ev mijar bi hilbijartinê neyê sînordarkirin. Em bi hesasiyeta hilbijartinê dizanin, lê kurd bi sedan sal in dîlgirtî ne. Sedema herî mezin a nefretkirina ji birêz Ocalan û pêkanîna bê tecrîdê ew e ku Ocalan li Rojhilata navîn modeleke alternatîf daniye meydanê. Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk qada jiyanê berpêşî hemû cudahiyan dike. Ev nayê hezmkirin. Naxwazin îradeya kurd, rastiya kurd qebûl bikin."
 
'DÊ KESÊN TECRÎDÊ REWA DIKIN WINDA BIKIN'
 
Ocalan bal kişand ser hewldanên li dijî tecrîdê û got, wan serî li gelek saziyên mafên mirovan û hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî dane. Ocalan van daxwazên li dijî tecrîdê wiha bi rêz kir: "Divê deriyê Îmraliyê demildest bê vekirin û em dixwazin nêrînên birêz Ocalan ên li ser gelê kurd, HDP, hikûmet û muxalefetê hîn bibin. Em malbat jî dixwazin hevdîtinê bikin. Em ji tu kesî jî ne li benda pêkanînek an jî îmtiyazek taybet in. Rewşa birêz Ocalan jixwe xurt e. Tu carî parêzer neçûne cem her 3 hevalên li cem wî, ew jî bi awayekî dijwar tên tecrîdkirin. Dê hewldanên me yên di vî warî de bidomin. Bi rêbaz û şêwazeke rast, bi muxatabekî rast dê pirsgirêka kurd di demeke kin de bigihêje qonaxeke çareseriyê. Dê ne esker ne jî gerîla jiyana xwe ji dest nedin. Em azadiya Serok Apo dixwazin û diyar dikin ku êdî gelê kurd dê şaşiyan qbeûl neke. Dê feraseta ku mirinê, tecrîdê û tasfiyekirinê ji bo siyasetmedarên kurd û pêşengên kurd rewa dike jî winda bike. Ji bo şikandina tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

04/08/2022
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’
10:03 Mitînga ‘Çareserî em in’ dê bibe banga ‘Rêya Sêyemîn’
09:01 Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin
09:01 Rewşa girtiyên nexweş: Qanûn nayên pêkanîn
09:01 Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:31 Li Şemzînanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
01/08/2022
23:14 5 ciwanên HDP’î hatin girtin
22:49 SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera xwe pîroz kir
22:17 Li Şemzînanê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat
19:39 ÎBB’ê lewheyên ku tê de cih nedabûn kurdî rakirin
19:14 Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga Stenbolê didomin
19:03 HDP’a ku ji bo mîtîngê seferberî îlan kir, serdanên xwe domandin
18:37 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin: Gund di dorpêçê de ne
17:32 Li 3 gundên Sûrê 3 meh in av nayê
16:34 ‘Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin’
16:19 Serokê AKP’a Dêrsimê vêcarê jî bi cerdevanan re civiya
16:05 Doza Kobanê: Dadgehê îşkence li Tûglûk kir
15:57 Li pêşiya girtîgehê ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin
15:35 Emîne Şenyaşar gazî Erdogan kir: Hûn êdî li benda çi ne?
15:01 Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!
14:38 Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir