COLEMÊRG – Li Colemêrgê Newroz dê di 19’ê Adarê de bê pîrozkirin. Berdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Necmettîn Acar, diyar kir ku dê Newroza 2018’an pir bi coş û girseyî derbas bikin.
Newroza Colemêrgê dê di 19’ê Adarê de li otogara şaredarayê bê pîrozkirin û amadekariyên Newrozê bi hemû leza xwe berdewam dikin. Berdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Necmettîn Acar bal kişand ser xebatên Newrozê û wiha got: “Xebatên me yên li gund, tax û navenda bajêr berdewam dikin. Em xwe ji bo pîrozbahiyek girseyî amade dikin. Li taxan em mal bi mal geriyan û me komîsyonên Newrozê ava kirin.”
Acar, da zanîn ku armanca wan ewe bi coşek mezin Newroza 2018’an pîroz bikin û wiah bi dawî kir: “Em bang li hemû gelê Colemêrgê dikin ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin. Dê Hevserokê Giştî yê HDP’ê, parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk û Nîhat Akdogan beşdarî Newrozê bibin û komên muzîkê yên herêmê Koma Amara, Rosîda û Azad Berdan derkevin ser dike. Ji bo pîrozbahiya Newrozê me serî li Walitiya Colemêrgê da, lê heya niha tu bersiv nedaye me.”