Atasoy: Aydenîz vîna me ye

  • jin
  • 09:04 29 Tîrmeh 2022
  • |
img
AMED - Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy ku bertek nîşanî biryara derbarê biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîzê da, got: "Saliha Aydenîz vîna me ya hilbijartî û Hevseroka Giştî ya DBP'ê ye û wê tim wisa be."
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ji bo wan bêhukm e û got: "Di bingeha dengdayînê de dijminatiya li hemberî kurdan û jinê heye. Em jin vê biryarê nas nakin, Aydenîz dê her vîna me be." 
 
Di çarçoveya xebatên biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de, civînên Komîsyona Têkel a ji Destûra Bingehîn û Komîsyona Edaletê ya Meclisê pêk tê, bi dawî bûn. Piraniya Komîsyona Têkel biryara rakirina parêzbendiya Aydenîz da. Dê rapora ku şerhên li ser biryara komîsyonê bên nivîsandin jî tê de di meha cotmehê de li Meclisê bê nîqaşkirin.  
 
133 SAZIYAN BERTEK NÎŞAN DA
 
Bertekên li dijî rakirina parêzbendiya Aydenîz dewam dikin. 133 saziyên ku bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan a Rosayê bertek nîşanî biryara Komîsyona Têkel a ji Komîsyona Destûra Bingehîn û Komîsyona Edaletê ya Meclisê pêk tê dan. 
 
Yek ji îmzevanan Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulistan Atasoy derbarê biryara betalkirina parêzbendiya Aydenîz de ya Komîsyona Têkel axivî. Atasoy da zanîn ku hinceta rakirina parêzbendiya Aydenîz di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de tiştekî yekemîn e û got: "Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de tiştekî cara ewil rû da, ji lew re ji ber qanûna jimare 2911'an cara ewil parlementerî tê betalkirin." 
 
‘DIJMINATIYA LI HEMBERÎ JINAN'
 
Atasoy bi lêv kir ku  di bingeha dengdayina ji bo rakirina parêzbendiyê de dijminatiya dîrokî ya li dijî gelê kurd û jinên kurd heye û tiştên berê li dijî jinên kurd ên siyasetmedar hatine kirine niha li Aydenîz hatine kirin. Atasoy got: “Ji aliyekî ve rengvedana siyaseta dijmin e, li aliyê din jî amadekariyeke AKP’ê ya ji bo hilbijartinê ye. AKP her ku nêzîkê hilbijartinan dibe, hewl dide civakê hîn bêtir parçe bike û berberîbûnê têxe nava wê û vê yekê jî di ser dijminatiya li hemberî kurdan de dike." 
 
BÊDENGIYA MUXALEFETÊ!
 
Atasoy anî ziman ku pirsgirêka sereke ya muxalefetê ew e ku li ber hemû pêkanînên hikûmetê bêdeng e û got: “Ev yek astengiyeke mezin e ji bo demokratîkbûna pêvajoya bê. Heger piştî her pêkanînên AKP'ê yên dijhiqûqî û zordestî ev yek bandorê li kurdan bike û muxalefet xwe li bêdengiyê deyne, mixabin ev ji bo pêşeroja Tirkiyeyê jî pirsgirêkeke girîng e. Em li bendê ne ku hemû derdorên ku bi rastî jî dibêjin demokrasî, wekhevî û azadî li Lijneya Giştî helwesta xwe ya li hemberî vê biryarê diyar bikin. Ne tenê kurd, pêwîstiya gelên Tirkiyeyê jî gelekî bi vê yekê heye."
 
‘VÎNA ME YE'
 
Atasoy di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ev biryar ji bo me jinan pûçe û betal e. Saliha Aydenîz vîna me ya hilbijartî ye û hevseroka me ya giştî ya DBP'ê ye. Mîna Leyla Guven, Semra Guzel û hemû wekîlên me yên di girtîgehê de, vîna me ye û wê tim wisa be."
 
MA / Eylem Akdag - Mujdat Can 
 
 
 

Sernavên din

12/12/2022
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan
15:34 Wêneyê talana li Cûdî nîşan da: Hûn dijminê ekolojiyê ne
15:23 Derbarê Ûca ya HDP’î de 3 fezleke hatin amadekirin
15:16 Di dosyaya KCD’ê de ji bo Aktar biryara beraetê hat dayîn
15:09 Jinan di bîranîna Garîbe Gezer de soza têkoşînê dan
14:43 Li fûara pirtûkan Nobeta Edaletê girt
14:25 Li her çar aliyên Wanê ji bo meşa li dijî tecrîdê xebat tên meşandin
13:51 Li Qesra Çiraganê şewat derket
13:50 Ji ber îfadeyên derew ên şahid Ayverdî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Dengîz
13:42 Zengîn a AKP’î di mijara girtiyên nexweş de li xwe mikur hat
13:28 Budçeya şer 10 qet zêdetir bû