ENQERE – Polîsan mudaxeleyî Cejna Tibê ya xebatkarên tenduristiyê kir û 3 kedkarên tenduristiyê binçav kir.
Endamên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) û gelek endamên saziyên civakî yên sivîl di çarçoveya Cejna Tibê de li ber Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê li hev kom bûn. Kedkarên tenduristiyê xwestin li vir daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Polîsan bi hinceta Rewşa Awarte destûr nedan kedkar daxuyaniyê bidin. Kedkaran li vir dest bi dayîna daxuyaniyê kir û polîsan mudaxeleyî wan kir.
Polîsan di mudaxeleyê de plastîkên mermî û gaza îsotê bikar anîn û 3 kedkarên tenduristiyê binçav kirin.
Yên hatin binçavkirin ev in: Hevserokê Giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara, endamê Odeya Bijîşkan a Enqereyê Onur Nacî Karahanci û Endamê Lîjneya Rêveberiya SES’ê Adem Bulat.