STENBOL - Jinan berî danişîna Hêlîn Palandoken daxuyanî dan û gotin: “Em ji bo Hêlîn edaletê dixwazin. Emê heya dawiyê şopdarê doza wê bin. Bav Nîhat Palandoken jî, bertek nîşanî biçekirina kesan da û got: “Em naxwazin dibin siha çekan de bijîn.”
Li navçeya Pendîk a Stenbolê Mustafa Yetgîn di 13’ê Cotmeha 2017’an Hêlîn Palandoken kuşt û 2 kes jî birindar kirin. Danişîna dozê dê di 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliya Anadoluyê bê dîtin. Jinan berî danişînê li ber edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek sazî û dezgehên jinan, malbata Hêlîn Palandoken û hevalên wê yên dibistanê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Bavê Hêlîn Palandoken Nîhat Palandoken, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Tundî û tacîzên li dijî jinan pir zêde bûne. Her ku diçe cinayetên jinan zêde dibin û dadgeh cezayên kêm didin qatilan. Li welatê me kirîna çekên ruhsatê û yên bê ruhsat hatine zêdekirin. Ev gefek mezin ava dike û ewlekariya canê zarokên me tuneye. Em ê tu carî ji Hêlin dest ji daxwaza edaletê bernedin.
Piştî bav Nîhat Palandoken jin axivîn û diyar kirin ku ewê şopdarê doza Hêlîn bin.