STENBOL – Li Stenbolê di çarçoveya xebatên Newrozê ya dê di 21’ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bê lidarxistin, karkerên înşatan hatin vexwendin.
Stenbol xwe ji bo Newroza bi heybet a dê bi dirûşmeya “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” di 21’ê Adarê roja çarşemê li Bazara Gel a Bakirkoyê bê pîrozkirin xwe amade dike. Xebatên Newroza dê hemû beşên civakê ku daxwazên xwe bînin ziman bi hemû leza xwe dewam dikin. Kordînasyona Newrozê li Stenbolê tax bi tax xebatên amadekariya xwe didomîne. Ji aliyekî ve belavok li gel tê belavkirin û li aliyê din jî endamên kordînasyonê li mal, kargeh, qahwe û saziyan digerin û gel vedixwînin Newrozê.
Her roj li dehan nokteyên Stenbolê xebat tên meşandin, îro jî navenda xebatên amadekariya Newrozê Herêma 1’emîn a Stenbolê bû. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cengîz Çîçek jî di nav de komek xebatkar çûn serdana karkerên înşatê. Di serdanê de dîmenên rengîn derketin holê. HDP’yan karkeran vexwend pîrozbahiya Newrozê. Karker û rêveberên HDP’ê bi hev re gotin “Newroz pîroz be.”