COLEMÊRG - Li Colemêrgê, Îbrahîm Akdag ê gava hewşa mala xwe paqij dikir cîsmek teqiya û bi giranî birîndar bû, hêj di beşa lezgîn de tê dermankirin.
Îbrahîm Akdag ê di 11’ê Adarê de, xwest hewşa mala xwe ye li ser rêya Maxsûdava yê Taxa Gongor a navçeya Gevara Colemêrgê paqij bike cismek pê de teqiya û bi giranî birîndar bû, hêj di beşa lezgîn de tê derman kirin. Akdag ê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hat emeliyatkirin û piştî demekê rakirin beşa lezgîn.
Birayê Îbrahîm Akdag Salîh Akdag, diyar kir ku di encama teqînê de mîde û roviyên birayên wî zirar dîtine û got: “Birayê min hîna di beşa lezgîn deye. Di demek kin dê ji beşa lezgîn derbixin.”