ANTALYA – Li Antalya di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Antalya polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. Yên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Anatalyayê. Yên hatin binçavkirin ev in: Burhan Guseve, Mehmet Çoban Er, Vahîde Dogan, Osman Topaloglu, Mehmet Akîf Şîmşek, Huseyîn Acar. Mehmet, Alî, Muhyetîn û Huseyîn ên paşnavê wan nehatin hînbûn.