MÊRSÎN – Hayatî Aktop ê ji Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Tarsusê derket diyar kir ku girtî 24 roj bi zexta derûnî, lêgerîna tazî û ferzkirina pergala leşkerî re rû bi rû mane û rêveberiya girtîgehê pêkanînên neheq û dijhiqûqî bi KHK’yan ve girêdide.
Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T ya Tarsûsa Mêrsînê ji roja vebûye heta niha bi binpêkirina mafan û îşkenceyê di rojevê de ye. Sekreterê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Mêrsînê (ÎHD) ê berê Hayatî Aktop ku 24 roj di girtîgehê de ma behsa bipêkirina mafan kir.
Aktop destnîşan kir ku dema roja ewil ew birin girtîgehê bi lêgerîn tazî re rû bi rû maye û got: “Dema min dibirin digotin ‘li çep û rastê xwe nenêre.’ Bi aqilekî leşkerî li mirov dinêrin. Carinan bi awayekî kêfî pirtûk û rojnameyan nedidan. Wekî din jî bêhnek pîs ji xwarina dihat. Xwarin nedihat xwarin. Bi awayekî kêfî bi ser qawîşan de digirtin û lêgerînê pêk dianîn. Qawîşê ji hev belav dikirin û diçûn.”
'KANTÎNA GIRTÎGEHÊ VEGUHERANDINE QADA RANTÊ’
Aktop da zanîn ku her dem li girtîgehê zextên derûnî serdest in û wiha domand: “Yek ji ferzkirina li ser girtiyan a din jî jimartina li ser piyan e. Dema malbat dihatin hevdîtinê bi hezar pirsgirêkan re rû bi rû diman. Malbat jî bi lêgerîna tazî re rû bi rû diman. Di dema hevdîtinan de gardiyan li ser serê me disekinîn û bi kesên din tacîz dikirin. Kelûpelên ku malbatan dişandin nedidan me. Digotin ‘divê hûn ji kantînê tiştan bikirin.’ Bi vî awayî kantînê veguherandina qada rantê.”
'PÊKANÎNAN BI KHK’Ê VE GIRÊDIDAN’
Aktop bal kişand ser rewşa girtiyên newxweş û ev tişt got: “Nexweşan nabin nexweşxaneyê û revîrê. Dema dibin jî leşker zext û tundiyê li ser girtiyan dikin. Rêveberiya girtîgehê vê neheqî û dijhiqûqiyê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) re girê dida. Gardiyanan digot, “tu eleqeya van pêkanînan bi me re nîne. Bi KHK’ê ve girêdayî ne.’ Bi pêkanîna zexta derûnî li ser me hegemonya xwe ava dikirin.”