ÎZMÎR – Hin komeleyên ku piştevaniya penaberan dikin, di demên dawî de polîs dibêjin “îxbara we hatiye kirin” û davêjin ser wan. Nûnerên van komeleyên ku xebatên wan gav bi gav tên şopandin, gotin nemaze piştevaniya ji bo penaberên sûriyeyî tê astengkirin û bi vî awayî tê xwestin ku penaberan bi zorê bişînin welatê wan.
Li Îzmîrê, hin komeleyên ku piştevaniya penaberan dikin û ji bo ewlehiyê xwestin navê wan neyê nivîsandin, di demên dawî de polîs dibêjin “îxbara we hatiye kirin” û davêjin ser wan. Li gor agahiyên ku rêveber û dildarên komeleyan dan, hemû fealiyetên wan ji aliyê polîsan ve tên şopandin. Nûnerên komeleyan destnîşan kirin ku polîs davêjin hemû fealiyetên wan ên der barê penaberan de û hemû gavên wan tên şopandin.
‘HÛN VAN ALÎKARIYAN JI KUDERÊ TEMÎN DIKIN’
Hat destnîşankirin ku emniyet diçe herêmên ku komele alîkariyan belav dike û li GBT’ya endamên komeleyan, xebatkar û dildarên wan dinêre. Hat gotin ku polîs ji rêveberên komeleyan doza belgeyên ku ka komele li maseya komeleyan qeydkirî ne yan na dixwazin û dema div î warî de pirsgirêkek tune be, pirsên wekî armanca van alîkariyan çî ye berpêşî wan dikin. Polîs ji dildaran dipirsin ka ji bo çi bi penaberan re eleqedar dibin û tu têkiliyeke wan bi saziyên siyasî re heye yan ne.
Polîs ji bo alîkariyê belgeya destûrê ji walîtiyê dixwazin û her çend hatibe diyarkirin ku armanca komeleyan piştevanî ye jî, lê belê dibêjin “îxabara we hatiye kirin” û komeleyan dişopînin. Nûnerên komeleyan destnîşan kirin ku bi vî awayî komeleyên alîkariya penaberan dikin tên astengkirin û bi vî awayî tê xwestin ku penaber bi zorê vegerin welatên xwe. Her wiha nûnerên komeleyan bi lêv kir ku xebatên wan ên heta niha saziyên fermî hemû xebatên wan texdîr kirine. Her wiha nûnerên penaberan destnîşan kir ku ger ev rewş wisa bidome, wê fealiyetên wan ên piştevaniyê bi dawî bibin.
MA / Ahmet Kanbal