AMED – Rêveberiya qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê, deriyê betonî yê Parka Newrozê ku li ser “Newroz Parki” nivîsandîbû bi kemçeyan rûxand.
Ekîpmanên girêdayî Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Mezin a Amedê, deriyê betonî yê li ketina Parka Newrozê ku her sal bi beşdariya milyonan kesan Newroz lê tê pîrozkirin rûxand. Derî çend roj berê hat rûxandin û molozên wê jî hatin rakirin. Welatiyên li derdorê gotin ew nizanin ka ji bo çi derî hatiye rûxandin.
Têkildarî mijarê em li Midûriyeta Park û Baxçeyan geriyan. Rayedaran diyar kir ku wan ji bo derbaseya Parka Newrozê xebateke nû daye destpêkirin û got: “Me di xebata nû de pêdivî bi derî nedît. Kî bixwaze bila têkeve parkê.”
Her wiha platforma li qada ku dê di 21’ê Adarê de Newroz lê bê pîrozkirin jî bêxweyîtiyê diherife. Hesinên platformê jengarî girtine û piraniya cam û paceyên wê jî şikiyane.