STENBOL – Nivîskar Aydin Engîn êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê wekî “dagirkeriyê” nirxand û got: “Şerê li nav Efrîna ku 600-700 hezar mirov lê dijîn, dê bibe sedema mirina gelek jin, mêr û zarokan.”
Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê OSO’yê yên li dijî Efrînê di roja 54’an de jî didomin. Rojnamevan-nivîskar Aydin Engîn êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê nirxandin û van êrîşan wekî “dagirkeriyê” şîrove kir.
Engîn, destnîşan kir ku Efrîn herêmeke qedîm a kurda ye û ji dêvla ku Erdogan bi kurdan li vir cînartiyeke baş bike, diçe têkliyê bi rêxistinên devbixwîn ên wekî El Nûsrayê re datîne û wan bera ser kurdên li Sûriyeyê dide. Engîn destnîşan kir ku Erdogan ji bo hilbijartina 2019’an berê xwe bêtir daye propagandayeke netewperest û bi vî awayî dixwaze puanekî baş bi dest bixe. Engîn anî ziman ku ji sedî 70’yê çapemeniya Tirkiyeyê wekî artêşa reys tev digere. Engîn diyar kir ku Efrîn operasyoneke piralî ya AKP’ê ye û got: “Armanca Erdogan ew e ku hem wekî ‘Fatîhê Efrînê’ têkeve hilbijartinê hem jî pirsgirêka kurdî bi tunekirina tevgera kurdî çareser bike. Gelek caran hatiye ceribandin, lê belê di dîrokê de tu welat bi ser neketiye. Ev yek ji bo Tirkiyeyê gavavêtina pêvajoyeke zaf xwîniyî û êşbar e. Dibe ku em rojên hîn xerabtir bibînin. Li Tirkiyeyê tim demareke netewperest zînde bû. Her wiha demareke ku tesîr ji olê digire jî tim hêzdar bû. Lê ya ku niha AKP dike, ne ku ji bo wadeyeke dirêj Tirkiyeyê veguherîne welatekî netewperest, ji bo hilbijartinên 2019’a ye. Yanî wisa difikirim ku ne stratejîk, lê gaveke taktîkî ye.”
'ÊRÎŞA LI DIJÎ PROJEYA ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK E’
Engîn, destnîşan kir ku Tirkiye feraseta demokratîk a tevgera siyasî ya kurdan ku li Efrîn û Kobaniyê ku tevî ereb û tirkmenan hatiye avakirin tehamul nake û dest bi operasyoneke wisa kiriye. Engîn diyar kir ku Tirkiye tirsiya ku wê rêveberiya demokratîk a Sûriyeyê bandorê li kurdên li Tirkiyeyê jî bike û wê kurd bigihên hev û hêzdartir bibin. Engîn got, Tirkiye ji konfederasyona demokratîk, ji projeya Rojhilata Navîn a demokratîk ku netew-dewletê red dike tirsiya. Engîn bi lêv kir ku ewilî Ocalan ev yek aniye ziman û li derdorên kurdan belav bû. Engîn diyar kir ku tevgera kurd nîşan daye ku divê li cîhanê sînor ji holê bên rakirin û got: “Lê tevgera tirkî an ev yek fêm nekir an jî wekî bûyereke taktîkî fêm kir. Îjar ji dêvla ku vê firsendê bi kar bîne, şer tercîh kir.”
‘KÎ ÇI BÊJE JÎ EV DAGIRKERÎ YE’
Ji roja ku êrîşên li dijî Efrînê dest pê kirine heta niha Tirkiye dibêje “Em ê ji bo ewlehiya gelê Efrînê, ji bo aştiyê têkevin wir.” Engîn bal kişand ser vê propagandayê jî û got ev gotin dişibe gotina Amerîkayê ku dema ket Iraqê got: “Ez ê demokrasiyê bînim Iraqê.” Engîn got: “Meseleya hundurîn çi dibe bila bibe, bi hincetên wekî ‘ez ê wir sererast bikim, ez ê alîkariya gelê wir bikim’ ber bi welatekî din ve şandina leşkeran dagirkerî ye.”
'WÊ JIN Û ZAROK BEDÊLÊ BIDIN’
Engîn, ketina navenda Efrînê û encamên dê rû bidin jî nirxandin û got: “Wê fatûreya bi şerê nav bajêr, bajarekî wekî Efrînê ku 600-700 hezar kes lê dijîn, pir giran be. Hem wê hejmara şehîdên ku dê bên Tirkiyeyê zêde bibin û wê li hemberî vê bi awayekî mafdar bertek jî bên nîşandan. Wê herdu alî jî bedêlên giran bidin, lê belê ya herî giran jî wê zarok, jin û welatiyên li Efrînê bikişînin. Ya ku ez dibînim, siyasetmedarekî herî xêv jî dibîne. Encama şerê nav bajêr, kuçeyan tê wateya tunekirina gelek jin, zarok û mêran. Ev yek di warê siyasî de jî întihar e. Hêvîdar im ev rîsk bê dîtin pêk neyê. Ev hêviyeke xurt e, na.”
'BIRAYARA NY’YÊ TENÊ LI SER KAXEZÊ YE’
Engîn bal kişand ser biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û got, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn NY pêk hatiye, lê belê niha hêzeke ku tenê li ser kaxezê ye. Engîn destnîşan kir ku liv û tevgera ku li gor biryarê xwe neda der delîla vê yekê ye.
MA / Bilal Seçkin