Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin

  • rojane
  • 15:35 18 Tîrmeh 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer di danişîna dozê de hemû pirsên jê hatine kirin paşguh kir û derheqê leşkerê bi navê Îbrahîm Akil de ku tiliya wî di cînayetê de heye jî agahî nedan. 

Çaremîn danişîna doza kujer Onur Gencer ku êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê berdewam dike. Piştî navberê, parêzeran îtîraz kir û xwestin ku mafê wan ê pirsan neyê binpêkirin. Serokê dadgehê jî îtîraz qebûl kir û biryar da ku pirs ji bersûc bên kirin. 
 
Parêzeran pirsa; “Cihê ku tu lê bûyî te qet milîsên li gel Tirkiyeyê tevdigerin nas kirin an na?” kir û kujer Gencer got; “erê.” Lê belê navên van kesan nedan. 
 
Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel pirsa; “Gelo çi hevalên we yên bi we re ji Sûriyeyê hatin hene yan na?” kir. Lê kujer Gencer bersiva vê pirsê neda. Her wiha kujer Gencer pirsên Yucel ên weke “We fikrên xwe yên derheqê HDP û kurdan de çiqas bi Osman Tanriverdî re parve kirin”, “Hûn Gamze Açar nas dikin an na” bêbersiv hişt û bi hinceta “ewlekariya can” îtîrazî van pirsan kir. Li ser pirsa Yucel a “Di hatin û çûna bajaran de we qet bi kesên ji Sûriyeyê nas kirin re têkilî danîn an na?” jî kujer Gencer got; “Wê jî hûn bibînin.” 
 
ÎTÎRAZ HATIN REDKIRIN 
 
Parêzeran îtîraz kir ku kujer Gencer bersivên zelal nedan Yucel. Lê serokê dadgehê ev îtîraz red kir. 
 
KUJER GENCER: EW PARVEKIRIN MIN JÊ NEBIRIN 
 
Piştre jî Yucel pirsên “Hêzên ewlekariyê çiqas dem piştî binçavkirinê dest danî ser telefona we?” û “Di roja bûyerê de hinek dîmenên li ser hesaba we ya medyaya civakî hatin jêbirin. Gelo ev kê jêbirin?” kir. Kujer Gencer jî got ku wî ev dîmen jê nebirine. Li ser pirsa “gelo têkiliyeke we bi ulkucuyan re heye yan na” jî kujer Gencer ev bersiv da: “Bi hemû kesî re heye. Tenê bi we re nîne. Ez xwe weke kesekê anarşîst pênase dikim.” 
 
'EZ NAS DIKIM LÊ NABÊJIM’ 
 
Serokê dadgehê îtîrazî pirsa parêzeran a “Kesekê hûn li Navenda Giştî ya MHP’ê nas dikin heye yan na?” kir. Yucel got; “Tê îdiakirin ku we fermana vê êrişê raste rast ji Navenda Giştî ya MHP’ê girtiye. Em jî vê îdiayê lêkolîn dikin.” Piştre jî Yucel wêneyeke civînê nîşanî Gencer da û pirsa kesên di wêneyî de kir. Kujer Gencer jî got; “Ez nas dikim lê nabêjim.” 
 
GELO WE QET MILÎTANÊN SADAT’Ê NAS KIRIN? 
 
Kujer Gencer bersiva pirsa Yucel a “Di axaftinên we yên whatsappê de xuya dibe ku hûn hewl didin têkildarî bûyerê erêkirin çêbibe. Madem we ev bi tena serê xwe kir, wê demê we çima hewcehî bi vê yekê dît?” neda û ji bo pirsa “We li Sûriyeyê qet milîtanên SADAT’ê nas kirin an na?” jî got; “Dibe.” 
 
Dema di pirsa Yucel de navê Abdullatîf Koçak derbas bûyî, kujer Gencer hinek sekinî û Yucel sedema vê pirs kir. Li ser vê yekê jî Gencer got; “Yên ku canê wan êşiyayî hûn in, bersiva wê jî hûn bibînin.” Li ser vê bersivê jî beşdaran bertek nîşan dan. 
 
Kujer Gencer dîsa gotinên nîjadperest dubare kir. Li ser vê yekê Yucel bi bîra kujer xist ku leşkerî nekiriye û pirsa “gelo hûn endamê yekîneyeke din a leşkerî bûn lewma we leşkerî nekir?” jî kujer Gencer ev bersiv da: “Belkî erê, belkî jî na.” 
 
Kujer Gencer bersiva pirsa “Piştî ku ji Sûriyeyê vegeriyayî rewşa we ya jiyanî gelek baş bû. Gelo sedema vê çi ye” neda û piştre got ku ji derdora xwe hinek alîkariya madî girtiye. 
 
JI EWIL GOT ‘EWLEHIYA CANÊ MIN NÎNE’ PIŞTRE GOT ‘NAS DIKIM’ 
 
Kujer Gencer ji bo pirsa “hûn Gamze Açar nas dikin an na” bersiva “ewlehiya canê min nîne”dabû lê piştre bersiva “Ez wê nas dikim” da. 
 
'GULE JI POLÎGANÊ GIRTINE’ 
 
Piştre jî di navbera ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç û kujer Gencer de ev axaftin derbas bû: 
 
Agaç: Kê hûn arastayî polîgana Îzmîrê kir? 
 
Gencer: Kesekî pêşniyar kir. 
 
Agaç: Di kîjan sihbetê de pêşniyareke wiha hat kirin? 
 
Gencer: Dema em li ser çekê diaxiviyan. 
 
Agaç: Hûn vî kesî nas dikin? 
 
Gencer: Na. 
 
Agaç: We di 14’ê hezîranê de her 15 guleyên ji polîganê hilgirtibûn bi kar anîn? Te çi bi yên bi kar ne anî kir? 
 
Gencer: Hûn bersiva vê dizanin. Min avahiya we kir xwîn.”
 
BERSIVA PIRSAN NEDA 
 
Piştre jî ev pirs ji kujer Gencer hatin kirin; “Hûn çiqas diçin polîganê?”, “Li polîganê lênûska qeydan heye yan na?”, “Ew lênûsk we tije kir an peywirdaran?”, “Navên kesên hûn li polîganê perwerde kirine çi ne?”, “Umut Işik derheqê pîşeya we de tu agahî dan we yan na?”, “Gelo Alîcan li Urganli ya Manîsayê pewerdeya taybet a çekan da we yan na?”, “Di dema van perwerdeyan de Oytun Yuksel li wir bû yan na?”, “We çima pirsên derheqê çekan de ji Îbrahîm Akil kirin” lê belê bersiv neda. 
 
Li ser vê yekê jî Agaç got; “Hûn pirsên me weke ‘bersiv tune ye’ dibersivînin û ev jî nîşan dide ku têkiliya we bi rêxistinekê re heye.” 
 
NIVÎSÊN BI LEŞKERAN RE JÊ HATIN PIRSÎN 
 
Di berdewamê de jî Agaç derheqê leşker Îbrahîm Akil de pirs kirin û ev axaftin hate kirin: 
 
Agaç: Hûn Îbrahîm Akil ji hêla siyasî ve li ku derê dibînin? 
 
Gencer: Li cihê herî baş dibînim. 
 
Agaç: Di axaftinên we yên bi Îbrahîm Akil de xuya dibe ku we ev bûyer bi hev re plan kiriye. We ev kengî plan kir?
 
Gencer: Tu eleqeya wî pê nîne. 
 
Agaç: Îbrahîm Akil dibêje ku hûn 3 mehan li Sûriyeyê ma ne. Gelo hûn man an na? 
 
Gencer: Na.
 
Agaç: Gelo hûn dizanin bê ka Îbrahîm Akil kengî çû Sûriyeyê? 
 
Gencer: Ez nizanim bê ka çûye yan na. 
 
Agaç: Di van nivîsan de Îbrahîm Akil ji we re dibêje ku Recep Tayyîp Erdogan ji we re stîcîrî şandiye û hûn jî dibêjin; ‘Paşverû. Divê mirov wî jî bikuje. Tu bike ez ê li hundir li te binêrim.’ Gelo hûn dikarin qala vê bikin? 
 
Gencer: Tenê henekek bû.
 
Agaç: Gelo ma hûn nizanin ku sûîqesta li dijî serokkomarê vî welatî sûc e? Li gel ku emniyetê ev nivîs dîtine jî çima pirsa vê ji we nekir? 
 
Gencer: Wê pirsê ji emniyetê bikin. 
 
Agaç: Nivîsên we yên bi Îbrahîm Akil re dema hûn di bin çavan de jî hêj li şûna xwe bûn. Xuyaye ku axaftin hatine jêbirin. Gelo dibe ku kesekê din ev nivîs jê biribin? 
 
Gencer: Nizanim.” 
 
Piştî pirsên Agaç jî şandeya dadgehê heta saet 14.00’an navber da. 
 

Sernavên din

19/07/2022
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire