Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê

  • rojane
  • 10:38 18 Tîrmeh 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Di daxuyaniyên beriya doza qetilkirina Denîz Poyraz de li pêşiya edliyeyê bang li desthilatdariyê hat kirin ku hêzên pişt kujer Onur Gencer aşkera bikin.

 
Kujer Onur Gencer di 17’ê hezîrana 2021’an de êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Beriya 4’emîn danişîna doza Denîz Poyraz, li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên “Em ê hesabê ji kujeran bipirsin. Faşîzm dê têk biçe em ê bi ser kevin.” û “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo Denîz edalet” hatibûn vekirin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Denîz Poyraz nemir e” û “Bijî piştevaniya şoreşgerî” berz kirin. 
 
Di daxuyaniyê de endamên malbata Denîz Poyraz, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Sezaî Temellî, Hûda Kaya, Zuleyha Gulum, parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikulu, endamên rêxistinên jinan û yên mafên mirovan û gelek kes amade bûn. 
 
KEMALBAY: GUMANÊN ME YÊN MEZIN HENE 
 
Parlamenter Serpîl Kemalbay di daxuyaniyê de danişînên heta niha weke “fiyaskoya edaletê” pênase kir û wiha got: “Gumanên me yên mezin hene ku edalet pêk nayê. Em dikevin salvegera komkujiya Pirsûsê. Sedema bidawînebûna komkujiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ew e ku desthilatdarî bi van komkujiyan re hevrû nabe. Em dizanin ku bi qetilkirina Denîz Poyraz re xwestin li Tirkiyeyê aloziyê derxînin. Di şexsê HDP’ê de xwestin li dijî hêzên demokrasiyê êrişê bidin destpêkirin. Kesên li pişt vê armancê hêj nehatine diyarkirin. Hêj jî hêzên li pişt kujer Onur Gencer tên parastin. Êrişa kujer a li hundir a li dijî dayik û parlamenterên me didomîne. Ji ber ku tê parastin, wî hedî di xwe de dibîne ku gefan li şandeya dadgehê bixwe. Lê em ê bi tu awayî paşdegav neavêjin. Dê ev dozger, dadger û mekanîzmaya darazê ya fermanan ji desthilatdariyê digire, di dawiya dawî de werin mehkûmkirin.” 
 
TEMELLÎ: HÛN ŞIRÎKÊN CÎNAYETÊ NE 
 
Piştre jî Sezaî Temellî axivî û ev tişt anî ziman: “Daraz hewl dide bi ser bûyerê bigire. Bêedaletiyeke mezin heye. Ev sed sal in li ser vê erdnîgariyê li dijî kurdan dijminatî tê kirin û ev zîhniyet îro hewl dide vê bêedaletiyê binixûme. Zîhniyeta ku nexwestî pêşî li ber kujereke 115 caran keşf kiriye bigire, şirîkê vê cînayetê ye. Em ê hesabê Denîz bipirsin û ev deynê stûyê me ye. Pirsîna hesaba Denîz û bi dehan hevalên me, tê wateya avakirina aştiya civakî. Heke em bixwazin bi awayekî aştiyane bijîn, wê demê divê em hesabê ji vê zîhniyeta kujer û komkujer bipirsin. Banga me ji bo desthilatdarî û şirîkê wê yê biçûk e; we bi tirseke mezin hewl da vê cînayetê binixûmin lê hûn ê nekarin xwe jê xelas bikin.” 
 
TANRIKULU: BERPIRSYAR AKP YE 
 
Parlamenter Sezgîn Tanrikulu jî anî ziman ku ev cînayet ne cînayeta kesekê bêhna wî teng bûyî ye û wiha domand: “Divê mirov li pêvajoya pêşiya komkujiyê, helwesta hêzên ewlekariyê ya di dema cînayetê de û ya darazê ya piştî komkujiyê binêre. Dema em li van pêvajoyan dinihêrin jî dibînin ku ev cînayet bi têkiliyên kûr ên bi dewleta kûr re hatiye kirin. 115 caran keşf kiriye û li pêşiya avahî qereqol heye lê nehatiye astengkirin. Piştî cînayetê jî muameleya ‘welatparêzê ku peywira xwe pêk anî’ lê hat kirin. Hûn ji ber parvekirineke medyaya civakî 4-5 rojan di bin çavan de dimînin lê ev kujer 24 saetan di bin çavan de ma. Ev jî nîşan dide ku şirîkê civakî yê van têkiliyan û xwediyê wê AKP ye.” 
 
JIN: EM Ê BIBIN SERHILDANA DENÎZ 
 
Piştre jî Jin bi hev re Bihêz in li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Di dema daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” û “Ji bo Denîzê em edaletê dixwazin” hatin berzkirin. Ji jinan Dîdar Gul daxuyanî xwend û wiha got: “Em ê di dadgehên ku kujer Onur Gencer tê darizandin de bibin serhildana Denîz. Em baş dizanin ku kujer tenê Onur Gencer nîne. Hêzên ewlekariyê yên ku Onur Gencer gihandin û piştî cînayetê pirsa ‘navê te çi ye keko’ jê kirin baş nas dikin. Em baş pê dizanin bê ka yên li pêşiya avahiya HDP’ê qereqol ava kirin çawa rê dan kujer. Em kujeran nas dikin. Heta ku hemû faîl tên darizandin jî em ê dev ji têkoşîna edaletê bernedin.” 
 
DAYIK POYRAZ: EM BÛN BI HEZARAN DENÎZ 
 
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî di daxuyaniyê de wiha got: “Gotin qey dê bikarin Denîz bikujin. Lê em bûn bi hezaran Denîz. Em ê her tim li ser pêyan bin û têkoşîna xwe bidomînin. Şehîd namirin.” 
 

Sernavên din

19/07/2022
09:03 Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne