‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’

AMED - Pisporê Hawirdor û Tenduristiya Civakê Necdet Sezgîn diyar kir ku pirsgireka binesaziyê, çêkirina santralên termîk û HES’an dibin sedema gelek nexweşiyan û wiha got: “Ev pirsgirêk li sedî 90’î gundên Amedê tê jiyîn. Ev jî rê li ber gelek nexweşiyan vedike.” 

Febrîqeyên di nava bajaran de hatine çêkirin, pergala binesaziyê ya xerab, bendavên HES’ê û ava qirêjî di nava civakê de rê li ber gelek nexweşiyan vedikin. Li gelek gundên bakurê Kurdistanê pergala binesaziyê hema hema qet tune ye. Yek ji van gundan jî gundê Xanika Jêr ê Çinar a Amedê ye. Li gund nêzî 600 mal hene û derdora 2 hezar û 26 kes dijîn. Lê belê li gund pergala binesaziyê nehatiye avakirin. Lewma ava qirêjî di nava xaniyan de derbas dibe û dibe sedema nexweşiyan. 
 
Em jî têkildarî pirsgirêka binesaziyê bi pisporê Hawirdor û Tenduristiya Civakê û di heman demê de yek ji aktîvîstên Komeleya Ekolojiyê Necdet Sezgîn re axivîn.
 
 
‘PIRSGIREKA BINESAZIYÊ DIBE SEDEMA NEXWEŞIYAN’
 
Sezgîn bi lêv kir ku ew jî demekê dirêj li gundê Xanika Jêr xebitiye û li gund ji ber pirsgireka binesaziyê ava qirêj di nav gund de derbas dibe û wiha got: “Ev jî bandoreke neyînî li ser tenduristiya civakê çê dike. Her wiha bandoreke neyînî li ser ax û avê dike. Bi sala ye şêniyên vî gundî bi bîrên sondajê hewcehiya xwe ya bi avê pêşwazî dikirin. Lê ji ber ku ava qirêjî ji nava gund derbas dibe, ev yek bandorê li ava wan a paqij jî dike û rê li ber nexweşiyan vedike.” 
 
‘JI BO TENDURISTIYA CIVAKÊ TIŞTEKÎ BAŞ ÇÊNEKIRINE’ 
 
Bi domdarî Sezgîn da zanîn ku weke komeleya ekolojiyê li gelek gundên Amedê geriyane û wiha pê de çû: “Ji bo başbûna tenduristiya civakê û parastina xwezayê tiştekî baş nehatiye kirin. Sedema gelek nexweşiyên li herêmê jî pirsgirêka pergala binesaziyê, HES û santralên termîk e. Di bingeha van de jî dewlemendtirkirina desthilatdar û alîgirên wan heye. Lewma li gelek gundên me nexweşî hene. Av û hewayê qirêjî rê li ber van nexweşiyan vedike. Nebûna binesaziyê, çêkirina HES’an û santralên termîkê ava paqij qirêjî dike. Beriya çêkirina HES’ên li ser Çemê Dîcleyê, Dîcle ji hêla antîbiyotîkan ve di dinyayê de rêza 3’yan de bû. Ev jî nîşan dide bê ka xwedî bandoreke çawa ne.” 
 
‘JI SEDÎ 90’Î GUNDÊN AMEDÊ DI VÊ REWŞÊ DE NE’ 
 
Sezgîn destnîşan kir ku li gorî lêkolînên wan ji sedî 90 a gundên Amedê di vê rewşê de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî vê jî dewletê û desthilatdariya AKP’ê pirsgirêkên heyî çareser nekirine. Li gelek gundan pergala binesaziyê tune ye.  Pergala tora avê ya li gundan hatiye avakirin lê ji ber ku lûleyên wan li ser erdê ne, bandoreke neyînî li şêniyên gundên herêmê dike. Lewma divê ji bo parastina xweza, tenduristiya civakê û tenduristiya her zindiyekî zagon bên derxistin. Ji bo vê jî divê pisporên zagonan û yên tenduristiyê bêtirs nîqaşan bikin û di vê çarçoveyê de xebatan bimeşînin.” 
 
MA / Mahmut Altintaş
 

Sernavên din

19/07/2022
09:03 Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne