NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî, diyar kir ku xetên derve yên balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê dê roja Pêncşemê vebin.
Balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê, piştî referandûma 25'ê Îlonê li seferên navneteweyî hatibû girtin. Beriya niha bi demek kin, dema vê qedexeyê ji bo sê mehên din hatibû dirêjkirin. Lê Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî, diyar kir ku balafirgeh dê roja Pêncşemê ji seferên navneteweyî re bê vekirin. Ebadî agahî neda ku dê destpêkê ji seferên kîjan welatan re balafirgeh bê vekirin.
Piştî referandûmê di 16'ê Cotmehê de hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî bajarên Xaneqîn, Xurmatû û Kerkûkê dagir kiribûn û seferên navneteweyî li balafirgehên Başûrê Kurdistanê qedexe kiribû.