AMED - Li çoltera navçeya Pîranê ya Amedê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 jê giran 5 leşker birîndar bûn.
Li çoltera navçeya Pîrana Amedê leşker derketin operasyonê. Di operasyonê de leqîn pêk hat. Di teqînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 jê giran 5 leşker bi giranî birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin nexweşxana Dewletê ya Selahattîn Eyûbî. Li herêmê tevgera leşkerî berdewam dike.
Walîtiya Amedê têkildarî bûyere daxuyanî da. Walîtiyê anî ziman ku di operasyonê de teqemenî teqiya ye û 2 leşkerên wan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane û 2 jê giran 5 leşkerên wan birîndar bûne.