‘Bila rojnameger bên berdan’

  • rojane
  • 17:31 16 Tîrmeh 2022
  • |
img

MÊRSÎN - Rojnamegerên li Mêrsînê diyar kirin ku rojnamegerî sûc nîne û xwestin 16 hempîşeyên wan ên hatine girtin bên berdan.

Komeke rojnamegeran li Mêrsînê derheqê 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê hatine girtin daxuyanî dan. Daxuyanî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên “Em rojnamegeriyê diparêzin. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.” hatibû daliqandin û dowîzên “Em naxwazin rojnameger di girtîgehê de bin” û “Azadî ji rojnamegeran re” hatibûn vekirin.

Nûçegihanê Rojnameya Guney Mahmût Sonmez li ser navê rojnamegeran axivî û da zanîn ku 16 rojnamegerên li Amedê hatin girtin ev meheke di girtîgehê de ne. Sonmez, diyar kir ku li gel hempîşeyên wan her wiha pîşe û mafê agahîgirtinê jî hatiye zindanîkirin.

Sonmez, da zanîn ku rojnamegerî sûc nîne û wiha domand: “Rojnamegerî ne sûc e. Yên ku rojnamegeran digirin sûcdar in. Banga me ji bo her kesî ew e ku ji bo hilweşandina vî dîwarê bêdengiyê yê li hemberî çapemeniya kurd, bêhtir dengê xwe derxînin. Em dixwazin ku xwedî li mafê xwe yê agahîgirtinê derkevin. Cihê rojnamegeran ne girtîgeh lê kolanan in. Divê hempîşeyên me di zûtirin demê de werin berdan. Em ê rojnamegerî û rojnamegeran biparêzin.”

‘JI BER KU EM ROJNAMEGER BÛN LEWMA HATIN GIRTIN’

Piştre jî Sonmez peyamên piştevaniyê yên rojnamegerên girtî xwend.

Mehmet Alî Ertaş: “Weke rojnamegerên azad me ji ber ku karê xwe kir û nûçeyên rast çêkirin lewma hatin girtin. Raya giştî baş pê dizane ku em rojnameger in û ji ber vê sedemê hatine girtin. Desthilatdarî jî dibêje; ‘tenê mîkrofonek heye û tenê alîgirinên min dikarin biaxivin.’ Nexêr dê wisa nebe. Guhdarîkirina wî dengê mîkrofonê û axaftina wê mîkrofonê jî mafê hemû hemwelatiyan e. Em ê bi vê ferasetê rojnamegeriya xwe bidomînin û agahî bigihînin gel. Spasiya hemû kesên piştevanî kirine dikim.”

‘EM Ê NEREHET BIKIN’

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî wiha got: “Em bi operasyoneke derhiqûqî hatin girtin. Ji azadî û karê xwe bêpar hatin hiştin. Sûcê me çi ye? Bêguman tenê karê rojnamegerî ye. Weke kesên xêz dikin, dikêşin, vedibêjin, me kesên dixwestin tenê dengê wan were bihîstin aciz kir. Di encamê de jî hatin girtin. Yên ku dibêjin dê bi vî awayî me bêdeng bikin xwe dixapînin. Em ê karê xwe bidomînin û wan her nerehet bikin. Em spasiya her kesên piştevaniya me kiriye û bawerî bi rojnamegeriyê anîne dikin. Bi hêviya ku piştevanî hîn mezintir bibe…”  

‘PIŞTEVANÎ HÊZÊ DIDE ME’

Edîtorê MA’yê Azîz Oruç jî ev peyam parve kir: “Em rojnameger bi awayekî derhiqûqî hatin girtin. Di nava mehekê de me du girtîgeh guherandin. Herî dawî biryar hat dayîn ku li girtîgeha bi ewlekariya bilind bên ragirtin… Em rojnameger in. Ew jî vê dizanin. Em li hundir jî bin li derve jî bin dê rojnamegeriya xwe bidomînin. Ew jî vê dizanin. Piştevaniya li derve hêzê dide me. Divê em vê piştevaniyê hem li hundir û hem li derve mezintir bikin. Bi hêviya rojên azad.”

Nûnerê ÎHD’a Çukurovayê parêzer Bedrî Kuran jî da zanîn ku girtina rojnamegeran binpêkirina maf e û xwest ku rojnameger bên berdan.

Sernavên din

01/12/2022
10:28 HDP’ê li Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin
09:11 Parêzer Çîftçîler: Divê baro berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:10 Mîmar Gîrîtlîoglû: Li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye
09:09 'Li Îmraliyê ji dêvla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan tê pêkanîn'
09:07 Parlamenterê HDP'ê Taşçier: Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin
09:05 Seqiz: Gelên Îranê cara yekemîne bi gelê kurd re mil bi mil têdikoşe
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/11/2022
23:00 Dûrxistina ji wezîfeyê ya mamosteyan şermezar kirin
20:52 18 jinên hatin binçavkirin anîn Enqereyê
20:33 Şideta polîsan û binçavkirina jinan şermezar kirin
20:16 Çawîşekî pispor mir
18:57 Cenazeyê Çekdar Gabar piştî 185 rojan hat veşartin
18:40 Xizmên girtiyan: Bila tecrîd bê rakirin, hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
16:29 Hemû binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan
16:28 Jinan giliyê polîsên ku tundî li jinan kiribûn kirin
16:27 HDP ji bo kêmtirîn mûçeyê kampanya dide destpêkirin: Bila herî kêm 12 hezar û 500 TL be
15:51 Ji bo Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê pêşniyar qanûnek hate pêşkeşkirin
15:40 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Têkoşîna jinan nikare were darizandin
15:23 Êrişên Tirkiyeyê di roja 10’an de berdewam dikin
15:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Veysî Aktaş serlêdan kirin
14:41 Li Efxanistanê teqîn: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:37 Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
14:24 Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin
14:21 Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne
14:20 KESK dê mitînga ‘Em ne hilbijartinê budçeyê dixwazin’ li dar bixe
14:11 KCD'ê û DBP'ê ji bo ‘tifaqê’ serdana PDK-T’yê kir
13:56 Ji Fîncani re qertên piştevaniyê şandin: Em bi têkoşîna wê ya heqîqetê serbilind in
13:53 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 632’yan de didome
13:51 Faîlê ku ji 'êrişa zayendî' dihat darizandin beraet kir
13:43 Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin
13:31 Li Cizîrê kesek di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin
13:11 Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê yên li Îranê berdewam in
13:10 Şandeya UNESCO’yê li Amîda û sûran lêkolîn pêk anî
12:43 Alîgirên Amedsporê dê êdî navê ‘Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê’ bikar bînin
12:41 Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî 131 kesan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re name şandin
12:25 Malbatên girtiyan: Girtî li zindanan em ê jî li derva li ber xwe bidin
12:05 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin
11:51 Buldan ji bo Îmraliyê bang kir: Muxatabê me dewlete û divê tavilê daxuyaniyê bide
11:48 ‘Çêkirina mizgefta Esentepeyê li dijî hiqûq û mevzuatê ye’
11:37 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
11:36 TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand
11:34 Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin