AMED – Li navçeya Bismilê Hevserokê DBP’a Bismilê Mehmet Onat jî di nav de 10 DBP’î hatin binçavkirin.
Li navçeya Bismil a Amedê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Lêgerîna li malan li gel beşdariya tîmên taybet pêk hat. Di operasyonê de Hevserokê DBP’a Bismilê Mehmet Onat, rêveberê DBP’ê Şemsettîn Balaman, Hevserokên DBP’a Bismilê yên berê Abdulsamet Bîçîm, Abdulkerîm Yildiz, Nedîm Bîçer, endamên Meclîsa Şaredariya Bismilê Kadriye Dogan, Hayrettîn Satar, Mehmet Guler, Nîhat Bulbul, rêveberê DBP’a Bismilê yê berê Hemo Ozmen, xebatkarê şaredariyê yê berê Enver Çelîk û endamê DBP’ê Kazim Demîr hatin binçavkirin.
LI DIJÎ ÇÊRA DERKET EW DERB KIRIN
Di serdegirtina mala Balaman de polîsên tîmên taybet dijûnî bi ferdên malbatê kirin. Kurê balaman Ferît Balaman li dijî heqeretan derket û tîmên taybet ew derb kirin. Dayika Balaman ew ji destê tîman rizgar kir. Ji ber lêdanê laşê Balaban reş û hêşin bûn û çû nexweşxaneyê rapor sitend.
Hinceta binçavkirinan nehat hînbûn û yên binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.