NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê û paytexta Îran Tehranê bi hezaran welatî daketin qadan û ji bo şerê li ser Efrînê tê meşandin şermezar bikin çalakî pêk anîn. Bi hezaran welatiyên daketin qadan xwest Tirkiye êrîşên li ser Efrînê bi dawî bike û ji axa Efrînê derkevin.
Şerê Tirkiye yê li ser Efrînê 53 rojin didome. Di êrîşên tang, top, hawan û balafirên şer de zêdetirî 232 welatiyên gelek ji wan zarok ji yana xwe ji dest dan û zêdetirî 660 welatî jî birîndar bûn. Bertek û nerazîbûnên gelê kurd li çar aliyê cîhanê li dijî şerê Tirkiye ku li ser Efrînê dimeşîne zêde dibe. Şevê din li bajarên Rojhilatê Kurdistanê Sine, Merîwan, Kamyaran, Bokan û Rişt bi hezaran welatî daketin qadan û şerê ku Tirkiye li ser Efrînê 53 rojin bê navber bi tang, top û bombeyan dimeşîne şermezar kirin
TEHRAN
Ji derveyî bajarên Rojhilatê Kurdistanê li paytexta Îranê Tehranê jî xwepêşandaneke girseyî ya ji bo piştgiriya Efrînê hate lidarxistin. Tevî ku li gelek deveran rejîma Îranê xwest pêşî li xwepêşandanê bigire jî nekarî û girse bi dirûşmên li dijî dewleta Tirk û Erdogan hêrsa xwe ya li dijî komkujiyên li ser gelê Efrînê tê kirin anîn ziman û bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Efrînê" jî piştgiriya xwe ya ji bo Berxwedana Serdemê anîn ziman. Li bajarê Merîwanê rejîmê di dema çalakiyê de çend çalakvan binçav kir. Li gorî malpera Hengaw ya mafê mirovan ya li Îranê weşanê dike, çalakvanên medenî yên naskirî yên bajarê Merîwanê Ednan Hesenpûr, Hemey Daniş û Nasih Baxîş hatine binçavkirin.
ÇOMANÊ
Li bajarokê Çomanê ya ser bi bajarê Hewlêrê ji bo piştgiriya Efrînê û şermezar kirina êrîşên Tirkiye meşeke girseyî hate lidarxistin. Di meşê de nivîsên bi zimanê Îngilîzî "Stop Bombing People!", "Stop Jenocide Afrin", hatin hildan û bi zaravayê Soranî jî "Em tev piştîvanên Efrînê ne", "Balakayetî piştîvanê Efrîne" jî hatin rakirin. Girseyê alên YPG û YPJ’ê hildan. Di meşê de çalakvan Rêbaz Wisû axivî û diyar kir ku dewleta Tirkiye bi hemû awayî êrîşê dike ser Kantona Efrînê, jin zarok û malê Efrîniyan dike û got: “Lê bi kêfxweşî dikarin bêjin ku şervan bi can û xwîna xwe parastineke dijwar li hember çeteyên Erdogan dike.”
Rêbaz daxuyakirin ku ev êrîşa niha li ser Efrînê di rastiyê de ne êrîşeke tenê li ser Efrîn û Rojavayê Kurdistanê ye, êrîşeke li ser tevahî gelê Kurd e û wiha pêde çû: “Ji ber ku serkeftina Efrîn tê wateya serkeftina îradeya gelê Kurd li hember zilm û neheqiyên dîrokî li hember hatine kirine.”
Welatiyên devera Balakayetî ji bo Efrînê daxwaza helwesteke pratîkî ji Parlemento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin û dibêjin, “Em weke gelê devera Balakayetî piştgiriya xwe ji bo Efrînê radihînin û ji parlemento û hikûmetê jî daxwaz dikin ku helwesteke cidî û pratîkî ji bo Efrînê ragihînin, ji bo pêşî li van êrîşên hovane bigirin.”
ŞAREZÛ
Li bajarê Silêmanî bihezaran kes daketin qadan û ji bo Efrînê meşeke meşaleyî lidar xistin û rêveberiya ciwanan ji ciwanên Başûr xwest ku çek hilgirin û berê xwe bidin Efrînê. Gelê Silêmanî li ser banga Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li ser cadeya Salim (Saholeke) kom bûn û ber bi Mizgefta Gewre ya nava bazarê Silêmanî meşiyan. Di meşê de def û dahol hatin lêxistin, alên YPG-YPJ û posterê mezin yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin rakirin. Gelê Silêmanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Efrînê", "Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê" û "Terorîst û dîkdator Erdogan" hejiya.
Zarokên Silêmanî jî piştgirî dan meşê û rêzên pêş de ji bo zarokên Efrînê gotin, "Em Efrîn in."
Di meşê de Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen axivî û got: “Şoreşa Rojava roj bi roj mezin dibe û plîlanên dagirkeran têk dibe. Divê em bizanin ku êrîşên ser Efrînê tenê li ser Efrînê nîne, li ser tevahî Kurdistan û azadîxwazane. Em piştgiriya gelê Başûr ji gelê Efrînê re silav dikin.”