Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne

img

WAN – Li Wanê 112 zozan ji ber sedema “Herêma Ewelehiya Taybet” qedexe ne. Yên sewalan xwedî dikin diyar kirin ku ji ber qedexeyan nikarin biçin zozanan û neçar in sewalên xwe li malê xwedî bikin û sewalkarî li ber xelasbûnê ye. 

Walîtiya Wanê li herêma Wanê 112 zozan bi sedema “Herêma Ewlehiya Taybet” li zozanvaniyan qedexe kir. Zozanvanî ji ber vê qedexeyê nikarin derkevin zozanan. Welatiyên Wanê yên sewalkariyê dikin li dijî biryara qedexeya zozanan bertekên xwe anîn ziman û gotin divê demildest qedexeya li ser zozanan bê rakirin. 
 
‘GEL DI NAV FEQÎRIYÊ DE YE’ 
 
Osman Arslan ê 30 salî bi firotina sewalkariyê debara xwe dike, vê serdema qedexeyê wekî “serdema xelayê” şîrove kir û got: “Qedexekirina zozanan nayê qebûlkirin. Sewalkarî di serdema xwe ya herî xerab de ye. Sewalkarî hatiye asta xelasbûnê. Mirovên bi sewalkariyê debara xwe dikin, êdî nikarin debara xwe bikin. Bi polîtîkayên hikumetê re êdî serdema debara bi sewlakariyê xelas bûye. Gel di nav feqîriyê de ye. Êdî mirov nikare kîsek arvan jî bikire. Berê em diçûn zozanan û debara me hemû li ser zozanan bû. Me bi firotina sewal û qatixê sewalan debara xwe dikir. Lê niha her bihost qedexe ye. Em nikarin gavekê jî bavêjin. Em ê di bin van qedexeyan de çawa sewalkariyê bikin?” 
 
‘SEWALKARÎ HATIYE ASTA XELASBÛNÊ’ 
 
Mahmut Onatê sewlakar destnîşan kir ku tekane debara wan li ser sewalan e û wiha got: “Em bi firotina sewalan debara xwe temîn dikin. Em vî karî nekin em ê birçî bimînin. Em kesên sewalan xwedî dikin, daxwaz dikin ku demildest van qedexeyan rakin. Heke ku zozan qedexe bin, em ê çawa karê sewalkariyê bikin? Dê bi van polîtîkayan sewalkariyê ji holê rakin. Divê dewlet dev ji vê polîtîkaya xwe berde.” 
 
‘BILA QEDEXEYA LI SER FERAŞÎN Û NORDIZÊ RABE’ 
 
Kazim Yacan ê 25 sal e sewalkariyê dike jî anî ziman ku hêj her roj bihayê ka û êm zêde dibe, cotkar di rewşek nebaş de ne. Yacan da zanîn ku êdî tu nirxê sewalkariyê jî nema ye û got: “Êdî hatiye wê rewşê mirov nikarin sewalan jî bikirin. Beşeke mezin ji zozanan qedexe ne. Ji ber qedexeya zozanan em zirarê dikin. Rojê 15 TL li çêlekekê diçe. Bi taybetî em herî zêde zozanvanî diçin zozanên Feraşîn û Nordizê. Em dixwazin ev zozan demildest serbest bibin.” 
 
DÊ BI SEDAN ZOZANVANÎ NIKARIBIN BIÇIN ZOZANAN 
 
Şaban Aslan jî diyar kir ku ji ber nikarin derbikevin zozanan sewalên xwe bi êm li malê xwedî dikin û heke ev qedexe dewam bike dê bi sedan zozanvanî nikaribin biçin zozanan. 
 
MA / Mujdat Can – Mahmut Ruvanas

Sernavên din

20:37 Li Elbîstanê qeyda gelek hilbijêran tune ye
18:49 11 baro: Tiştek bê serê Baroya Amedê berpirsyar Soylu ye
18:46 OSO li Efrînê sivîlekî din kuştin
18:43 Temellî: Em dê wan tevî Torosê wan bavêjin çopa dîrokê
15:54 Gelê Avkevirê got 'Tamam'
15:53 Wesayîta welatî dibirin mitînga HDP’ê qulipî: Kesk mir û 4 kes birîndar bûn
15:08 ‘Di dema AKP’ê de 6 hezar û 400 jin hatin kuştin’
14:55 Îzmîr ji mîtînga Demirtaş re amade ye
14:28 Bi hezaran kes li Qendîlê dimeşin
14:13 Buldan: Em destûr nedin ku ev welat vegere salên 90'an
14:06 Rapora ÎHD û TÎHV: Di pêvajoya hilbijartinê de tenê îşkence li HDP’iyan kirin
14:01 Hatîmogullari: Em sindoqan dorpêç bikin û biparêzin
13:41 'Bila kes dînîtiya neçûna ser sindoqan û boykotê nekin'
12:50 Bakurê Sûriyê Serdema Neolotîk ronî dike
12:49 Yuksekdag bersiva Soylu da: Ew dîwarên te qet ne di xema me dene
12:48 Dayikên Aştiyê Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
12:11 Kûçikên polîsan 35 mih kuştin
12:06 Li Agiriyê HDP dê bi 2 hezar kesan re sindoqan biparêzin
12:03 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê cara 81’an serlêdan kirin
11:47 Jinên gotin 'Em ji sedî zêde ne" dê li sindoqan xwedî derkevin
11:39 Ji bo cerdevanên deng nadin AKP’ê gefa 'Em dê we bibin operasyonê'
11:17 Li Amedê, 74 sindoqên hatin veguhestin dibin mercekê dene
11:11 Demîrtaş: Li deng û sindoqan xwedî derkevin
10:52 Ji HDP'ê banga muşahîtan
10:38 ‘Di 25’ê Hezîranê dê rojek nû hilê’
10:19 Li dijî lîstik û hîleyên roja hilbijartinê baldar bin!
09:56 Aydin ê Dîroknas: Hemû Tirkiye deyndarê HDP'ê ye
09:31 Sariyildiz bang li gelê Şirnexê kir: Xwedî li sindoqan derkevin
09:31 Wan ji bo mîtînga fînalê amade ye
09:30 Divê hilbijêr hişyar bin: Bûyereke biçûk be jî divê ragihînin maseya krîzê
09:29 Dê li Şirnexê 8 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:29 ‘Got kurd im' û doza dengan kir, lê gundiyan ew qewirand
09:27 Dê şêniyên Şapatanê li ser sindoqê hesabê îşkenceyê bipirsin
09:26 Bilgen: Li Qersê bi ferqeke mezin partiya yekem HDP ye
09:26 ‘Nebêjin dengek e û tiştek jê dernayê, dengê xwe bi kar bînin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
08:14 Buldan: Tifaqa bi Çiller û Agar re tifaqa dijmantiyê ye
21/06/2018
20:24 Temellî ji bo Wezîrê Karê Hundurîn Soylû: Bûye makîneya derewan
17:26 Mêrdînî di herikin qada mitînga HDP’ê
17:20 Xwendekarên D.U’yê îxrackirina mamosteyê xwe şermezar kir
16:46 Endama Meclîsa HDP’ê Arîfe Çinar hat girtin
16:32 Li Hezexê trafo teqiya, 2 jê giran 3 kes birîndar bûn
16:15 Namzetên HDP’ê çûn serdana karkerên çandiniyê
16:15 Sindoqên 52 gundan birin gundên cerdevanan
15:42 Ferît Şenyaşar hat berdan
15:35 4 jinên bertek nîşanî AKP'iyan dan hatin binçavkirin
15:26 Demîrtaş: Gelê Kurd rastiya AKP'ê dît
15:24 Li dijî wesayîta Aydemîr ê HDP’î êrîş
15:09 ‘Hevjînê 40 salan, du zarokên ji çavên xwe sitirandin û kolanên bi xwîn ên Pirsûsê’
14:57 Bavê Leyla: Ji bo xwedê şîr bidin keça min