DFG: 35 rojnameger hatin binçavkirin û 16 jî hatin girtin

  • rojane
  • 11:05 4 Tîrmeh 2022
  • |
img

AMED - Li gorî rapora DFG’ê, di meha hezîranê de 25 rojnameger rastî êrişan hatin, 35 rojnameger hatin binçavkirin û ji wan 16 jê hatin girtin. 

 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya “Binpêkirinên li dijî Rojnamegeran a Meha Hezîrana 2022’yan” parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku polîtîkaya girtin, zext, operasyon, “qanûna sansurê”, astengkirina şopandina nûçeyan û cezakirinê ya li ser rojnamegerên kurd berdewam dike. DFG’ê, da zanîn ku bi vê polîtîkayê hewl tê dayîn ku civakê bifetisînin. 
 
Daxuyaniya DFG’ê wiha ye:
 
“Li Tirkiyeyê bi serdagirtina mal û kargehên rojnamegerên kurd, derxistina ‘qanûnên sansurê’, astengkirina şopandina nûçeyan û polîtîkaya cezakirina rojnameger û rojnemevaniyê tê xwestin ku çapameniya azad û civakê bê nefes bihêlin. Di 8’ê hezîranê di 30’emîn salvegera qetilkirina rojnameger Hafiz Akdemîr e. Rojnameger Hafiz Akdemîr 30 sal berê di vê rojê de li navçeya Sûr a Amedê bi destê endamên rêxistina Hîzbûllahê ve hate qetilkirin ku ev rêxistin ji hêla hêzên tarî yên dewletê ve hatiye avakirin. Di roja ku hevalên rojnameger Hafiz Akdemîr dixwestin bi bîr bînin û daxwaza darizandina kujerên wî dikirin de polîsan bi ser mal û kargehên xebatkarên çapameniya azad de girt û 20 rojnamegerên şopdarên Apê Mûsa binçav kirin.
 
MEZINTIRÎN ÊRIŞA SALÊN DAWÎ BÛ
 
Ev êrişa dawî ya li dijî rojnamegeran hatiye kirin, di salên dawî de mezintirîn êrişa li dijî rojnamegeran e. Di êrişê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Polîsan bi ser mal û kargehên çapameniyê de girtin. Di encama serdegirtina mal û kargehan de hevserokê komeleya me Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Rojnameger Omer Çelîk, Sûat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Kadîr Bayram, Lezgîn Akdenîz, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu û Remziye Temel hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman êrişê de welatiyê bi navê Îhsan Ergulen ê ku bi wî re hevpeyvîna kolanê hatibû kirin jî hat binçavkirin. 
 
ARMANC TUNEKIRINA XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ YE
 
Di serdagirtina bûroya JINNEWS û kargehên Pîa, Pel û Produksiyona Ariyê de polîsan dest danîn ser hemû alavên weşanê yên dijîtal. Li gel ku sedemeke qanûnî nîne jî polîsan ji roja 8’ê hezîranê ve kargehên Arî û Piayê dorpêç kirine. Bi hinceta lêgerînê nahêlin kes têkeve van kargehan. Ev rêbaz û helwest aşkera dike ku armanc û mexseda serdagirtinê ne tenê girtin û binçavkirina rojnamegeran e lê di heman demê de tunekirina hemû derfetên kar û xebatên rojnamegeriyê ye jî. 
 
Hevpîşeyên me li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatin ragirtin û bêyî ku sedemek bê destnîşankirin, 8 rojan di bin çavan de man. Rojnamegeran nedizanin bê ka bi çi tên sûcdarkirin. Hêj di roja destpêkê ya serdagirtinan de saziya fermî ya dewletê TRT 1’ê bi weşanên xwe hempîşeyên me hedef girt. 
 
JI BER KARÊ ROJNAMEGERIYÊ HATIN SÛCDARKIRIN
 
Hevalên me di 16’ê hezîranê de sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Hem li dozgeriyê û hem jî li dadgehê ji ber kar û barên rojnamegeriyê hatin tewambarkirin. Ev darizandin heta serê sibeha roja din berdewam kir. Di encamê de hevserokê komeleya me Serdar Altan jî di nav de bi giştî 16 rojnameger hatin girtin. 5 rojnameger û walatiyek jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan. Bi rêbaza îfadeyên şahidên nepen re 16 hevalên me hatin girtin û hejmara rojnamegerên girtî ya li Tirkiyeyê derket 76’an. 
 
KAMERA Û WÊNEKÊŞ WEKE DELÎLÊN SÛC NÎŞAN DAN
 
Midûriyeta Emniyetê ya Amedê piştî girtina hempîşeyên me, ji bo ku pêşî li bertekên di raya giştî de bigire li ser medyaya alîgir wêneyên serdagirtina mal û kargehên weşangeriyê weşand. Lê van wêneyên ku parve kiribûn, armanc û mebesta wan bêhtir derxist holê. Di van wêneyan de kamera, wênekêş, arşîva rojnameyan û wêneyên şehîdên çapameniya azad ku nirx û rûmeta me ne weke delîlên sûc hatibûn destnîşankirin. Bi vê sepanê xuya dibe ku hikûmetê li dijî rojnameger û rojnamegeriyê şer daye destpêkirin.
 
QANÛNA SANSÛRÊ
 
Di dema binçavkirina 16 rojnamegerên kurd de her wiha “qanûna sansûrê” ku weke “qanûna dezenformasyonê” tê binçavkirin jî li Komîsyona Edaletê ya Meclisê derbas bû. Heke ev qanûna navborî bê erêkirin dê derxistina karta çapameniyê û girtina malperên înternetê girêdayî Saziya Teknolojiya Enfarmasyonê (BTK) be. Ev rêbaz jî tê wateya sanurkirina hemû cureyên medyayê ye. Welatiyek ji ber parvekirineke xwe dikare bi 3 salan cezayê hefsê bê cezakirin û hikûmet hewl dide gel bêhtir bitengijîne. 
Desthilatdarî bi salan e bi rêbaza girtin û destguhertina saziyên medyayê re piraniya medyayê xist kontrola xwe. Bi derxistina vê qanûna navborî re dê çendek saziyên çapemeniyê yên azad ên mayî jî bên tunekirin an jî serî pê bidin tewandin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê qanûnê her ku diçe xurtir bibe. 
 
BIRYARA ASTENGKIRINÊ BETAL BIKIN
 
Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Enqereyê li ser daxwaza Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK), ji bo edîsyona beşa nûçeyên tirkî ya Voice of America (Dengê Amerîka) û Deutsche Welle (DW) ya navenda xwe li Almanyaye biryara astengkirinê da. Li gorî biryara di meha sibatê de hatiye dayîn, hemû çêkarên bernameyên navneteweyî neçarin li Tirkiyeyê lîsansê bigirin. Van her du weşanan jî ji bo xwe bigihînin şopînerên xwe pêşniyara VPN’a alternatîf kirin. Em vê rêbaza heyî ya li Tirkiyeyê, ji bo edîtoriya azad weke mudaxele û sansurê destnîşan dikin. Daxwaz me ew e ku ev biryara astengkirinê di zûtirin demê de bê rakirin.
 
ASTENGKIRIN BÊNAVBER DIDOMIN
 
Di vê mehê de jî astengiyên li pêşiya şopandina nûçeyan bênavber domiyan. Rojnamegerên ku li Stenbolê ‘20’emîn Meşa Rûmetê ya LGBTÎQA+’yan a Stenbolê’ dişopandin, rastî êriş û lêdana polîsan hatin û Peyamnêrê AFP’ê Bûlent Kiliç hate binçavkirin. Li pêşiya Edliyeya Stenbolê jî dema rojnamegeran dixwest tundiya li dijî çalakiya xizmên girtiyan bikişînin, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Nayê qebûlkirin ku ji ber nixûmandina tundî, binçavkirin û girtinên polîsan ev astengkirin bên kirin. 
 
Ciwanê bi navê Kemal Kurkut di Newroza 2017’an a Amedê de bi guleyên polîsan ve hate qetilkirin û rojnameger Abdurrahman Gok jî ev kêlî kişandibûn. Rojnameger Gok ku bi saya karê xwe polîsê kujer teşhîr kir, ji hêla dadgehê ve bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hate cezakirin. Em careke din dibêjin; rojnamegerî ne sûc e û bi tu awayî naye darizandin. “
 
Di daxuyaniyê de binpêkirinên heyî wiha hatin rêzkirin:
 
BINPÊKIRINA MAFÊN JIYAN Û EWLEHIYÊ YÊN ROJNAMEGERAN 
 
* Rojnamegerên rastî êrişê hatine: 25
* Rojnamegerên ku bi ser malên wan de hatiye girtin: 25
* Rojnamegerên hatine binçavkirin: 35
* Rojnamegerên rastî nêzikatiya xerab hatine: 49
* Rojnamegerên ku ji bo şopandina nûçeyê hatine astengkirin: 35
 
BINPÊKIRINÊN DERHEQÊ AZADIYA RAMAN Û ÎFADEYÊ DE 
 
* Rojnamegerên ku derheqê wan de lêpirsîn hatine vekirin: 27
* Rojnamegerên derheqê wan de doz hatine vekirin: 5
* Rojnamegerên ceza lê hatiye birîn: 16
* Rojnamegerên ku darizandina wan berdewam dike: 156
* Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 1’ê tîrmeha 2022’yan heta niha): 76
 
ASTENGKIRIN Û SANSÛRA LI SER SAZIYÊN ÇAPEMENÎ Û RAGIHANDINÊ 
 
* Biryara qedexekirina weşanê: 4
 
ASTENGKIRINA QADÊN ÎNTERNET Û MEDYAYÊ 
 
* Nûçeyên hatine astengkirin: 12
 

Sernavên din

08/07/2022
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye
10:21 Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê
10:15 Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne
13:48 Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin
13:30 Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e
13:29 Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike
12:46 Li Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxînin revîrê
12:40 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine
12:28 Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û banga îstîfayê li wezîr Koca kirin
12:21 Rastî destdirêjiya polîs hat û li qereqolê jî tundiya psîkolojîk lê kirin
12:01 Li Zapê leşkerek hate kuştin
12:00 Hevşaredarê Bedlîsê yê berê Olan hat berdan
11:43 Rojnamegerên rastî êrişa polîsan hatin: Divê hemû kes piştevaniya hev bike
11:23 Park û baxçeyên Cizîrê veguherîne cihê çopê
10:46 Rojnameger Demîr giliyê parêzera êrişkar kir
10:41 Li çoltera Şaxê şer derket
10:37 Qeyûmê Amedê ku li ber çûndinê bûye jî pere daye dostên xwe!
10:27 Ferît Şenyaşar: Heta bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe
10:13 Dayik û keça xwe, ji aliyê zilamê ku dikir hev berdin ve hat revandin
10:13 Pirtûka Nivîskar Adil Qazî ya bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ piştî 14 salan derket
09:54 Têkoşîna dayikek mînak û têr û tije: Sarê Demîr
09:53 Ocalan: AKP di polîtîkayên NATO'yê de amûrek e
09:26 Ji 37 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin
09:18 'Îsal dê zexîre bêtir bê îthalkirin'
09:01 'Dixwazin qebûl bikin dixwazin qebûl nekin Ocalan rêberê kurdan e'
09:01 Dayika girtiya nexweş: Keça min nikare di girtîgehê de bimîne
09:00 Êzidiyan ji Viyan Dexîl pirsî: Ew kesên ku tu rizgar kiribûn kî bûn?
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:58 PDK li Metînayê ji bo TSK’ê baregehê ava dike
06/07/2022
19:29 Parêzer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Demîr
19:14 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me!
19:07 Têkildarî birîna darên Şirnexê rapor hat amadekirin
17:18 Ozer a ku di girtîgehê de ji ser hişê xwe ve çû, milê wê şikest
17:03 Ji zava û 13 kesan re doz vekirin: Ji kefiya bireng ‘endamtiya rêxistinê’ derket
16:40 Nobeta Edaletê didome: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand
16:19 Li Geverê li gelek deveran fotokapan û teqemenî hatine bicihkirin
15:39 Ji xala 301’ê ji bo Onder ceza hat xwestin
15:37 Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Sedema tundiyê têkçûna pergala tenduristiyê ye
14:53 ÎSÎG: Di 6 mehan de herî kêm 842 karker canê xwe ji dest dane
14:13 Ji Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiya Aydenîz derket
14:00 Binçavkiriyên li Edeneyê îfade dan dozgeriyê
13:44 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 485’an de ye
13:33 Li Hevserokên HDP’a Turgutluyê ceza hat birîn
13:29 Wesayîta ku karkerên demsalî tê de bûn qûlipî: 2 mirî 17 birîndar
13:12 Li Girtîgeha Xarpêtê îdiaya nexweşiya şewbê
12:50 Malbatên girtiyên nexweş: Werin em mafên zarokên xwe biparêzin
12:39 ‘HDP wê siyaseta komploger pûç bike’
12:38 Ozsoy: Êdî li Swêd û Fînlandiyayê jî pirsgirêka kurd heye
12:05 Li Enqereyê 46 kes hatin berdan
11:44 Cenazeyê Olmez piştî 8 mehan radestî malbata wî kirin
11:23 AYM’ê daxwaza berdana Ozçelîk ê rewşa wî xedar red kir
10:51 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
10:42 Li Diyadînê mirina biguman a zarokekê
10:29 Erdag a li dijî tacîza zayendî xwe parastibû hate berdan
09:40 Gel bersiv da AKP’ê: Hûn nikarin HDP’ê xelas bikin
09:02 Esnafên Amedê: Kes nikare ji bo cejnê jî tiştekî bikire